7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya di devê şûr û serê tivingê de

Amûdê yek ji deriyên navbeyna beriya Mêrdînê û çiyayên Omeriya, li bajarê kevnar, li Darê dinihêre. Xizm û mirovên hev jî, di ser sînor re rewşa hev dibînin û haya wan ji hev heye. Roja diqewime jî xwedî li hev derdikevin.

Dema ku mirov bi çavên îro li dîrokê binihêre dikeve xefkê û şaş tev digere. Ma ne ji xwe, ‘sînorên’ Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê di rojeva me de û di rojeva cîhanê de ne.

Em ji bîr nekin ku sînorên Kurdistanê li gor rûdan û guherînên li dinyayê û Rojhilata Navîn çêbûne û dê ji nû ve jî saz bibin. Lewra ev sînorên îro bersîva Mafê Netewan nadin û li ser bingeha mêtingeriyê li hev kirine.

Di pelik û arşîvên desthilatdar û dagirkeran de, hinek rastî, gelek çor û xapandin peyda dibin. Mîna Wilhem Moberg dibêje; “Dema ku derew ne di gotinê, lê di negotinê de veşartî be, dîroka herî sererast di tecrube û serpêhatiyên kurd û cîranên wan de nuxumandî ne.”

Kurdan gelek caran rastiya xwe bi qerfekê xemilandine. Lê ya em ê bibêjin ne henek e.

Haya bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê baş jê heye. Rojekê, Smaîlê dîn li otobosê siwar dibe ku ji Qamişloyê biçe Şamê. Îcar gava ku digihijin Dêra Zorê otobusê li ber pira ser Rûbarê Feradê radiwestîne û Smaîlê Dîn dadikeve jêr, lingê xwe datîne ser pîrê û dibêje: “Sînorê Kurdistanê aha vir e! Heger em vegerin rojên berî dagirkeriya Xelîfe Emer, ji ber kuştin û talanên ku bi şûrê Xalid bîn Welîd sînor dikare gelek li jêrtira Dêra Zorê be jî?”

Smaîlê Dîn nifşê beriya me bû. Amûdî bû. Amûdê bêhtir bi Girê Moza, bi şewata sînemayê ku di salên 1960î de zarokên kurd tê de hatin şewitandin û strana Zerga û Mihemedê Axê (Mihemedê Deqorî) tê naskirin. Lê Amûdê wilo gelek kevntir û mezintir e. Amûdê li Binxetê, li başûrê girê Amûdê (Girê Kemaiyê), yê li ser Rêya Hevrîşimê ya Serxetê dikeve. Di nav Amûdê û gir de, ji du rêzan dîwar li têl, mayîn û ‘alavên’ berê zêde kirine.

Amûdê li yek ji deriyên navbeyna beriya Mêrdînê û çiyayên Omeriya, li bajarê kevnar, li Darê dinihêre. Xizm û mirovên hev jî, di ser sînor re rewşa hev dibînin û haya wan ji hev heye. Roja diqewime jî xwedî li hev derdikevin.

Vê dema dawiyê Amûdê bûye navenda Rêveberiya Xweser. Rast e, Kemera Erebî û koçberiya van demên dawiyê, demografî û arkîtektura gelek bajarên kurdan guherî bin jî, Amûdê wek bajarekî kurdan maye.

Di despêka sedsala berê de, bi geşbûna doza neteweyî re, herçiqas Haco Axayê Mizîzexî ne li gor fermana tirkan 100 km. lê, li gor fermana fransiyan ji sînor 90 km dûr derbasî Hesekê bû jî, li Binxetê, navenda raman, huner û navika tevgera siyasî ya kurdistanî û Xoybûn, Amûdê bû.

Em dupat bikin, di avakirina dewleta Sûriyeyê de, hest û ramanên mislimantiyê, Dehamê Hadî û hevalên wî, li bin navê dirûşma El-Watanî de, zora helwestên kurdistanî birin, wekî wê demê yekîtiya kurd û xiristiyanan bû. El Watanî ya doh, hêdî – hêdî kiras diguhere û dibe ‘Kurdê Sûrîye’ ku sendroma Stockholmê tîne bîra mirov.

Vêca, sînorên îro yên di fermiyeta cîhanê de, li gor lihevhatinên berê, nemaze yên Enqereyê û Qahîreyê, rastiya parçebûna Kurdistanê ne. Wê siberojê ev sînor çi bin û bi çi rengî bin; zêr dizane, zor dizane, devê tvinga bi mor dizane!

De werin em careke din vegerin Amûdê nik mamosteyê min Smaîlê Dîn. Rojekê Smaîlê Dîn rasttî çend xortan rast tê. Xortan li ser çîmenên kendala Çemê Amûde civatê digerînin, qedehan li hev dixin û wî jî vedixwînin vexwarinê. Yek ji xortan dibêje: “Xalê Smaîl, de tu jî were bi me re qedehekê vexwe.”

Smaîlê Dîn vê daxwaza xortan napejirîne û dengê xwe wiha dibe wan: “Kuro lawo hûn vedixwin ji bo hûn bibin wek min, ma ez vexwim ez ê bibim wek kê?”