Her olên cidî xwedî rêbaz û qanûnên xwe yên xweser in. Lê ev nayê wê wateyê ku tiştek ji prensîpên pêxember û olên berî xwe negirtine. Her pêxember hin tişt ji çanda ku di nav de mezin bûye û ji olên berî hin tişt girtine. Ev ne kêmasiyeke ji bona wan olan. Ya girîng ew ku pêxemberan çiqasî prensîpên xwe di ola xwe de bi cih kirine û prensîpên wan çiqasî civak bi pêş ve birine.
Qanûn û rêbazên ola Manî jî xweserin û bawermendên ola wî li gorî rêbazên wî tevdigerin. Manî baweriya ola xwe li ser dijberiya ronahî û tariyê ava kiriye. Herdu hêz di nav tekoşînê de ne û yek nikare ya din têk bibe. Di ola wî de hêza ronahî û tariyê xwediyên hêzên wekhev in. Cihê tarî lê hebe, ronahî jî heye. Bizava mirov a herî pîroz ew e ku xwe bigihîne ronahiyê. Di nava her mirovê li ser rûyê dinyayê de di hizir û ramanê wan de ev dijberî heye. Di ola wî de mirov hebûna herî pîroz e. Ji mirov pîroztir tiştekî din nîne. Di ola wî de kuştin tawanê mezin e û qurban dayîn ji binî ve qedexe ye.
Ola Manî ji du katagoriyên mirovan û du prensîpên cuda pêk dihat. Weke Manî gotî, yekem bijartî ne û duyem guhdêrin. Di roja me de, ev nav bûne pîr û mirûd. Lê Manî bijartî û guhdêr ji wan re gotiye. Herdu beş jî, bawermendên ola Manî ne. Erkên wan ji hev cuda ye. Erkên ku divê ”bijartî” bi cih bînin hene û yên ku divê guhdêr bi cih bînin hene.
Erkên ku divê guhdêr bi cih bînin ev in. Yekem divê piştgirî bidine bijartiyan. Duyem ji dîroka rabûrdû bawer bikin. Sêyem ji dualîzmê bawer bikin (hêza tariyê û hêza ronahiyê). Çaram derewan nekin, pêncem çavên xwe neberdin namûsa hinen din. Şeşem ji bona başbûnê kar bikin. Heftem rojê çar caran niyaz (dua) û nimêj bikin. Berî niyaz û nimêjan divê destnimêja xwe bi avê bigirin. Destên xwe heta anîşkên xwe baş bişon, rûyê xwe heta paş guhên xwe bişon, avê sê caran di devê xwe de biçerqilînin, herdu piyên xwe bi avê bişon û piştre niyaz û nimêjên xwe bikin. Di dema niyaz û nimêjên rojê de berê xwe bidine rojê. Di niyaz û nimêjên şevê de jî, berê xwe bidine heyvê ku heyv nebe, berê xwe bidine stêrkan ku stêrk jî nexwiya bin berê xwe bidine bakur û niyaz û nimêjên xwe bikin. Heştem bixwînin û xwe fêrî xwendinê bikin. Nehem ji heftiyê roja yekşemê rojî bigirin. Dehem malê kesî nedizin û bi derewînî sond nexwin. Yazdehem di dema silav li hev dikin de destên xwe yê rastê bidine hev. Ev şêwê silavkirina ku îro hemû mirovên cîhanê li hev din dibêjin ku ji prensîpên ola Manî maye. Ev tevgera exlaqî ya ku ji guhdêran dihate xwestin bi qasî ya bijartiyan ne dijwarin.
Di ola Manî de du exlaq hene, yek ji bona bijartiyane û yek ji bona guhdaran. Manî dibêje, “li pêşiya kesên ku daxwaza wan li mûkemeliyê digere, rêyeke asê û zahmet heye. Lê li pêşiya mirovên ji rêzê jî rêyeke din heye.”
