Me dîsa berê xwe da serkaniya zargotina da û dapîran, bav û bapîran. Me ev hevpeyvîn bi berhevkar û lêkolînera çand û kelepûra kurdî Zeyneb Yaşê re kir.
Em dizanin ku salên dûvûdirêj in tu kar û xebatên berhevkarî û lêkolînan li ser çand û kelepûra kurdî dikî. Ji kerema xwe re ji me re behsa destpêka vî karî bike û çi bû sedem tu berê xwe bidî karekî wiha?
Tişta herî zêde hişt ku ev kar bala min bikişîne, ez bawer im jiyana min a li gund bû. Biçûkiya min li gund derbas bû. Li gund bi kesûkarê xwe re ez di jiyaneke sirûştî de bi çand û kelepûra xwe jiyam û vê yekê hişt ku ez ji serkaniya zelal avê vexwim. Lê piştî derbeya leşkerî ya sala 80’yî wekî gelek malbatên kurd malbata min jî peşkilî û berê me kete metrepolên Tirkiyeyê. Siyasetê wekî malbat em gelek êşandibûn lê heman wextî hişmendî û hestên neteweyî bi me re xurt kiribûn. Li xerîbiyê me gelekî li ber xwe dida ku em çand û zimanê xwe biparêzin. Malbat, bi hişmendiyeke siyasî li hemberî pişaftinê radiwestiya û her tiştên xwe li gorî wê rojekê hilbet vegerin ser warên xwe saz dikirin. Ez di nav malbateke wisa da mezin bûm. Li devera me yekem keç bûm ku min li gund dibistana navîn û paşê jî zanîngeh xwend. Ji aliyê zargotinê ve herî zêde bandora çîrok, destan, kilam û stranên babê min û rihmetiya xaleta min Henîfe li ser min hebû. Ji bo parastina vê zargotinê cara pêşî di sala 1991’ê de ku bavê min hate Stenbolê, min jî bi destana Mem û Zînê dest bi berhevkariyê kir, hilbet ev berhevkariyek ji tirsa ku çîrokên babê min winda nebin bû, ne bi zanebûn û zanistî bû. Lê paşê dema min li zanîngehê dest bi xwendina zimanê fransî kir, ku min bêyî ew ziman bizanibûya min 5 salan xwe fêrî wî zimanî bikira û min ê kar bi wî zimanî bikira, lê zimanê xwe yê heyî min dê nizanibûya pê bixwenda û tiştek bikira. Di roja yekê ya zanîngehê de vê nakokiyê hişt ku ez biryar bidim, pêşî zimanê xwe û paşê hemû zimanên din hîn bibim. Û xwe bi xwe min xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kir. Û çi dersê fransî min li zanîngehê bidîta, tedbîqa wî min bi kurdî dikir. Min li ser rêbazên biyaniyan dixwend ku wan ji bo zimanê xwe çi kar kirine. Zimanê min pê zanibû yê gundekî û deverekê bû, min hewl da ku zimanê kurdî tevî dewlemendiya wî hîn bibim, zimanê xwe bi kelepûr û çandê dewlemend bikim û paşê jî çi bixwazim wî bikim. Meyla min herî zêde jî li ser bergeha jinan bû û min bi xebatên li ser jinan dest bi lêkolîn û berhevkariyê kir. Ez di sala 2003’yan de ji bo xebatek meydanî li ser jinan vegeriyam welat û li Amedê bi cî bûm. Paşê jî çûm Başûr, demekê li Silêmaniyê mam, min xwe fêrî zaravayê soranî, xwendina bi tîpê erebî kir, demekê jî li Duhokê mam li wir jî bi rêkûpêk dest bi xebatên lêkolîn û berhevkariya çandê kir.
Lêkolîna te ya der barê hunermend Ayşe Şanê de berhemeke hêja û balkêş e, tu dikarî ji xwendevanên me re hinekî behsa wê berhemê bikî û çima te Ayşe Şan hilbijart?
Wekî min behs kirî meyla min a xebatê her li ser jinan bû û bi taybetî jî li ser xebatên hunerî, edebî bû. Xwendin û agahiyên min ên li ser jin û fêmînîzmê bêtir ji çavkaniyên oryantalîst bûn lê li gorî xwe min her digot û didît ku jinên kurd xwediyê paşxane, kesayetî û rolek taybet bûn. Di xebata xwe ya meydanî de min rewşa jinên kurd ji nêz ve nas kir, kesayetî û taybetiyên wan jinan kartêkirinek mezin li ser min kir. Jinên azad ên welatekî bindest. Ew jinên xwedî taybetiyên xweser û bi vê xweseriya xwe bi hezarên salan welatek di hembêza xwe de parastibûn. Ev jin, xweyî îrade, wêrek, şareza bûn, serkanî û arşîva hemî serpêhatiya jiyana gelekî bûn. Ew jêderên sereke yên çand û dîrok bûn.
