12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya Huda Parê

Cîger Efrînî

Huda Par li gorî şertên nû berdewama JÎTEM’ê ye. Lê mixabin xuya dike ku ev rastiya hatiye jibîrkirin. Ji bo serkeftinê divê em li her derê têkoşîna birdozî bilind bikin û şebekeyên çetewarî yên mîna Huda Par û malbata Barzanî teşhîr bikin ku em serkeftinê misoger bikin.

Bi pêşketina Tevgera Azadiyê re dewleta tirk a dagirker li dijî gelê kurd Hizbilkontra derxist û bi destê wan li bakurê welat zêdetirî 17 hezar kurdên welatparêz bi awayekî hovane qetil kirin. Piştî komploya navdewletî ya di kesayetiya Rêber Apo de li dijî gelê me hatibû lidarxistin û di encama wê de Rêbertî dîl radestî dewleta tirk kirin, li gorî dewletê karê wan bi rêxistina kontra ya Hizbilkontra (Hizbûlah) nema. Lewre di sala 2000’î de li hember Huseyîn Velîoglû ku serokê rêxistina kontra ya bi navê Hizbûlahê bû, oparasyonek pêş xistin û ew kuştin. Ji ber ku hemû qirêjiya dewletê dizanî ne gengaz bû ku dewlet H. Velîoglû sax bihişta.

Lê Rêber Apo bi guhartin û veguhartinên ku di dojeha Îmraliyê de çêkirin re û li derve jî çeteya Osman-Botan serkêşî jê re dikir, vala derket û Tevgera Azadiyê bi pêngava 1’ê Tîrmehê re ji nûve xwe bi rêxistin kir, dewleta tirk a dagirker careke din pêdivî bi rêxistina Hizbilkontra dît.

Lê pêwîst bû ku nûbûnekê di şekil de bike. Nûbûna dewletê jî navê rêxistina kontra bû; di dewsa Hizbûlahê de nav wekî Huda Par danî û pêşkêşî civakê kir. pêşiya pêşîn xwest ku ji Hizbûlah a kontra Hamasa kurd derxîne. Lê tevî ku Rêbertî di zîndanê de bû jî, pir zû ev plana dewletê dît û ew riswa kir. Lewre jî dewletê bi navê Huda Parê rêxistineke çeteyî afirand û li Kurdistanê hewl da û hêj jî hewl dide wan bi rêxistin bike. Di pêvajoya berxwedana Kobanê de me careke din dît ku tu cudahî di navbera Hizbûlah û Huda Parê de tuneye. Zêdetirî 50 welatparêzên me kuştin û bi sedan jî birîndar kirin. Tişta hatibû guhartin cilên wan bû.

Mixabin tevî ku li bakurê Kurdistanê vê rastiyê hemû gelê me dizane jî, ji ber lîberalîzma ku pêşketî, pir zêde ev rastiya Huda Parê nayê ziman. Bi tenê di pêvajoya hilbijartinan de tê ziman, ew jî bi şêweyeke şêloye. Halbûkî divê kiryarên wan yên kontrayî her dem werin vegotin ku nifşên nû rastiya wan bizanibe û li gorî wê tevbigere. Lê mixabin di bin navê demokrasiyê de riswakirina xebatên Huda Parê yên kontrawarî li gorî tê xwestin nayê kirin. Xebatên riswakirina (teşhîrkirina) rêxistineke çete û kiryarên wan ne dervayî demokrasiyê ye. Têkoşîna birdozî mercekî bingehîn e ji bo serkeftinê û rêxistinkirina civakê. Heger têkoşîna birdozî neyê dayin, rastiyên dîrokî nayên zelalkirin û kî/ê çi û çawa bixweze dikare hespê xwe di nav zeviya me de bibezîn e, em nikarin nirên xwe jî biparêzin û ev tê wê wateyê ku me hemû derî ji rêxistinkirna kontra ya bi navê Huda Parê re vekirine. Ka em binêrin, li cihê ku wan xwe bixistinkiriye de derfeta ku em lê bixebitin didin me ku em bidin wan?

Halbûkî ji bo ku bikaribin li Kurdistanê xebatan bimeşînin, Rêber Apo gotibû ku “Divê hesabê kiryarên xwe bidin gel û heger gel pejirand, wê demê dikarin di nava gel de bixebitin.” Lê tevî ku tiştekî wiha nekirine jî, bi ser de xebatên kontrawarî didomînin, heta em wan din ava nifşên nû de teşhîr nekin, hesabê qetilkirina 17 hezar mirovên bêguneh ên di nava kolanan de bi bêbextî ji paş ve kuştin venebêjin, wê demê em nikarin gel rêxistin bikin û bi rêbazên demokratîk rê li ber wan bigirin.

Serokên wê rêxistina kontrayî her roj êrişê Tevgera Azadiyê dikin, cih tê çekan derdixin û bi dehan welatparêzên me dikujn, lê rêveberên me yên qada legal jî di bin navê demokrasiyê de, bersiva xwe nadin. Teşhîrkirina kiryarên Huda Parê tê wê wateyê ku em nexwedî li nirxên şehîdan dernakevin.

Demokrasiya radîkal têkoşîn e û di her mercî de rêxistinkirina gel e ku bikaribe xwe bi xwe biparêze. Me di berxwedana Kobanê de dît ku gel nehatiye rêxistinkirin, lewra jî ji 50 welatparêzî zêdetir mirovên me hatin şehîdkirin. Lê yek jî ji wan nehate kuştin.

Rêxistinên çeteyî bi çetebûna xwe dijîn, nexwe rojekê jî nikarin bijîn û an jî xwe bidin jiyankirin. Huda Par jî rêxistineke wiha ye.

Huda Par li gorî şert û mercên nû berdewama JÎTEM’ê ye. Lê mixabin wisa xuya dike ku ev rastiya gelekî hatiye jibîrkirin. Jibîrkirina rastiyên dîroka têkoşîna azadiyê bi me dide wendakirin. ji bo serkeftinê divê em li her derê têkoşîna birdozî bilind bikin û hemû şebekeyên çetewarî yên mîna Huda Par û malbata Barzanî teşhîr bikin ku em serkeftina xwe misoger bikin.

Şoreş bi serkeftina birdizî misoger dibe, ne bi derxistina çend wekîlan an jî bidestxistina çend şaredariyan. Dîroka têkoşîna azadiyê bi dehan caran ev heqîqet peyitandî ye. Lewre pêdivî bi careke din em bipeyîtînin tune ye, pêdivî bi pêkanîna wê heqîqetê heye.