Prensîbên bijartiyan wisa ne. Yekem; mohrên bijartiyan hene, yekem mohra dev e, ev mohra ji bona ku bijartî xwe ji gotinên xirab û xwarinên xirab dûr bigirin e. Duyem; mohra dest e, ev mohra ji bona ku bijartî tu giyandaran nekujin û fêkî jî ji daran jênekin. Ji ber di ola Manî de ronahiya Xwedê, hem di giyadaran de û hem di hemû tiştên ku xwarinê didinê de ye. Hêjayî gotinê ye ku kurd heta roja îro jî hê bi nan û xwarinê sond dixwin. Mirov di rabûn û rûniştin, di sond û niyazên kurdan de gelek prensîbên ola Manî dibîne. Sêyem; mohra dil e, ev mohra ji bona ku bijartî xwe ji hizirkirinên xirab û daxwazên xirab dûr bigirine.
Ji bilî van her sê prensîbên bingehîn, gelek prensîbên din hene ku divê bijartî wan bikin. Bijartî nezewicîn, nabin xwedî yar û xwe ji têkiliyên cinsî dûr digirin. Goştnexwin, şerabê nevexwin, roja yekşemê û duşemê rojî digirin.
Bijartî bi kêrê nan qetnakin. Îro jî, hê li gelek herêmên Kurdistanê bi kêrê nan qetkirin guneh e. Bijartî nikarin bibin xwedî mal û weke oldarên olên din cihê ku lê bimînin nebû. Demeke dirêj li cihekî mayîn ne cayîz e. Li nav gel digeriyan û xwarina wan gel dida wan. Gel wan dihewandin malên xwe û li malên xelkê radizin. Cilên gelekî xweşik li xwe nakin û xwe ji quretiyê dûr digirin. Karê wan rê û rêbazên olî ji gel re bêjin û alîgirên ola xwe zêde bikine. Di hin olên berî Manî de jî, zewac ji oldaran re nebû, lê cihê ku lê diman hebû. Ev rêberê olî li perestgehan, dêran û menastiran diman.
Lê rêberên ola Manî bijartî cihê wan yê manê nabe. Cihê mana wan nav mala xelkê bû.
Manî hê li jiyanê ye, ola wî ji Çin û Hindê, heta Ewropayê alîgiran dibîne. Ola wî hem ber bi rojhilat ve û hem ber bi rojava ve belav bûye. Ola wî bi rojava ve gihîştiye Atlantîkê û bi rojhilat ve jî gihîştiye Pasîfîkê.
Piştî lêkolînên sedsala 18’emîn zanînên li ser Manî hemû hatine guhartin. Êdî ne weke ku nêrînên olên fermî digotin, yekî ji olê derketî û ne jî dekbaz ku xwestiyê xwe nîşanbide ye. Li gorî hin lêkolînvanan Manî zanyarekî ku oleke nû avakiriye. Li gorî hinan dihayekî ku baweriya Zerdeşt, exleqê Buda, çanda Mîthra û hin nêrînên xiristiyaniyê kiriye yek e. Li gorî hinan Manî, zanyarekî ku bi têkoşîna xwe xwestiye rojhilat û rojava, Zerdeşt û Îsa bigihînê hev e. Di Maniyî yê de duwalîzima Zerdeşt, baweriyên hindî, olên sirûştî û încîl di nav hev de hatiye hunandin. Oleke mezin , xwedî pirtûk û tevgerkirî ye. Oleke ku xwestiye hemû olên mezin û biçûk di nav xwe de bimihînê ye. Maniyî ji bona hemû mirovahiyê ye. Rastiya felsefa ola Manî li ser bingehê ronî û tariyê hetiye avakirin. Manî ola xwe afirandiye, ol saz kiriye û qanûnên exlaqî bi cîh kirine.
Manî pir ramanên xwe ji ramanên kevin standin e. Lê kesê ku ev raman veguhestine ramaneke nû û cuda, ew bi xwe ye.
