Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin a sala 2024an li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê parve kir. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Rapora bi urdî ji hêla nûçegihana JINNEWSê Rojda Aydin û ya bi tirkî jî ji hêla rojnameger Arjîn Dîlek Oncel ve hat xwendin.
Rapora MKGê wiha ye: “Sala 2024an bû serdemeke ku zextên li ser rojnamegeran kûrtir bûne û ji bo çapemeniya azad xetereyeke cidî ava kiriye. Gelek endamên çapemeniyê, bi taybetî rojnamegerên jin, ku hewl didin pîşeya xwe bimeşînin, li qadê û hawirdora dîjîtal bi êrişên fîzîkî, tirsandina qanûnî û cudakariya zayendî rû bi rû dimînin. Ev zext gihiştine asteke ku ne tenê şert û mercên xebatê yên rojnamegeran, mafê civakê yê agahdarkirinê û pêvajoyên demokratîk jî dixe xeterê.
Di sala 2024an de yek ji mînakên herî berbiçav ên tundiya li dijî rojnamegeran qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên êrişên li ser Qereqozaq û Bendava Tişrînê dişopandin bû. Di 19ê Kanûnê dema êrîşên Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMOyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, bi SÎHAyên Tirkiyeyê ve hedef hatin girtin. Li gel ku li ser wesayîtên wan bi zelalî ‘PRESS’ hatibû nivîsandin jî dîsa hatin bombebarankirin. Ev êrişa ku li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de pêk hat, binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên endamên çapemeniyê nîşan da.
Ev êrîş ne tenê êrîşeke li dijî rojnamegeran e, di heman demê de li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî û azadiya çapemeniyê jî binpêkirineke eşkere ye. Bertekên ku piştî bûyerê ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve hatin nîşandan, careke din pêwîstiya hişyarkirina cîhanê ya li ser pêwîstiya parastina rojnamegeran anî rojevê.
Pîvaneke din a zexta li ser rojnamegeran êrişên sîstematîk ên li ser platformên dijîtal e. Rojnameger, bi taybetî yên ku li ser mijarên hestiyar ên wekî mafên jinan, herêmên pevçûnan û mafên mirovan dixebitin, bûne hedefa kampanyayên nefretê yên organîze, aşkerekirina agahiyên şexsî û tacîza sîber. Ev cureyê tundiya dijîtal ne tenê karê rojnamegeran di karê xwe de zehmet dike, lê di heman demê de dibe mekanîzmayek ku ewlehiya wan a derûnî û laşî dixe xetereyê.
Zextên hiqûqî weke amûreke sîstematîk a bêdengkirina rojnamegeran berdewam kir. Di tevahiya sala 2024an de, gelek rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên rexneyî hatin darizandin û bi pêvajoyên dozên dirêj rû bi rû hatin hiştin. Ji aliyekî din ve, piraniya tawanbarên gef û êrişan li dijî rojnamevanan bêceza man û vê yekê jî çandeke bêcezakirinê ava kir ku tundiya li dijî endamên çapemeniyê zêde kir. Bikaranîna mekanîzmayên qanûnî ya li dij parastina mafên rojnamegeran weke amûreke tirsandinê tê bikaranîn, ji bo çapemeniya azad xeteriyeke cidî ye.
Dema zextên fîzîkî, dijîtal û hiqûqî yên li ser rojnamegeran tên cem hev, xeteriyeke sîstematîk a ku çapemeniya azad dike hedef derdikeve holê. Rojnameger, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, ne tenê di gihandina agahiyan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, di heman demê de dema ku pîşeyê xwe dimeşînin li ser ewlehiya jiyana wan jî xetere heye.
Ev gefên li ser çapemeniya azad ne tenê mafên rojnamegeran binpê dike, her wiha mafê civakê yê bidestxistina agahiyên rast û bêalî jî binpê dike. Her rojnamevanekê/î ku tê bêdengkirin, beşeke êrişa li dijî mafê civakê yê wergirtina nûçeyan û hînbûna rastiyê ye.
