Li Kurdistanê û bi taybetî jî li Şirnexê ji sala 2020î ve ye bi hinceta ewlehiyê ji aliyê dewlet, cerdevan û gundiyan ve xweza tê talankirin, daristan tên birîn. Her çiqas hincet ewlehîbe jî di bingeha xwe de talan û bazirganiye. Ev talan û qirkirina xwezayê jî bi destên kesên AKPî, dewlet, cerdevan û gundiyan ve pêk tê.
Bi salane Çapemeniya Azad van kiryarên hovane û bêexlaq ên li dijî xwezayê derdixin holê û radigihînin. Ajansa Welat jî careke din li herêmê ev talan û qirkirina xweyê ya ku bi destê AKPî, sercerdevan, karmend û gundiyan pêk tê aşkera dike. Talankirina xwezayê ango bi hinceta derxistina petrol, lînyît, hêsin, çînko û hwd. çawa destpêkir? Divê destpêkê mirov li ser vê mijarê raweste. Kesên derdor û endamên AKPê bi armanca xwe bêtir dewlemend bikin, ji bo hemû madenên binerd yên Şirnexê serlêdan kirin. Dewletê jî bêyî ku pêşeroja xwezaya gelê Botanê bifikire destûra lêgerîna madenên binerd dan van kesan. Ev kesên ku ji bo hemû madenên binerd destûr wergirtin, di bin parastina cerdevan û leşkeran de dest bi talanê kirin.
Ji van kesan yek siyasetmedar û parlamenterê berê yê serbixwe Suleyman Bolunmez e. Suleyman Bolunmezê ji Mêrdînê ku niha endamê AKPê ye û keça wî Ceyda Bölünmez Çankiri ku parlementera berê ya AKPê ye. Yek jî Abdulkerîm Ozdemîr e ku berê sercerdevan bû. Niha jî têkiliyên wî bi AKPê re xurtin. Kesek din jî Serokê Odeya pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnexê Osman Gelîş e û yek jî Kurê Mehmet Emîn Acar e ku yek ji dewlemendên Şirnexê ye.
Van kesan madenên binerd yên Çiyayê Cûdî li xwe parve kirine û her yek herêmeke Çiyayê Cûdî talan dike. Suleyman Bolunmez herêma gundê Cifane, herêma Geliyê Hirça ya gundê Gilindor, herêma Tirba Pîrozê ya gundê Dehlê, herêmên Zêrevan, Gera Hacîlokê û Tîker yên Gundikê Remo kirine bin kontrola xwe de. Li gel ku Suleyman Bolunmez bi xwe ji vir komirê dernexwe jî kesên di bin kontrola wî de ne û şêniyên van gundan e, vî karî dikin û feydeyê Bolunmez jêre dişînin.
Abdûlkerîm Ozdemîr ê berê sercerdevan bû ku bi gotina xwe ya ‘Ger mal û milkê min hemû biçe jî ez dixwazim li Cûdî mizgeftekî çêbikim’ navdar e. Herêma Deriyê cebraîl, gundê Hesana, gundê Girê Çolya, gundê Bêşêrê û bajaroka Bêspin kirine bin kontrola xwe.
Abdulkerîm Ozdemîr bi daxwaza mizgeftekê li Herêma Sefînê ya Çiyayê Cûdî ku keştiya Hz. Nûh li ser rûniştiye erdê cihek pîroz tê dîtin çêbike serî li rayedarên dewletê dabû. Abdulkerîm Ozdemîrê ku ev daxwaz kiriye ji Herêma Sefînê 500 mîtro dûrtir qana komirê ya Deriyê Cebraîl vekiriye û Çiyayê Cûdî talan dike. Bi hinceta veşartina vê talanê dixwaze mizgeftê çêbike. Her wiha herêma Keşkê Mendê ya gundê Nêvava dîsa di bin kontrola Abdulkerîm Ozdemîr û yek ji dewlemendên Şirnex Yahya Acar e.
Dîsa herêma Divin û kanên komirê yên li derdora gundên Nerex û Kiron, Geliyê Siyar, Avga Zîrê û Herêma qanên Berdînê di bin kotrola Veysî Bayar, Halît Olcay û Kamîl Sûnar,Înal Îbren, Ridvan Barinç, Necmedîn Gokalp, Suleyman Seyrek, Hafzullah Tatar, Metîn Îlçî de ne.
Vaye bi salan e di navbera Şirmex û Wanê de rêyek tê vekirin û hêj vekirina rê berdewam dike. Hin kesan ji bo talankirina xwezaya navnera Wan û Şirnexê de destûra madenên binerd stendinê û bi vekirina vê riyê dê talankirina herêmên weka Mêrg û Marê, Besta Mêremê, Çiyayê Herekolê, Girê Mizgefta, Besta Hincê ypîên gundên Romaran, Sergê Mehemê Osê, Cînîwer, Bolûze, Ayvan û Behra Hincê destpê bike.