Wê yekê hişt ku ez bi rastî zêdetir berê xwe bidim jina kurd ku ew bi qasî Mezopotamyayê xwedî çandeke dêrîn, xwedî rol û kargêryeke mezin bûye û heta vê gavê xwe ragirtiye. Bi rastî vê yekê jî bandoreke mezin li ser min û hemû xebatên min kir. Her wiha hişt ku bêtir ez bala xwe bidim ser xebatên jinan.
Min dema ku berhevkarî ji wan jinan dikir, min dît ku ew xwe xwediyê çandeke devekî ya ku heta vê gavê nehatiye nivîsandin ku ne tenê kurd lê dinya tev jê bêpar maye. Hemû fîlozofiya jiyanê di dinyaya wan de hebû, hemû bîrdoziyên jiyanê yê ku paşê ji aliyê fîlozofên mêr ve an jî ji aliyê şoreşgeran ve nav li wan hatibûn kirin lê jina kurd ew tev di hundirê xwe de sefadibûn. Bi hawayekî wisa ew zanebûn, têgihiştin, bixwebawerî, zanebûn, pisporî afirandibûn û pê dijiyan bi rastî wê yekê jî bandorek mezin li min jî kir.
Dosyaya ku berhevkar Hilmî Akyol bi navê ‘Çar Gulên Amedê’ dabû ber destê Enstîtûyê, wan ji vê dosyayê xwest ku bi tenê berhemên Eyşe Şanê wekî ‘Yadgarî’ koleksiyon amade bikin, ew xebat jî pêşniyarî min kirin ku ji wan re amade bikim. Bêguman min pêşniyara wan qebûl kir, ji ber ku min bixwe jî berhevkarî li ser Eyşe Şanê kiribû û min dixwest ez tiştekî li ser binivîsim, ji min re li hev hat. Tevî xebata mamoste Hilmî, 3 salan min berhevkarî û lêkolîn li ser jiyan û berhemên Eyşe Şanê kir heta me koleksiyon û pirtûka wê amade kir.
Dengbêjî wekî hîmekî bingehîn e ji bo parastina zimanê kurdî, hûn vê rolê çawa dibînin?
Der barê çanda dengbêjiyê de li gorî min bingeha denbêjiya kurdan ji wê hafizeya dêrîn tê ku bingeha wê zarbêjên kurd in. Ew çîrok, kilam û stranên ku di nav civaka kurd de ji aliyê zarbêjên kurd ve wekî hafizeyekê bi taybetî ji aliyê jinan ve hatine afirandin, hatine şîrovekirin û gotin. Ew li ser zaran hatiye veguhastin heta ku gihaye roja me ya îro.
Di vê dema dawî de piştî ku televizyonên kurdan çêbûn hinekî bêtir qîmeta dengbêjiyê çêbû. Berê digotin di denbêjiyê de bêtir behsa serpêhatî û çîrokên kesên fewdal tê kirin û gelek nimûneyên wê jî hebûn ku dengbêjan, tenê denbêjiya ax, şêx, mîr û malmezinan dikir. Bi gotineke din ew ji denbêjên gel bêtir bi dengbêjiya kesên xuyayî û malmezinan dihatin naskirin. Li vir jî dengbêjî û zarbêjî tevlihev bûye, erê dengbêjan li koşk û dîwanên malmezinan dengbêjî dikir lê belê bingeha vê dengbêjiyê zarbêjên kurd bûn ku heta vê gavê jî berdewam e. Hema mirov dikare bêje di her civatekê de, her gundekî de , her malekê de hinek ji wan zarbêjan peyda dibin û mînakên wê jî gelek in wekî zêmarên di şînê de dihatin gotin , di dergûşan de lorandina ji bo zarokan, yên li ber paleyê dihatin gotin, yên di dawet û govendan de dihatin gotin. Em ji van tevan re dibêjin zarbêj ku ew bingeha hafizeya zimanê kurdî ne. Bi vê yekê wan destek dida dengbêjan, dengbêjan jî bi awayekî profîsyonel û bêtir bi rêk û pêk li koşk û dîwanan digot.
Ji bo ku karê berhevkarî û lêkolînên der barê kelepûra kurdî de li ser bingeheke baş were meşandin hewcedarî bi çi heye?