Manî bi awirên hunermendekî li olê nêriye û bi awirên oldarekî li hunerê nêriye. Hunermendiya Manî, ew kiriye peyamberê aştiyê. Manî bi qasî ku pêxamber e, di heman demê de hunermend e jî. Ji şêwekarên yekem e. Ez bawer dikim ku ew, ne li erdnîgara Kurdistan, lê li cihekî din bihata dinyayê, ew weke danînerê Akadamiya ciwankarî bihata zanîn.
Manî bi zimanê ku herkes têbigihê sivik û sade hemû pirtûk û nivîsên xwe nivîsandiye.
Mirovên wekî Manî ku tevgereke wisa li dûv xwe hiştin pir kêm in. Ji ber vê yekê Michalel H. Hart di nav rêza kesên ku di dîrokê de bandora exleqê xwe li ser civakê hiştî de Manî di rêza 83’yemîn de nîşan dide. Nêrînên Manî piştî mirina wî jî, di nav gelan de pir bi dilxweşî hatine pêşwazîkirin. Ev xweş pêşwazîkirina berheman, bûye sedema ku dijberên ola Manî pir bibin. Bi taybet dêra xiristaniyên ku xwe wekîlê Îsa didîtin û oldarên ku xwe Zerdeştî didîtin li dijî baweriya Manî derketine. Piştre xelîfên misilmanan û Tatarên moxolî ev dîjberî berdewam kirine. Piştî ku xiristiyaniya katolîkî dibe ola fermî ya împaratoriya Roma, oldarên Manî gelek tadayiyê dibînin. Piştî kuştina Manî bi sê salan, dêra katolîkî kir ku împaratorê Roma Diocletianus, di 279 li bajarê Skenderiya yê fermanê bide ku hemû berhemên Manî werine şewitandin. Ji ber ku ola Manî ji bona dêra xiristiyanên qatolîkî dibe reqîbê ku jê were tirsandin, fermanê li oldarên wî radikin. Cara pêşî ew berhemên Manî dişewitînin û bawermendên Manî dikujin. Yên din jî wan dişopînin. Fermanên tunekirina nivîs û berhemên Manî bi sedsalan berdewam dike. Xiristiyanên katolîkî cihê ku pirtûk û nivîsên Manî lê dibînin li wir wan dişewitînin. Gelek caran bawermendên wî jî bi pirtûkên wî re dişewitînin.
Li cihên din ê cîhanê jî êrîş û şewata berhemên Manî didomînin. Li Rojhilata Navîn ji êrîşên misilmanan, ola Manî tadeya mezin dîtiye. Ji wan êrîşên tunekirina ol û çandên cuda, her zêde ola Manî para xwe girtiye.
Piştî şerê qadisiyê û xirabkirina bajarê Qesra Xosrew û bajarê Tîsfon, li Rojhilata Navîn dergûşa ola Manî hildiweşe. Ev bajar heta êrîşên ereban weke kalhên ol Manî dihatin zanîn. Bi wêranbûna wan re li rojhilata Navîn dawî li ola Manî hat.
Li Asya Navîn jî, ji sedsala 9’emîn de heta sedsala 13’emîn êrîşên li ser ol û oldarên Manî berdawam dikin. Bi dagîrkirina Moxolan ya Asya Navîn re êdî oldarên Manî xwe vedişêrin.
Li herderên cîhanê oldarên Manî mecbûr dimînin ku xwe di nav ol û rêolên cuda de veşêrin. Ola Manî jî, di nav ol û çandên din de bi navên cuda hatiye veşartin û bandora xwe li ser gelek ol û rêolên cuda kiriye.
Oldaran hin berhemên wî bi xwe re veşartin e. Lê mixabin şansê hemûyan çênebûye ku werin veşartin. Piraniya berhemên Manî ji şewatê rizgar nebûn û hatine tune kirin…