Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan” a ji mijdara 2023’yan-mijdara 2024’an bi raya giştî re parve kir. ÎHD’ê rapor, li avahiya şaxê eşkere kir. Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî diyar kir ku Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) mafên zarokan esas digire û misoger dike.
Berfîn Elçî, diyar kir ku 193 welatan ev peyman îmze kiriye lê di pratîkê de baş nayê bicihanîn. Berfîn Elçî, destnîşan kir ku Komîteya Mafên Zarokan a NY’ê ku peymanê dişopîne bê ka çiqas tê bicihanîn jî erka xwe baş bicih nayîne.
Berfîn Elçî, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 1990’î de peyman îmze kiriye, di sala 1995’ê de ketiye meriyetê lê ji ber ku xalên 17, 18 û 30’emîn qebûl nekiriye, zarok nikarin bi zimanê xwe mezin bibin, pêş bikevin, bi zimanê dayikê perwerde bibin û nikarin mafê xwe yê azadiya xweîfadekirinê bi kar bînin.
Berfîn Elçî da zanîn ku neçareserkirina pirsgirêka kurd herî zêde bandorê li zarokan dike û got: “Di şer de zarok ji ber bermahiyên şer birîndar dibin. Bi wesayîtên zirxî, guleyên polîs û leşkeran birîndar dibin. Zarok tevî dayikên xwe di girtîgehê de dijîn. Ev tenê çend pirsgirêkên sereke ne.”
36 zarok hatin kuştin
Berfîn Elçî, da zanîn ku li bajarên Kurdistanê di encama kêmasî/terkexemiya fermî de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 16 zarok jî birîndar bûne. Berfîn Elçî, diyar kir ku ji van 4 zarokan yek jê ji ber wesayîta bi zirx jiyana xwe ji dest daye. Berfîn Elçî, da zanîn ku di encama teqîna madeyên teqemeniyê yên li herêmên mayin û pevçûnan de zarokekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî bi giranî birîndar bûye.
Berfîn Elçî destnîşan kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê 18 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, herî kêm zarokekî hewl daye întîhar bike, di encama tundiya nava malê de herî kêm 9 zarokan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye, herî kêm 5 zarok jî rastî îstîsmara zayendî ya nava malê hatine.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Di encama tundiya di qada civakî de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 8 zarok birîndar bûn, herî kêm 48 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û rastî êrişê hatin, herî kêm zarokek hatiye revandin û herî kêm mafê jiyanê yê 36 zarokan jî hatiye binpêkirin.”
Berfîn Elçî, anî ziman ku herî kêm 81 zarok hatine binçavkirin û ji van 21 jê hatine girtin, ji van zarokan 2 jê dema di bin çavan de, 10 jê dema li girtîgehê, 3 jê li navendên binçavkirinê û bi giştî herî kêm 15 zarok rastî îşkence û muameleya xerab hatine.
Berfîn Elçî , got ku li bajarên bakurê Kurdistanê herî kêm 4 zarok li dibistanan rastî êrişên fîzîkî hatine.