30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên Îran û Iraqê bi mijara PKKê li hev civiyan e

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Ekber Ahmediyan li Rûsyayê li hev civiyan û li ser biryara fesixkirina PKKê axivîn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê, Qasim Erecî û Alî Ekber Ahmediyan şeva Sêşemê li Moskowê piştî Civîna Rayedarên Ewlekariyê yên Payebilind ên Navneteweyî ya 13’emîn a li Moskowê li hev civiyan. Civîna heyetên ewlekariyê de ku Erecî û Ahmediyan serokatî jê re kirin, li ser peymana ewlekariyê ya navbera herdu welatan nîqaş hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê, nirxandinên ewlekariya herêmê, biryara fesixkirina PKKê û bandora vê yekê li ser herdu welatan hate nîqaşkirin. Her wiha hate gotin, mijarên stratejîk ên weke şopandina peymana ewlekariya hevpar a navbera herdu welatan hatiye nirxandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa ewlekariyê ya li Sûriyeyê hatiye nirxandin û herdu welatan piştgiriya xwe ji bo aramî û yekparebûna xaka Sûriyeyê anîne ziman.