Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal el-Mikdad têkildarî têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê ji ajansa Russia Todayê re axivî. Faysal el-Mikdad wiha got: “Heke Tirkiye dixwaze bi Sûriyeyê re hevkariyê bike û têkilî veguherin asayîbûnê, pêwîste pêşî ji axa bakurê Sûriyeyê û Iraqê cihên ku dagir kiriye, vekişe.”
Berî her diyalogê vekişîna hêzên Tirkiyê
Ji aliyekî din ve li gorî malpera El Hedes a erebî Serokê Sûriyê Beşar Esed bersiva hewlên Tirkiyê da û daxwaza xwe ya vekişandina hêzên Tirkiyê ji cihên ku di bin kontrola wan de ne, dubare kir.
Esed di axaftina xwe ya li pêşiya Meclisa Gel de bi boneya vekirina çaremîn rûniştina yasayî ya Encûmenê behsa sedemên neasayîbûna bi têkiliyên bi tirkiyeyê re kir. Esed di wê der barê de got ku, yek ji sedeman tunebûna referansê ye ku dan û standinên bi Tirkiyeyê re nagihên tu encamekê.
Esed anî ziman ku divê ev jest ji aliyê tirkan ve bê kirin û wiha got: “Me xaka welatekî cîran dagir nekir da ku em vekişin” û bal kişand ser deverên ku dewleta tirk xistiye bin kontrola xwe.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku hevdîtinên salên borî yên der barê peywendiyên bi Tirkiyê re encam negirtine.