Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi navê ‘Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê’ û derbarê şertên wir rapora tespîtên sala 2022’an weşand.
Daxuyaniya nivîskî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye: “Berî her tiştî em ji malbatên kesên ku di erdheja 6’ê sibatê jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birîndarên me zû baş bibin. Ji ber vê erdheja ku êşeke mezin da me, hevgirtina civakî ya ku me di asta herî jor de dît, dihêle ku em baweriyek li gorî vê erdnîgariyê û gelên wê mezin bikin. Bi mînakên herî paqij ên hevgirtin û seferberiya civakî, vê bobelatê encamên siyaseta rantê jî bi awayekî bi êş nîşan da. Hêz û baweriya me heye ku gelê me yê ku bi hev re rastî gelek bobelatan hatiye, wê bi hevgirtinê ji nav vê bobelatê jî derkeve.”
Di raporê de mijar û binpêkirinên der barê Îmraliyê de berfireh hatine destnîşankirin. Rapor ji 44 xalên sereke û 9 xalên kurte yên tespît û encamê pêk hatiye. Di raporê de xalên ku binê wan hatine xêzkirin wiha ne: Agahî negirtina 23 mehan a ji Îmraliyê, pêve girêdayî bêpêwendîtî û agahînegirtin, serlêdanên hatine kirin û biryarên qedexekirinê yên dijhiqûqî yên veşartî, li dijî tecrîdê û xebernegirtinê serlêdan û geşedanên din, binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya dermirovî, binpêkirina mafê pêwendiyê, binpêkirina mafê darizandina adilane, nebûna rê û derfetên karîger ên serlêdanê, rejîma girankirî ya înfaza muebetê.
Xalên sereke yên di bin sernavê tespît û encamê de wiha dikarin bên ravekirin; rejîma li Îmraliyê rejîmeke taybet a qeyranê ya derasayî ye, ji sala 2016’an piştî OHAL’ê vir ve tecrîd û sepandinên din bi destê biryarên dadgehan tên birêvebirin, mafê agahîgirtin û dayînê, mafê pêwendiyan bi cezayên disîplînê tê binpêkirin, rejîma Îmraliyê bi biryara DMMEyê ya 18ê Adara 2014an a bi navê Ocalan: 2yê ji destpêkê vir ve rejîmeke îşkence û tecrîdê ye, rejîma Îmraliyê berfireh kirine, kirine rejîmeke tecrîdê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê, ev pirsgirêk bûye pirsgirêka çareseriya problema kurdan, ji bo çareseriyeke demokratîk pêk bê divê tecrîda li Îmraliyê tê sepandin bê rakirin, divê deriyê Îmraliyê bên vekirin, divê prensîbên gerdûnî bên sepandin.