10 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora binpêkirina mafan a 4 mehan hat weşandin

Rapora binpêkirina mafan a têkildarê Girtîgehên Tîpa T ên Riha û Sîwerekê ya 4 mehan hat weşandin.

Baroya Rihayê, Komaleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Rihayê, rapora binpêkirina mafan a têkildarê Girtîgehên Tîpa T a hejmar 1 û 2 ên Riha û Girtîgeha Tîpa T a Sîwerekê weşand. Rapor li ber Baroya Rihayê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku rapor di encama lêkolîn û hevdîtinên bi girtiyan re hatiye amadekirin û ev tişt hatin gotin:

Li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 1 a Rihayê: Di qawişên 20 kesan de nêzî 37-40 girtî dimînin. Kalorîfer rojê çend saet tên vekirin, carnan rojê tev nayên vekirin. Ronahiya li qawişan gelek qels in.  Qadên bêhnvedanê pir biçûk in. Mafê bêhnvedanê tên astengkirin û qadên jiyanê tên tengkirin. Nivîn, betanî û çarşef qirêj û kûfikî ne û alavên paqijiyê nayên peyda kirin. Ev demek dirêj e ku bijîşk tune ye û girtî nikarin bigihîjin lênêrîna tenduristiyê. Ev rewş ji bo girtiyên nexweş ên giran xeteriyê çêdike.

Li Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 2 a Rihayê: Li beşên jinan jî pirsgirêkên germkirin û ronahiyê hene. Pêdiviyên jiyanî yên bingehîn nayên pêkanîn. Ava vexwarinê qirêj e û girtiyên ku nikarin ava paqij bistînin neçar dimînin ava qirêj vexwin. Piştî paqijkirinê, bêhnek kîmyewî ya giran çêdibe û ji ber hewirdor hewa nagire, ev yek bandorek giran li ser tenduristiyê çêdike. Di xizmetên tenduristiyê de derengketin û pirsgirêkên wergirtina dermanan hene.

Girtîgeha Tîpa T ya Sîwerekê: Bi taybetî ji ber pêkanîna lêgerîna nava dev, pirsgirêkek cidî di xwe gihandina xizmetên tenduristiyê de çêdike.

Saziyan, bang li CPT, Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê kirin ku li dijî van binpêkirinan bikevin nava liv û tevgerê.