25 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora OHD: Berdana girtiyan tê taloqkirin

Şaxa OHD a Rihayê, rapora binpêkirina mafan a der barê girtîgehên Tokat, Osmaniye û Rihayê weşand. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê rapora der barê girtîgehên Tokat, Osmaniye û Rihayê de, bi civîneke çapemeniyê ragihand.Di civînê de ku li avahiya komeleyê pêk hat, endama Komîsyona Girtîgehan a OHDê Dîcle Aksûyê raporê parve kir. Dîcle Aksûyê binpêkirinên mafên mirovan ên ku wan di serdanên xwe yên birêkûpêk ên di navbera tîrmeh û kanûnê de li girtîgehên Tîpa T ya Osmaniye, Tîpa T ya Hejmar 2 ya Rihayê, Tîpa T ya Tokatê û Sêwregê de tespît kirine, parve kir.

Rapora ku ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a OHDê ve hat amadekirin wiha ye:

Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 a Osmaniyeyê

*Di dema revîrê û sewqên nexweşxaneyê de, di dabînkirina dermanan an tedawiyê de astengî û kêmasî,

*Destûr nayê dayîn ku ew beşdarî çalakiyên civakî û çandî bibin,

*Hejmara kesên ku di odeyan de bi hev re tên girtin ji kapasîteya wan zêdetir e, 8 kes di cîhek ji bo 4 kesan de dimînin,

*Di odeyan de kamera hene,

*Di lijneya îdare û çavdêriya de, pirsên siyasî hatine pirsîn, poşmanî hatiye ferzkirin, li ser PKK û Abdullah Ocalan pirs hatine pirsîn û bersivên van pirsan wekî bingeh ji bo dirêjkirin/şewitandina înfazê hatine bikaranîn,

*Li odeyan gelek caran lêgerîn hatine kirin û di van lêgerînan de mafê rêzgirtina li jiyana taybet esas nehatiye girtin,

*Hin tiştên ku li kantînê tên firotin dema ku di lêgerînan de hatıne ditın tiştên qedexe hatine desteserkirin û li dijî girtiyên ku van tiştên ji kantînê kirîn ewekî hincet bi kar anîne, lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin,

*Hat ragihandin ku kovar û rojnameyên muxalif nadin girtiyan û xwegihandina kanalên televîzyonê jî sînordar e.

Girtîgeha Tîpa T a Tokatê

*Girtiyan ragihandiye ku lêgerînên devkî hîn jî tên kirin,

*Girtiyên bi nexweşiyên giran li gorî prosedurên rûtîn nayên dermankirin ku ev yek dibe sedema xirabûna rewşa tenduristiya wan;

*Di lijneya îdare û çavdêriyê de pirsên siyasî ji wan hatine kirin, zext li wan hatiye kirin ku poşman bibin, li ser PKK û Abdullah Ocalan pirs hatine kirin û bersivên wan wekî bingehek ji bo dirêjkirin an şewitandina înfazê hatine bikaranîn,

*Kotaya pirtûkan bi 7 pirtûkan ve sînordar e,

*Çalakiyên civakî hatine sînordarkirin,

*Malbatên hemû girtiyan li derveyî bajarê Tokatê dijîn, ji ber vê yekê serdan bi rêkûpêk nayên kirin,

*Girtiyên siyasî nikarin ji mafê hevdîtina vîdyoyî sûd wergirin,

*Her çend girtiyên edlî dikarin hevdîtina vîdyoyî yên 30 hûrdemî bikin jî, ji bo girtiyên siyasî destûr nayê dayîn ku vî mafî bi kar bînin.

*Hat ragihandin ku dema xizmên girtiyên edlî neçin hevdîtina vekirî, dema hevdîtina bi vîdeyoyî dibe saetek, lê girtiyên siyasî saniyeyekê jî nikarin hevdîtina vîdyoyî bikin,

*Herwiha hat ragihandin ku di navbera hevdîtina girtiyên edlî û siyasî de ferqa demê heye û mafê hevdîtina bi rêya telefonê bi xwe jî li gor cureya sûc tê kirin,

Girtîgeha Tîpa T a Rihayê

*Li qawîşên girtiyên mêr jî di dema hewaya sar de jî pirsgirêka germkirinê nayê çareserkirin û kalorîfer xerabe ne,

*Ronahiya av qawîşan qels e, betanî, nivîsn û çarşef ji aliyê îdareyê ve tên dayîn, lê ji ber ku kevn in nayên bikaranîn,

*Germkirin di hewaya sar de bi radyatoran tê peyda kirin, lê ew tenê di demên diyarkirî de têne vekirin û dûv re têne vemirandin, ku dibe sedema pirsgirêkên germkirinê.

*Li odeyên girtiyên mêr, germkirin di hewaya sar de ne mimkûn e ji ber ku radyator xera bûne.

*Ronahî di hundurê odeyan de têrê nake, û pêdiviyên bingehîn ên wekî nivîn, betanî û çarşef ji hêla rêveberiyê ve têne peyda kirin, lê ev tişt têne bikar anîn, kevin in û di rewşek xirab de ne, ji ber vê yekê ew nayên bikar anîn.

*Pirsgirêka ava germ heye,

*Mafê sewqkirina nexweşxaneyê û tenduristiyê bi derengî tê xistin û carinan ji ber ku bijîşk tune ne, girtî nikarin biçin revîrtê,

*Daxwazên taloqkirina ceza û berdanê yên girtiyên nexweşînên wan giran, esas nayên girtin,

*Di peydakirina dermnanan û sewqkirina nexweşxaneyê de pirsgirêk rû didin,

*Der barê biryarên lijneya îdare û çavdêriyê de têra xwe agahî nayên dayîn, biryarên ji aliyê vê lijneyê ve tên dayîn ne objektif û adil in, berdana girtiyan bi hincetên kêfî tê taloqkirin,

Girtîgeha Sêweregê

*Ferzkirina lêgerîna li hundirê dev hê jî tê sepandin û ji ber vê xwegihandina mafê tenduristiyê tê astengkirin,

*Îdare bêyî ku guh bidê girtî nexweş e yan na, daxwazên berdanê bi kêfî û bêsedem red dike,

*Girtiyên bi navê A.D. û A.Ç. ji ber ku lêgerîna li hundirê dev qebûl nekirine cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn,

*Girtî A.T. ku 31 sal in girtiye û lijneya îdare û çavdêriyê çar caran berdana wî taloq kiriye; li heman qawîşê berdana girtiyê bi navê Î.H. carekê û ya M.E. jî carekê hatiye taloqkirin.

*Veguhastina di navbera girtîgehan de bi wesayîtên rîngê tê kirin û di dema sewqkirinê de desten girtiyan tên kelemçekirin û pêdiviyên wan nayên dabînkirin.”