Ji bo dawî li êrişên li dijî rojnamegeran û parastina çapemeniya azad bê kirin divê tevdîrên lezgîn bên girtin. Beriya her tiştî divê mekanîzmayên edaletê bi awayekî bi bandor bixebitin da ku êrişkarên li hemberî rojnamegeran bêceza nemînin û bersiva darazê ya li hemberî van binpêkirinan bi awayekî zelal bê diyarkirin. Divê li dijî êrişên sîber û kampanyayên nefretê yên ku di hawîrdora dîjîtal de têne kirin tedbîrên bihêztir bêne girtin.
Divê mekanîzmayên navneteweyî ji bo misogerkirina ewlehiya rojnamegeran, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, bêne danîn û destûr were dayîn ku rojnameger bi ewlehî li van herêman erkên xwe yên çavdêrên bêalî pêk bînin. Her wiha gelek girîng e ku rêxistinên navneteweyî yên ku azadiya çapemeniyê diparêzin binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran zelaltir bikin û li dijî van binpêkirinan gavên berbiçav bavêjin. Rakirina zextên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo parastina mafên takekesî, ji bo pêşeroja civakên demokratîk jî pêwîstiyek e.
Êrîşên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo komeke profesyonel pirsgirêk e, lê belê qeyraneke ku pêşeroja civakên demokratîk dixe xetereyê. Her rojnamegerê ku dema hewl dide pîşeya xwe bimeşîne, mîna rojnamegerên li Qereqozaq û Bendava Tişrînê bûne hedef, sembola têkoşîna çapemeniya azad e. Van sembolan careke din tînin bîra me ku parastina mafê civakê ya bidestxistina agahiyên rast, çiqas girîng e.
Daneyên binpêkirinan
Daneyên binpêkirinên mafên rojnamegerên jin ên sala 202’an wiha ne;
‘Binpêkirina ewlehî û mafê jiyanê
* Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 30
* Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin: 10
* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 49
* Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin: 8
* Rojnamegerên der barê wan de biryara girtinê hatine dayin: 3
* Rojnamegerên hatine girtin: 4
* Rojnemegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane: 45
* Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin: 17
* Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin: 40
*Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 8
Binpêkirinên mafan
* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 37
* Rojnamegerên der barê wan de doz hatine vekirin: 29
* Rojnamegerên hatine cezakirin (Hejmara kesan): 25
* Cezayê girtîgehê: 52 sal û 9 meh û 17 roj
* Cezayê pereyan: 21 hezar û 240 TL
* Rojnamegerên darizandina wan didome: Ji 105 dosyeyan bi giştî 183 rojnameger
* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4ê çileya 2023yan heta niha): 5
* Rojnamegerên dawî li karê wan hatiye: 6
Rojnamegerên girtî
* Elîf Ersoy – Berpirsa Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê
* Gulistan Dursun – Rojnameger
* Hatîce Duman – Midûra Karên Nivîsan û Xwediya Rojnameya Atilimê
* Lutfiye Burcu Kara – Rojnemeya Yekitiya Têkoşînê
* Ozden Kinik – Xebatkara TRTê ya berê
* Selamet Turan – Rojnameger
* Serpîl Unal – Rojnemeya Yekitiya Têkoşînê
* Pinar Gayip – Ajansa Nûçeyan a Etkînê
Rojnamegerên ku di 2024an de hatin berdan
* Bîrcan Yildirim
* Derya Ren – Nûçegihana JINNEWSê
* Dîcle Muftuoglû – Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê
* Dîlan Oynaş – Xebatkara Azadiya Welat
* Esra Solîn Dal – Ajansa Mezopotamyayê (MA)
* Nazli Ilicak
* Ozlem Seyhan – Rojnameger
* Sîbel Mûstafaoglû
* Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê”