Şeva çileyê beşek ji çanda kurdan e ku bi salan e di nava malbatên kurdan de bi coş û germahiyeke mezin tê lidarxistin. Yek ji adab û resmên kevnarê kurdan şeva çile yan şev çile ye ku heman şeva Yelda li nav e. Eger em ji pênaseya wê ya xwezayî bigerin ku guherîn di xwezayê de pêk tê û kurtî û dirêjiya şev û rojan bi ser de tê, di kultura xelkê navçeya rojhilata navîn ên xelkê resen ê mezopotamya û zagrosnişînan de çavkanî digire.
Eger mirov behsa mîtolojiya wê şevê bike, ew şev destpêka ji dayikbûna rojê û germayê ye, hêdî hêdî tarîtî ber bi dawî diçe, temenê şevê kurt dibe, temenê rojê dirêjtir dibe. Ew cejn li ber wê bi rêve diçû û niha jî bi rê ve diçe. Dibêjin ew şev roja ji dayikbûna Mêhrê ye- Mîtrayê bûye, niha jî ew roj di nava Êzidiyan de bi rêve diçe. Di nava êzidiyan de 17’ê kanûnê cejnek bi rê ve diçe ku cejna rojiyên êzidiyan e, lê şeva çile 23 yan 24 kanûnê bi rê ve diçe ku piştre bûye weke roja ji dayikbûna Hz. Îsa ku weke wê hatiye nasandin. Lê ew çand kevintir ji çanda Mesîhiyetê bûne di nava qewmên Aryayî û Îranî de bi taybet nav qewmên îranî de hebûne, weke em dizanin niha weke Yelda tê nasandin, wateya Yelda jî ji dayikbûne, hem bi wê wateyê ye hem bi wateya dirêjtirîn û tarîtirîn şev e. Di nav kurdan de ji ber ku temenê şevê kurt dibe û hêdî hêdî temenê rojê dirêj dibe êdî xelk ber bi hêvîdariyê ve diçin şev bidawî bibe, ew cejn hatiye bi rê ve çûn ku heta vê gavê jî di nav kurdan de bi rê ve diçe.
Di wê şevê de gelek rê û resmên taybet hene ku em ê amaje bi yek-du xalan bikin ku yek ji wan resma Kose ye. Kesê ku dibe Kose cilûbergên taybet li xwe dike û rêdînê ji xwe re çê dike û di şeva çile de wek baba noel derdikeve holê û mal bi mal digere diyariyan kom dike. Ew resm, resma Kose ger e ku di nava kurdan de bi rê ve diçe, lê di nav gelê îranê û kurdên rojhilat de şevekek bi bi navê şeva çarşemê sûrî heye ku dibe çarşema salê ya dawiyê, beriya sala nû ya îranê ango Newroz merasima çarşemê sûrî heye. Di wê şevê de her kes li ber deriyê mala xwe agir pê dixe, keç û xortên malê ku hêj nezewicîne li ser agir re derbaz dibin û daxwazekê dikin. Di wê şevê de jî zarok û ciwan ber deriya digerin û diyariyan kom dikin, di dema komkirina diyariyan de gotinên gelerî weke: serê salê binê salê, tiştekê biavêje binê çalê, Xwedê kurekê bide bûka malê, keça we bibe bûka salê, kurê we bibe zavê salê û hwd…
27’ê çile, xaça file
Rê û resmek bi navê poxîna xidir nebî heye. Ew poxîn bi heft teaman tê hêrandin, beriya êvarê ciwanek ji malê tasekê digire destê xwe û li ber deriyê heft malan digere, dema diçe ber deriyan divê bêdeng be û neaxive, ango xwe lal bike û ji xwediyê malan teamên weke: xwê, şekir, nok, maşe, giwîz, genim, ceh, kom bike û di destarekê de bihêre heta ku dibe poxîn, ew poxîn divê gelek şor be. Kesê yan kesa ku wan teaman dihêre ne divê biaxive. Beriya razanê her yek ji emdamên malê bi taybet ciwanên ber miraz ku hîna nezewicîne mistek ji wê poxîna xidir nebiyê ku gelek jî şor e dixwe û heta sibehê avê navexwe, di xewnê de tênî dibe û li ber deriyê kîjan malê avê vexwe dibe qismetê wê malê. Di şeva çile de resm ew bû ku cemaet li dora hev kom dibûn, di ciyekê de heta derengî şevê dirûniştin xwarinên curbecur çêdikirin, weke xwarinên kevnar ku di nava kurdan de resm bûn. Her wisa şevçire hebûn wekî giwîz û mewîj û xurme, dengbêj û stranbêj dihatin û bi taybet li ciheke giştî de kom dibûn heta derengî şevê stran digotin. Carinan pêkenok, qelpik û mamik digotin, leyîzên weke goranê, gustîlanê di wê şeva de dileyîstin. Di navçeya me de li dewerên Ûrmiyê ew resm hebûn.