Ji demên kevnar ve tê bawer kirin ku hejmara çil hejmareke taybetî û bi şens e û hin heyînên xwezayî temsîl dike. Di ol, matematîk, astronomî, astrolojî, wêje û tasavufê de wateyên wê yên cuda hene.
Hema bêje hemû çandên mirovan bi hejmaran re eleqedar bûne û heta rista jimareyan di jiyanê de mezin kirine. Feylesofan jî hewl dane ku her tiştî bi jimareyan rave bikin û îdia dikin ku jimar xwediyê hêzên veşartî, exlaqî û sembolîk in û heta dinya jî li gorî hin têkiliyên jimareyî hatiye afirandin.
Hejmara ‘1’ di hemî pergalên baweriyan de pîroz e ji ber ku ew yekane û afirînerê sembol dike. Her çend îro baş neyê zanîn jî di gelek civakan de di dirêjahiya dîrokê de ‘3’ bûye sembola mevazeyê (mukemeliyê-kamilbûnê), ‘5’ bûye sembola jiyan û evînê û ’72’ bûye sembola pirbûnê.
‘7’ jimareya herî pîroz e. Di serdemên kevnare de hejmara gersitêrkan pênc e, bi roj û hîvê ev hejmar bi giştî dibe heft wiha tê nasîn. Di Tewratê de jî hatiye gotin ku Xweda gerdûn di şeş rojan de afirandiye û di roja heftemîn de bêhna xwe vedaye, ev jî bûye sedem ku hejmara ‘7’ wekî jimarek razdar û bi xêr were dîtin. Baweriya ku ezman heft tebeq in, di muzîkê de heft notayên sereke û heft rengên sereke, heft rojên hefteyê, avabûna Roma û Stenbolê ya li ser heft giran, nepeniya vê hejmarê zêdetir kiriye.
Raza hejmara ’12’ ji dozdeh komên stêrkan (nîşanên zodiakê) yên li ezmên tê, lê taybetiya sereke ya vê hejmarê ew e ku li ser 2, 3, 4 û 6 tê dabeşkirin û di demên kevnar de yekîneya hejmarê ya herî zêde tê bikaranîn e. Di roja îroyîn de jî hejmara ’12’ di bin navê deste-duzîne de wek yekîneya jimareyê tê bikaranîn, pirjimarên wê yên 24, 60 û 360 jî wek yekeyên dem û goşeyê tên bikaranîn.
Hejmara ’40’ di jiyana rojane ya civaka îslamî de hejmara herî zêde tê bikaranîn e. Çend nav û biwêjên ku hejmara çil tê de ev in: çil kanî, ji çil delavî av anîn, meclisan çilan, çiyayên çilan, çil rojên mirinê, çil tas av, çil salî û hwd… tê bîranîn…
Ji demên kevnar ve tê bawer kirin ku hejmara çil hejmareke taybetî û bi şens e û hin heyînên xwezayî temsîl dike. Di ol, matematîk, astronomî, astrolojî, wêje û tasavufê de wateyên wê yên cuda hene.
Hejmara çil di Misra Kevnar de demên vegera giyandarên ezmanî yên li ser xeta xwe nîşan dide. Di Tewratê de jî temenê mirov nîşan dide.
Hejmara çil ku ji dîrokeke kevnar û di çanda mirovahiyê de cihê xwe digire bi demê re derbasî baweriyên yek xudayî dibe û di pirtûkên wan de jî gelekî tê bikar anîn.
Her wiha mirov bawer dikin ku tofana Nûh piştî barana 40 rojî çêbûye. Tê bawer kirin ku Xudê heriya ku Adem jê çê kiriye 40 rojan sitraye. Her wiha bikaranîna bêjeya ‘çil salî’ û belavkirina şerbet û lokma piştî 40 rojan piştî zayînê û mirinê ji bo zarokên jinên welidî û miriyan jî bi baweriya taybetmendiya hejmara 40î ve girêdayî ye.