Wek ku tê zanîn ev 2-3 salên borî de, şerekî gelekî dijwar li Kurdistanê diqewime. Dewleta tirk ku di nava NATO‘yê de xwedî artêş û hêza duyemîne – şerek li seranserî Kurdistanê belav kiriye û dixwaze belavtir bike. Ev şer di sala 2023 de gihîşt asta herî bilind. Dema mirov tenê wisa li bîlançoyê temaşe dikin, dibînin ku di dîroka Kurdistanê de bi qasî şer di sala 2023 de xurt û dijwar bû, ti carî ewqas dijwar nebûye. Ji bo binê vê rastiyê xêz bikim, dixwazim çend dane û hejmar bidim. Dewleta tirk di sala 2023’yan ev êrîş pêk anîne:
Êrîşên bi balafirên şer: 1.580 car
Êrîşên bi teqemeniyên qedexe û çekên kîmyewî: 1.038 car
Êrîşên bi taktîk nuklerî: 9 car
Êrîşên bi balafirên bêmirov û tijî teqemenî: 342 car
Ev dane û hejmar cardin xuya dikin, bê çiqas şerekî dijwar li Kurdistanê hebû û hîna jî berdewam e. Dema em bala xwe didinê dibînin ku dewleta tirk a dagirker dixwaze vî şerî berfirehtir bike û aktorên nû tevlî vî şerî bike. Ev aktorên nû kî ne? KDP û malbata Barzanî ez wan nehesibînim, ji ber ku ew gelek sal in di nav vî şerê qirêj yê li himber kurdan de cîhê xwe li rex dewleta tirk digire. Dewleta tirk dixwaze hêzên Iraqê û her wiha YNK’ê jî tevlî vî şerî bike. Ew jî ne bese, niha zextan li ser Îranê dike, daku wan jî bînin rex xwe û tevlî vî şerî bike.
Li aliyê din ve jî dixwaze êrîşî Rojava bike. Ji bo ku hebûna kurdan ji holê rake, dixwaze Rûsya bibe navbeynkar ji bo ku bi rejîma Esad -rejîma Sûriyeyê re rûnê û li hev bikin. Ewqas bêrûmet bûne, ewqas ketine ku amadeye bi herkesî re bibin hevalbend, ji bo ku li hemberî kurdan şer bike.
Bi kurtasî dixwaze ji aliyekî kurdan – wek YNK û KDP’ê û ji aliyê din ve jî amadeye bi Esad re rûnê, bi Iraq re kar bike û bi Îran û Rusyayê re bibe şirîk. Mabesta min ji berfirehkirina şer jî ev bû. Dixwaze li hemberî kurdan şerekî ku hema bêje hemû Rojhilata Navîn di nav de ye, pêşde bixe.
Dema vî şerê qirêj jî dike, pêwîstiya dewleta tirk a dagirker bi çi heye? Pêwîstiya wan bi koleyên ku kor emiran pêk tînin heye. Ji bo ku rastî belav nebe, pêwîstiya wan bi çapemeniyek xwefiroş û bêpîvan heye, çapemeniyek bê nîrx û bê exlaq.
Gotinek heye, dibêje:
Di şeran de, yekemîn rastî dimire!
Mixabin rastî ev gelek salên dirêj li tirkî miriye. Ji zû de rastî di nava çapemeniya wan de nemaye. Ji ber ku çapemeniyek azad nîne, dikarin derewên xwe û nûçeyên xwe yên qirêj bi hêsanî belav bikin.
Dijminê mirovan jî divê birûmet be, divê bipîvan be, binirx be û biexlaq be, lê mixabin dijminê kurdan ji van sûd wernegertiye. Mijar dibe kurd, rûmet pê re namîne. Dema mijar dibe kurd, ne pîvan û ne jî nirx pêre namîne. Dema mijar dibe kurd, pêre exlaq jî namîne. Ji bo ku karibe vê sîstemê li ser lingan bihêle û berdewam bike, ji dewleta tirk re çapemeniyek xwedî heman raman pêwîste. Li tirkî ti carî çapemenî bêalî nemaye. Li tirkî çapemenî ti carî azad nebûye. Li tirkî çapemenî ti carî mirov ne parastiye, wan tenê dewlet û sîstem parastinin. Ji bo wê jî li tirkî ev bênirxbûyîn, ev bêexlaqbûyîn, ev bêpîvanbûyîn bûye wek mîraseke. Desthilatdarî diguhere jî, çapemenî vê mîrasê ji ser xwe navêje û hertim li rex desthilatdariyê cîh digire. Li rex mirovan û gelan ti carî cîh ne girtiye û nagre jî. Ji ber ku di cewhera wan de ew heye ku li rex desthilatdariyê, li rex hêzê, li rex xurtbûnê cîh bigire. Li rex gelan, mafdaran, feqîran û belengazan cîh nagire.
Dema em bala xwe didin vî şerî jî, vê rastiyê dibînin. Ti carî bahsa qirêjiya şer ne kirine, berovajî wê, bi nûçeyên derewîn di mejiyê gelê tirk de nijadperestî bi cîh kiriye. Rojnameyên wek Yenî Şafak, Hurriyet, Haberturk, Milliyet û û û… lîste gelek dirêje. Erka van di vî şerê qirêj ê li hemberî kurdan ew e ku bi derewan, bi nûçe û agahiyên derew – rastiya şer berovajî bikin. Wekî din jî erka wan nîne. Bi taybet dema em li nûçeyên dema dawî dinerin, vê rastiyê dîsa baş dibînin. Erka wan ew e ku rastiyê berovajî bike, bi derewan rastiya veşêrê, bi vê tevgerê nijadperestiya heyî xurt bike û temenê desthilatdariya faşîzan a AKP-MHP’ê jî dirêjtir bike. Ev e erke wan.
Erka me jî ew e ku li hemberî ewqas qirêjî, ewqas derew, ewqas bêexlaqî, ewqas bêpîvanî, ewqas bêwijdanî em xwedî li çapameniya azad a kurd derkevin. Ev jî erka me ye. Ne kêm û ne zêde!