Di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de 15 meh derbas bûn. Bi taybetî ji peyama birêz Ocalan a 27ê sibata 2025an vir ve gelek gavên şênber û girîng hatin avêtin. Yek ji van gavan jî li meclisê damezirandina Lijneya Piştgiriya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bû. Ev lijne heta ku hat damezrandin gelek nîqaş hatin kirin. Lê licihbûna pêşniyariya Ocalan, geşedanên pêvajoyê û bi israra Bahçelî, lijne 5ê tebaxa 2025an bi pêşengiya Numan Kurtulmuş re hat damezrandin.
Lijneyê 19 civîn û bi 134 şexsiyet û saziyan re hevdîtin kirin. Lijneyê 24ê mijdara 2025an çû girava Îmraliyê serdana birêz Ocalan kir û perspektîf û pêşniyarên Ocalan wergirtin. Mirov dikare di du helwestan vê serdanê rexne bike. Yek jê, pêkhateyên lijneyê bi temamî serdana Ocalan nekirin wek CHP û Yeniyol Partiyê, rexneya duyemîn jî rapora şandeya ku serdana Ocalan kir bi raya giştî re nehat parvekirin. Ev helwest bixwe jî nîşan dide ku sansûr û tecrîda li ser birêz Ocalan didome. Lê dîsa ev serdan tevî hemû kemasiyên xwe jî gavek girîng bû. Mirov dikare bibêje cara yekemîn e ku di çareserkirina mijara têkoşîna mafên bingehîn ên kurdan de bi şandeyek siyasî re hevdîtin hat kirin. Ji ber wê jî serdan û hevdîtina bi birêz Ocalan re girîng û dîrokî bû. Lijneyê piştî van xebatan, raporên partiyên ku xebatên lijneyê û yên ku ji serkeftina pêvajoya aştî û demokrasiyê pêşniyariyan dihewîne kom kirin. Niha jî ji bo raporek hevpar xebatên xwe didomîne. Lê ji bo xebatên hevpar divê baldar be. Ji ber ku raporên partiyan mixabin li gorî pêwîstiyên pêvajoyê nikarin bibin bersiv. Bi taybetî jî rapora MHPê û AKPê di bicihanîna mafên kurdan de gelek qels in. Hema mirov dikare bibêje rapor înkara tifaqa kurd û tirkan, înkara pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyeyê û trawmaya kurdan a ku “li ku dera dinyayê kurd bibin xwedî mafekî ew ê Tirkiye êrîş dikên” zindî dike. Lê ji bo aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê jî ti plansaziyek, bernameyek an jî pêşniyarek di nav xwe de nahewîne.
MHP di rûpela 72emîn a rapora xwe de dibêje; ‘‘Eger pirsgirêk wekî pirsgirêkek sedsalî bê qebûlkirin; divê mijar bigihîje damezrandina komarê û bi vî awayî nirxên me yên damezrîner an jî pêvajoya avakirina dewleta neteweyî. Ji ber ku tiştekî wiha ne mimkun e; em van îdiayan; ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê, lê wekî nîşana lêgerînek niyetxirab, xayin û defika têkoşîna siyasî ya ku dixwaze dewleta neteweyî û kodên damezirîner ên Komarê bixe nîqaşê û bingehên dewletê bihejîne, dibînin. Em nikarin li hember wan kesan re toleransê nîşan bidin ku bi nîqaşkirina beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an hewl didin pêvajoyê sabote bikin.”
Wisa xuya ye ku MHP li ser serkeftina pêvajoya aştî û demokrasiyê derî digire. Ji ber ku ev sedsal in çi pirsgirêk hene bi Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an ve dest pê kiriye. Peymana Lozanê welatê kurdan kiriye çar parçe, Destûra Bingehîn a 1924an jî hebûna kurdan înkar kiriye, Tirkiyeya pirçandî, pirzimanî, pirolî, pirnasnameyî ji holê rakir û hemû nasname, çand û zimanên bi helwesta “yekperestiyê” heland û bişaftin. Bi vê re pirsgirêk û têkoşîna sedsalî jî dest pê kir.