Em gelekî ku xwedî çandeke zengîn in û heta vê sedsala dawî jî ev çanda me bi devkî hatiye lê piştî ku kurdan bêtir berê xwe daye ber bi jiyana bajarî ve û pêwîstî pê dîtine bi guherîna dinyayê ve entegrasyon û hevgirtinekê pêk bînin, zêdetir pêwistî pê çêbûye ku ne tenê bi devkî lê bi nivîskî jî bingeha serpêhatiya jiyana kurdan bê nivîsandin, berhevkirin û tomarkirin. Bêguman ev yek gelekî girîng e, ji ber ku em miletek in xwedî nasnameyekê ne, neteweyek in ku xwedî roleke girîng in di Rojhilata Navîn de. Miletê kurd bi hezarên sala ku bênivîs û bêdewlet bi hêza xwe ya neteweyî xak, ziman û çanda xwe parastine û heta roja îro hatine. Ji bo ku em bikaribin bi başî vê veguhêzin ji bo nifşên nû pêwistî pê heye ku bi awayekî baş ev çand were fêmkirin. Ji bo ku paşeroj û pêşeroj bêtir bikaribin ji hev fêm bikin, raboriya miletekî hemû di vê çandê de veşarî ye. Çi weke dîrok, çi weke hebûn tev di nav vê çandê de veşarî ne. Lewre jî gelekî girîng e ku mirov vê xebatê bi taybetî û bi zanebûn deyne ber nifşên îro. Ji ber ku nifşên îro ne wekî yên berî sed salan in û ne wekî yên berî 50 salan in jî, ji ber ku teknolojî her roj bi pêş dikeve û nasnameya însan her roj hin tiştan li xwe zêde dike, an jî hin tiştan kêm dike.
Ji bo parastina wan hêmayên di nasnameya me ya taybet ku wekî neteweyekê de xebateke xwenaskirinê lazim e û ew jî ev e ku em karibin raboriya xwe nas bikin ku em pê nasnameya xwe nas bikin.
Tu bi kîjan rêbazan lêkolînên xwe dikî û tişta herî xweş û herî zehmet di vî karî de çi ye?
Heta ku ji min tê ez dixwazim şêwaza xebata min bi awayekî zanistî be. Rêbaza min a sereke ew e ku van karên em dikin ne ji bo tiştekî rojane ne, an jî wekî roleke an karekî şexsî dikim. Berî her tiştî ez van karan ji bo xwe dikim, weke keseke ku ez jê bêpar mame , ez dixwazim ew kesayetî û şexsiyeta min a ku jê bêpar hatime hiştin û ji destê min hatiye derxistin, ez bixwe li xwe vegerînim, pê têr û tijî bibim. Û wek mirovekê xwediyê wê rayê me û xwediyê wan pêzanînan im ku ew ê jiyana min dewlemend bikin û ez ê pê bextewar bibim. Her wiha ez wê kamîranî û xweşikbûna wan pêzaniyan bijîm. Pê re ew tiştê ku kêfa min jê re tê û ez girîngiyê pê didim ew e ku bi awayekî zanistî di jiyana hemû miletên dinyayê de tiştên xwe pê şanaz dibînin, kêfxweş dibînin, çi bin ez jî xwe wekî xweyê wan dibînim. Lewre di jiyana gelê min de ev şahnazî hene, ji ber ku em gelekî xwedî çand û zimanekî dêrîn in û xwedî berhem û hiş û hafizayeke gelekî girîng in di Rojhilata Navîn de. Ji bo em wê hiş û bîrê wekî milkê miletekî û heta wekî milkê mirovahiyê pêşkêş bikin, divê pêşî em têbigihên paşê em derînin ser rû, paşê jî em jê hez bikin û biparêzin û bihêlin ji bo siberojê. Jixwe rêbaza min a herî sereke jî hezkirin e ji ber ku dema mirov ji tiştekî hez neke mirov nikare wî tiştî baş bike.
Çi proje û xebatên te yên nû hene gelo?
Ez wê xebata Şakarên muzîka kurdî berdewam dikim û heta niha li derdora 10 cildan hatiye berhevkirin. Pêre jî xebateke min a din heye li ser mûzîka Amedê, ew jî berhevkarî ye. Ji salên 1900 û pê de muzîka Amedê çi bû û çi hatiye tomarkirin. Her wiha li ser çanda gelêrî bi giştî ez hin xebatan dikim. Pêre jî ez hin gotaran li ser huner û mûzîka kurdî dinivîsim. Wekî din jî pirtûka min a li ser hunermend Mihemed Şêxo ji bo çapê amade ye û hêvî dikim ku di demeke ne dûr de em ê karibin wê jî çap bikin.
[accordions]
[accordion title=”Zeyneb Yaş kî ye?” load=”show”]Zeyneb Yaş li zanîngehê beşa zimanê fransî xwendiye. Ji sala 1994’an vir ve xebatên berhevkarî û lêkolînên kelepûra kurdî dike. Di sala 2008’an de tevî Hilmî Akyol pirtûk û koleksiyona hunermenda navdar Eyşe Şanê amade kirine ku ev berhem ji aliyê Enstîtûya Kelepûra Kurdî ve hatiye çapkirin. Her wiha bi navê ‘Yadgarî’ koleksiyona hunermend; Eyşe Şan, Tahsîn Taha, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Muhamed, Gulbihar, Mehmûd Hesen Kirorî, Mihemed Şêxo, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif amade kiriye.[/accordion]
[/accordions]