Nerazîbûna dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî herku diçe zêde dibe. Divê çarçoveyê de 44 girtiyên siyasî yên girtîgehên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî erêkirina cezayê her 3 jinan daxuyaniyek belavkirin.
Girtiyan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku rejîma Îranê ji bo rê li nerazîbûna giştî bigire û ji bo bêdengkirin û tirsandina civakê, cezayên giran li mirovan dibire û hate gotin; “Li gorî Danezana Mafê Mirovan cezayê darvekirinê hatiye mehkumkirin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û azadîxwazan dikin ku ji bo rê li darvekirinan bigirin, xwedî helwest bin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 16ê tebaxa îsal de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt ji aliyê Şaxa 39 a dadgeha bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Her wiha roja 8ê çileya 2025an ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja 10ê mijdara 2024an ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Ji ber vê çendê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser her sê girtiyên siyasî heye.