Gelo çi beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an qewimî bû? Dîroknas pêvajoya beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an wek pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyeyê pênase dikin. Ev pêvajo di navbera 1918 û 1923an de ye. Ev pêvajo di tifaqa kurd û tirkan de cihêk girîng digire. Osmanî di Herba Yekemîn a Cîhanî de têk çû bû hemû pêkhate ji Osmaniyan vediqetiyan û dewletên neteweyî ava dikirin. Kurd jî ji aliyê dewletên emperyal ve li Rojhilata Navîn hatine tecrîdkirin. Di nav vê aloziyê de Mustafa Kemal derbasî Anatolyayê dibe. Lê li Anatolyayê ji xeynî kurdan ên ku piştgiriyê bidin Mustafa Kemal kesek tune ye. Mustafa Kemal û kurdan li Kongreya Erziromê di encamnameyê de, hat tesbîtkirin ku tirk û kurd “di bextewarî û felaketê de hevpar in” û “armancên wan ên ji bo paşerojê yek in”. Hat gotin ku “ew bi rêzdarî li hember rewşa nijadî û rewşa civakî ya hevdu ne û birayên xwînê ne”. Di heman daxuyaniyê de jî ji mafên kesên ku li herêmên ku kurd bi giranî lê dijîn têne axaftin, hat destnîşankirin ku “divê li hember mafên kurdan ên dîrokî, nijadî û olî rêz bê nîşandan”. Li Kongreya Sêwazê di daxuyaniya encamê de ji bo kurdan îfadeya “bi rêzdarî li hember cudahiyên wan ên civakî û siyasî û qaîdeyên herêmî ne, birayên xwînê ne” hat bikaranîn. Di protokolên Amasyayê de sînorê welat di xala 1emîn a protokola duyemîn de “sînorê Dewleta Osmanî (bi Destûra Bingehîn a 1921ê ev têgih wê bibe Dewleta Tirkiyeyê) yê ku tê tasawirkirin û qebûlkirin, eraziya ku tirk û kurd lê dijîn dihewîne û bêîmkaniya veqetandina kurdan ji civaka Osmanî (bi Destûra Bingehîn a 1921ê, ev têgih jî wê bibe gelê Tirkiyeyê)” hat diyarkirin. Dîsa, 27ê hezîrana 1920î, di talîmatnameya ku Mustafa Kemal ji Fermandariya El-Cezîreyê Nîhat Paşa re şandiye de, ji bo kurdan muxtariyet tê pêşbînîkirin û talîmat dide ku “li herêma ku kurd bi cih bûne jî, hem ji bo siyaseta me ya navxweyî hem jî ya derve, pêwîst e ku rêveberiyeke herêmî bê avakirin”, û Zagona Bingehîn a 1921ê ku ji 23 xalan pêk dihat û ji van 23 xalan 14 xal bi tenê li ser mafê xweseriyê sekinî bû. Dîsa di xutbeya Bursayê ya Mustafa Kemal û di daxuyaniya çapemeniyê ya Kocaeliyê de ji bo pirsgirêka kurdan digot ku “meseleya kurdan bi muxtariyetê an go bi xweseriyê bê çareserkirin” ji bo damezrandina komara nû li hev kirin û esasên tifaqa kurd û tirkan aşkere nîşan dide.
MHP di rapora xwe de van bûyer û belgeyên dîrokî înkar dike; pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyeyê înkar dike, tifaqa kurd û tirkan înkar dike. Destpêka Komara Tirkiyeyê ji Peymana Lozanê û Zagona Bingehîn a 1924an qebûl dike ku ev bixwe destpêka avakirina yekperestiyê û înkara pirçandî, pirolî, pirnasnameyiya Tirkiyeyê ye. Ji ber wê jî hema em ji anha de bibêjin; çareserkirina mijara kurd û tirkan bi ruh û dilsoziya pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyeyê ku ew jî beriya Peymana Lozanê û Zagona Bingehîn a 1924an bû. Lewra kurd li ser van soz û peymanan tifaqa kurd û tirkan ava kirin û bi Mustafa Kemal re tevgeriyan.
Eger ku MHP di vê pêvajoyê de mafên kurdan ên xwebirêvebirinê yên çand û zimanî nas neke, van mafan neke nav hiqûqê, ew ê bi kurdan re bi kîjan rêyê jiyana hevpar û welatek aram, demokratîk û hevpar damezirîne gelo? Eger ku dîsa bi rêya înkarê be, wê demê aştî û demokrasî dimîne bihareke din!
Divê Lijneya Piştgiriya Neteweyî, Xwişk-Biratî û demokrasiyê van kêmasiyan baş bibîne û li gorî pêwîstiya pêvajoya aştî û demokratîk raporek ku di naveroka xwe de rê û rêbazên hiqûqî, siyasî û demokratîk dihewîne amade bike.
