12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastî nayê berovajîkirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta ku xwe li ser înkara gelan daye avakirin îro jî di siyaseta înkarê de israr dike. Ji bo dawî li vê siyaseta înkarê û îdeolojiya ku xwe dispêre yekperestiyê bê ruxandin divê têkoşîna gelan a yekgirtî bê mezinkirin.

Dewleta Tirk a qirker û dagirker ev zêdetirî 100 sal in li dijî gelê Kurd di siyaseta înkar û îmhayê de israr dike. Bi taybet piştî serhildana Agiriyê weke pesnê komkujiyên ku pêk aniye bide digot “Kurdistana Xeyalî li vir Metfûne.” Hemû deshilatê vê dewleta xwînxwar bi haman zîhniyetê rabûn û bi çavsoriyek mezin êrişî gelê Kurd kirin. Di bin îdeolojiya yek milet, yek al, yek ziman û yek dewletê de ji geliyê Zîlan bigrin haya Dersimê, ji Roboskî bigre heya, Pirsûsê gelek komkujiyên reş pêk hatin. Di van komkujiyan de armanc tinekirina gelê Kurd bû. Bi derketina PKK’ê re ji salên 70’yî û şûn ve di civaka Kurd de li dijî van êrişên siyasî, civakî û etnîkî zanebûnek çêbû. Bi vê zanebûnê îro ne tenê gelê Kurd hemû aliyên azadîxwaz û hêzên demokrasiyê li dijî vê zîhniyata genî di nava têkoşînek xurt û bi wate de ne.

Derketina PKK’ê ne tenê li Tirkiyeyê bandor li hemû Rojhilata Navîn kir. Îro em bala xwe didê nê hemû hêzên navneteweyî yên li ser Rohilata Navîn plana pêş dixin beyî ku rastiya PKK’ê bibînin nikarin plan û projeyan pêş bixin. Bêgûman PKK tevgere civakî û hêza gel temsîl dike. Ev hêza ku îro li hemû aliyên Kurdistanê bi xurtî hatiye rêxistinkirin belavî hemû cîhanê bûye. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku PKK bi vê hêza xwe ya li ser siyaseta cîhanî jî dikare bandorê ava bike. Jixwe di raporên îstixbaratî yên welatên cûda ev yek bi gotinên “ger PKK bixwaze di demek pir kurt de dikare mobîlîze bibe û bi sedhezaran kesî têxe hereketê.” Ev li xwemikurhatin rastiya hêza civakî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê radixe ber çavan.

Bêgûman PKK jî hêza xwe ya bingehîn ji fikir û ramanên Rêber Apo digre. Hêzên hegemon bi armanca Rêber Apo ji Tevgera Azadiyê qut bike û bê bandor bike bi komployek navneteweyî ew dîl girtin. Ev 26 sal in, li zindana Îmraliyê li dijî Rêber Apo polîtîkayên taybet ên êşkence û qirkirinê tên meşandin. Ne tenê parezerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê gelek parêzer, parlamenter, endam û nunerên saziyên cûda ji bo hevdîtinê Wezareta Dadê ya Dewleta Tirk dan. Ev serlêdan di çarçoveya tecrîda heyî de bê bersiv dimînin.

Herî dawî derket holê ku 6’ê Mijdarê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê bersiv daye serlêdana parêzeran. Di bersivê de hatiye diyar kir ku derheqê Rêber Apo û girtiyên din de cezayekî nû yê 6 mehan ê disiplînê heye. Lê eşkere nekir ka ev ceza kengî û çima hatiye dayîn. Ev jî diyar dike ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo pergala êşkenceyê ya Îmraliyê rewa bike serî li hincetên cezayê disiplînê dide. Weke Rêber Apo di hevdîtina 23’ê Cotmehê ya bi Omer Ocalan re gotibû tecrîd dewam dike. Heke şert û merc çêbibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im, vê pêvajoyê ji şer û şidetê bikişînim ser bingeha huqûqî û siyasî. Li himberî siyaseta qirkirin û êşkenceyê peyama Rêber Apo jî zelal e. Lê dewleta ku herdem di siyaseta qirkirinê de israr kiriye îro nikare li himberî vê helwesta Rêber Apo bibe bersiv.

Em îro bala xeewe didiê bi pêvajoya ku ji meha îlonê û vir ve bahsa wê tê kirin, di Tirkiyeyê de atmosferek daye avakirin. Bi taybet li Tirkiyeyê gelek kesên ku qet bahsa Tevgera Azadiyê û Rêber Apo nedikirin îro bi saetan li ser mijarê diaxivin. Ji milekî ve ev baş e, eşkere ku êdî nikarin vê mijarê înkar bikin. Ji milê din ve jî pir eşkereye ku ev kesên ku wisa bi saetan li ser mijarê diaxivin ji aliyê dewleta kur ve baş hatine hişyarkirin da ku dernekevin derveyî sînorên ji wan re hatiye diyarkirin.

Başe ew sînor çine? Di van axaftinan de yekena armanca wan cûdekariyê têxin navbara Tevgera Azadiyê û Rêber Apo. Ji ber vê yekê bi israr dibêjin “Rêber Apo hin tişt destnîşan kirine, lê PKK’ê ev qebûl nekiriye.” Di vê mijarê de rêveberiya Tevgera Azadiyê bi rêya Ragihandina Azad nerînên xwe bi awayekî eşkere anî ziman. Di daxuyanî û nirxandinên ku hate kirin de tê gotin ku “Nerînek ku ji PKK’ê re hatiye şandin nîne.” Yanî eşkere dibe ku tiştekî li ser nîqaş bê kirin û bersiv jê re bê dayin jî nîne. Ev jî eşkere dike ku nîqaşên îro bi destwerdana deshilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê tên maşandin perçeyekî şerê taybet e.

Di vê pêvajoya ku ji her seriyekî dengek derdikeve tişta ku em bikin baş şopandina Îmraliyê ye. Ez di wê baweriyê de me ku di siyasta deshilata AKP-MHP’ê ya li Îmraliyê de tu guhertinek nîne. Îro li Tirkiyê gelek kes di bin navê gotina “pêvajo”yê de hewil didin civakê manîpule bikin. Divê civaka Kurd, azadîxwaza û hêzên demokrasiyê bizanibin ku her çendî îro Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dedikeve û hin tişta dibêje jî ev nayê wateya tiştekî ku bi navê pêvajoyê heye. Êrişên li ser îradeya gel, dagirkirina şaredariyan, cezayên li siyasetmedarên Kurd tên birîn, gef û êrişên li ser gelê Kurd û saziyên wên demokratîk bi awayekî eşkere ji me re dibêje li pişt van gotinên “pêvajo”yê siyasetek taybet a qirkrinê heye.

Raste îro hêza Tevgera Azadiya kurdistanê bi tu awayî nayê înkarkirin. Li himberî vê hêza heyî dewleta Tirk a dagirker û qirker bi armanca ku li herême ji bo xwe cîh veke û siyasta xwe ya qada navneteweyî xurt bike di nava liv û tevgerê de ye. Lê dewleta ku xwe li ser înkara gelan daye avakirin îro jî di siyaseta înkarê de israr dike. Ji bo dawî li vê siyaseta înkarê û îdeolojiya ku xwe dispêre yekperestiyê bê ruxandin divê têkoşîna gelan a yekgirtî were xurtkirin û mezinkirin. Ji bo em bikaribin vê têkoşînê mezin bikin jî divê em nekevin bin bandora gotin û nîqaşên ji navenda şerê taybet ên dewleta Tirk tên meşandin.