12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastxwendina çand û dîrokê

Ji bo girîngiya şoreşa Neolîtîk di dîroka mirovahiyê de bê xuyakirin û hem jî rist û girîngiya çanda kurdî di afirandina şaristaniya Neolîtîk de bê dîtin û fêmkirin, divê têghiştina mirov a dîrorkê hebe.

Ger ku mirov bibêje Şoreşa Çandinî û Gundî ya Neolîtîk, şoreşa herî mezin a dîrokê ye, divê mirov matmayî nebe, lewre ev rastiyek e. Herwiha ji bo ku mirov vê yekê fam bike, divê ku mirov bi perspektîfekr rast a dîrokî lê binihêre. Ji bo ku hem cih û girîngiya Şoreşa Neolîtîk di dîroka mirovahiyê de bê dîtin û hem jî rist û giraniya çanda kurdî di afirandina şaristaniya neolîtîk de bê dîtin û fêmkirin, beriya her tiştî divê têgihiştina mirov a dîrokê hebe.

Dema ku em bala xwe didinê, dîrok û çanda mirovahiyê her tim ji hêla hinek derdorên parazvanên modernîteyê yan jî bi rastnexwendin û kêmtêgihiştina dîroka mirovahiyê nêzîkatiyeke şolî hatiye sazkirin. Braudel li ser vê rewşê dibêje ku “Dîrok heta ku têra xwe fireh nebe ku di tevahiya demê de belav bibe nayê famkirin.” Ev gotinên Braudel di cih de ne û rê li ber fikirîneke rastîn a li ser dîroka mirovahiyê vedike.

Paşguhkirina şaristaniya neolîtîk, şoreşa çandinî û gundan, herwiha çanda Tel-Xelef rastnexwendina dîrokê ye. Dema ku behsa dîroka mirovatiyê dikin, dîroka Împaratoriya Misir, Babîl, Faris, Makedonî û Romayê vedibêjin. Anku dema ku behsa dîroka mirovahiyê tê kirin an jî di dibistanan de tê hînkirin behsa dîroka desthilatdariya siyasî tê kirin. Lê belê di rastiya xwe de ev heqaretek e ji hemû ramanên rast ên di derbarê mirovahiyê de. Ji ber ku dîroka desthilatdariya siyasî ji dîroka tunekirina mirov û civakê  pêk tê. Heke çand û dîroka mirovahiyê rast neyê xwendin û pênasekirin dê bandora xwe li ser pêşeroja mirovahiyê jî bike.

Bêguman li ser destpêka dîrok û pêşketinên çandî yên mirovahiyê lêkolînên zanistî yên nû şewqekê belav dikin. Tê dîtin ku îro zanyar, dîroknas, antropolog û arkeologên bi giranî li ser vê mijarê dixebitin. Di encama xebatên zanistî de tê zanîn ku maceraya mirovatiyê ya mirov di demeke pir dirêj de, bi derbaskirina rêyên pir dijwar û bi hewldanên mezin pêk hatiye. Dema ku em bi awayekî berfireh li dîroka geşedanê binihêrin, dê bê dîtin ku em ji ku û ji kîjan demên kûr û dûr hatine: Temenê gerdûnê 15 milyar sal tê hesibandin û yekemîn şopên jiyanê yên li ser rûyê erdê digihije 3,5 mîlyar salan berî niha.

Bêguman qonaxa dîrokî ya herî girîng a pêvajoya mirovbûnê diyar dike. Di bin ronahiya tespîtên şênber ên ku heta niha hatine kirin de tê belgekirin ku ev serdemên dîrokî bi qasî 2 milyon salan dîroka xwe vedihewîne. Bêşik, tê zanîn ku amûrên herî kevn ên ku ji hêla mirovan ve hatîne çêkirin, çîrokeke 3 yan jî 4 milyon salî bi vedîtinên nû vedihewîne. Lê berdewamiya van berheman tenê di van 2 milyon salên dawî de derketiye.

Civakên gerok ên ku ji 20-30 kesan pêk tên ên serdema paleolîtîk, ku serdema wan bi sed hezaran salan domiya û şopên pir hindik hiştin, di pêkhatina dîrokê de nekarîn zêde  bibin xwedî rist. Kapasîteya wan û çanda wan pir qels bû. Derbasbûna civaka niştecih anku şoreşa çandinî û sewalkariyê, di lezkirina çerxên dîrokê de serdema herî berhemdar pêk tîne. …Tê dîtin ku pêngava herî radîkal a mirovahiyê û hemû îcadên ku dê şaristaniyê biafirîne, ji aliyê çanda vê herêmê ve hatiye afirandin. Di heman demê de dikare wekî yekem serdema zêrîn a dîrokê jî were hesibandin.

Em dikarin bibêjin ku destpêka rastîn, mayînde û nevegera mirov û dîrokê û ji ber vê yekê jî şoreşa herî mezin a dîrokê, derbasbûna vê jiyana niştecih e. Bi kêmanî heya niha, ev rastiyek e ku delîlên zanistî, vedîtin û daneyên herî dawî pê radigihînin û ji ber vê yekê hemû dîroknasên navdar ên serdema me li ser vê mijarê hemfikir in.

Tê dîtin ku pêşketina mezin a ku mirovahiyê bi hewldana xwe û bi riya ku di serdema bi navê neolîtîk de, bi qasî 12 hezar sal berê avêtiye, di dîroka giştî ya şaristaniyê de xwedî cihekî pir girîng û çarenûsaz e. Derbasbûna ji teknolojiya nêçîrê û komkirinê ber bi teknolojiya sewalkarî û çandiniyê ve, yek ji mezintirîn şoreşên çandî ne ku mirovahiyê heta niha dîtine. Serkeftina hilberîna xwarinê,  çanda niştecîh bû û pêşkeftina çandiniyê pêdiviya bi şêwaza jiyaneke niştecih bû. Di encamê de, kombûneke çandî ya pir mezin çêbû.

Hemû diyardeyên ku mirov dikare behsa wan bike, li ser bingeha Şoreşa Neolîtîk ku jê re Şoreşa Çandinî û Gundî jî tê gotin, dest pê kiriye û ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê li hemû cîhanê belav bûye. Li aliyê din hemû saziyên weke olên esmanî, felsefe, zanist û hunerê ku di vê pêvajoya dîrokî de derketine holê hinek ji wan bi vî rengî hebûna xwe ya îro didomînin.