8 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rast xwendina banga Rêber Apo

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Mixabin, dewleta Tirk, li hemberî van gavên erênî, heta niha helwesteke neyînî nîşan daye. Tecrîda li ser Rêber Apo ku li pêşiya diyalogên aştiyê asteng e, hîna jî didome

Têkoşîna aştiyê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi rêbertiya Rêber Apo, di dîroka nûjen a gelê Kurd de xwedî cihekî giring e. Ev têkoşîn, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk, ku di Kongreya 12yan a PKKê de bi awayekî fermî hate xurtkirin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û herêmê jî rêyeke nû ya demokrasî û azadiyê temsîl dike. Lê belê, ev rêya aştiyê, di nava şert û mercên ku dewleta Tirk polîtîkayên înkarê, tecrîdê û şerê taybet didomîne, bi astengiyên mezin re rû bi rû ye.

Rêber Apo, bi banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo çareseriyeke adil û domdar a pirsgirêka Kurd gaveke dîrokî avêtiye. Tevgera Azadiya Kurdistanê, di vê çarçoveyê de, hemû berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Di Kongreya 12yan a PKKê de biryarên girîng hatin standin ku armanc ew e diyalog û aştî bi awayekî demokratîk were avakirin. Ev gav, nîşaneyên dilsoziya Tevgerê yên ji bo çareseriyê ne. Lê belê, ev hewldanên yekalî yên Tevgerê ne bes in. Aştî, pêvajoyeke dualî ye û divê dewleta Tirk jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Mixabin, dewleta Tirk, li hemberî van gavên erênî, heta niha helwesteke neyînî nîşan daye. Tecrîda li ser Rêber Apo ku li pêşiya her diyalogeke aştiyê asteng e, hê jî berdewam e. Şert û mercên wî nehatine baştirkirin, û der barê azadiya wî de ti gavên berbiçav nehatine avêtin. Her wiha, girtiyên siyasî yên Kurd hîn jî di zindanan de ne û siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd bi awayekî sîstematîk dewam dike. Dewlet, bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet, hewl dide aqlê gelê Kurd biçûk bibîne û bi rêbazên manîpulatîf xwe li ser gel ferz bike. Daxuyaniyên dewletê yên der barê “danîna çekan” de, bêyî ku gavên pêbawer werin avêtin, tenê wekî hewldaneke ji bo qelskirina Tevgera Azadiyê têne dîtin. Danîna çekan, bêyî mercên edaletê û azadiyê, ji bo gelê Kurd xwedî xeteriyên mezin e.

Têkoşîna aştiyê, tenê bi diyalogeke rastîn û gavên ji dil dikare encamê bigire. Ji bo vê yekê, divê dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Apo rake, girtiyên siyasî berde û di meclisê de komîsyoneke çareseriyê ava bike. Aştî, ne tenê bi rawestandina şer, lê bi avakirina civakeke demokratîk a ku mafên hemû gelan tê de bên parastin, mimkun e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê rêyeke nû ya demokrasiyê nîşan dide. Lê belê, bêyî ku dewlet gaveke erênî bavêje, ev rêya aştiyê nikare bi ser bikeve.

Dewleta Tirk li şûna vê pêvajoyê bi gavên erênî û pêbawer pêşbixe hewil dide bi şerê taybet rojevê berovajî bike. Danîn an go îmhakirina çekên di destê gerîlayên azadiyê de yek ji van rojevan e ku di van demên dawiyê de ji aliyê medya şerê taybet ve gelek bû rojev. Bêgûman ger em di vir de bahsa aştiyeke domdar û mayinde dikin, wê helbet rêbazê têkoşîna çekdarî ji rojevê were derxistin. Ji xwe PKKê di kongreya xwe ya 12yan de biryara dawî anîna vê rêbazê li dijî Tirkiyeyê dabû. Lê di vê merheleyê de bêyî ku gavên siyasî, hiqûqî û yasayî werin avêtin danîn û îmhakirina çekan em dikarin bêjin ne li gorî rihê pêşveçûna pêvajoyê ye.

Bêguman nebûna komîsyoneke çareseriyê di meclîsê de, encama polîtîkayên înkarê, neteweperestî û nebûna îradeya siyasî ya dewleta Tirk e. Ji bo ku komîsyoneke wisa were avakirin, divê helwesteke demokratîk were pejirandin, tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û diyalogeke rastîn bi gelê Kurd û Tevgera Azadiyê re were destpêkirin. Zexta raya giştî ya demokratîk û civaka navneteweyî jî dikare di vê pêvajoyê de roleke girîng pêk bîne.

Ger em pêvajoyê di vê çarçoveyê de binirxînin pêşî divê em bahsa gavên ku pêwîst e dewlet bavêje bikin. Beyî ku em aliyê dewletê û gavên divê bavêje binirxînin, em nikarin ji tevgera azadiyê daxwaz bikin ku gavên cuda bavêje. Divê em ji bîr nekin ku ev pêvajo du-alî ye. Aliyek Tevgera Azadiyê ye aliyê din jî dewlet e. Lewma em dikarin bêjin ku Tevgera Azadiyê weke aliyekî tişta dikeve ser milê wê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bi berpirsyariyek mezin pêk aniye, niha dor hatiye dewletê. Dewlet bêyî ku erkên dikev ser milê wê pêk bîne, gavên pêwîst bavêje, bi sazî û dezgehên xwe yên şerê taybet hewil dide îmhakirina çekan bixe rojevê. Ev hewldan paşvebirina pêvajoyê ye.

Ya rast ew e ku herkesên qaşo di bin navê pêşveçûna pêvajoyê de bang li tevgerê dikin ku çekan îmha bike, divê bi heman bîr û baweriyê zextê li dewletê jî bikin ku gavên pêwîst bavêje û rê li ber pêşveçûna pêvajoyê veke. Nexwê eger ev bang ne dualîbin, yekalî û bi armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiyê werin kirin wê tu qîmetên xwe jî nebin.