13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ramî Abdurehman: Deverên dagirkirî tenê ji bo çeteyan bi ewle ye

Gerînendeyê saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdurehman der barê kuştina serçeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da.  Ramî Abdurehman di daxuyaniyê de bal kişand ser cihê hebûna çeteyên DAIŞ’ê û têkliya wan a bi dewleta tirk re û wiha got: “Deverên ku ji alî dewleta tirk ve hatine dagirkirin ji bo çete û rêveberên rêxistina DAIŞ’ê deverên herî bi ewle ne. Heke ne wiha bûya çima dê ewqasî bi rihetî li wan deveran tevbigeriyana. Li wan deverên dagirkirî tu metirsî li jiyana wan tune ye, tenê balafirên bê mirov ên koalisyona navnetewî carê wan dikin hedefa xwe.”

Ramî Abdurehman li ser kuştina serçeteyê bi navê Mahir El Aqal jî wiha got: “Ev mirov bi rihetî di navbera Cerablus û Efrînê de diçû û dihat û gelek çeteyên din ên wekî wî hene.”

Abdurehman der barê têkiliya di navbera wan çeteyan û istixbarata tirk de jî wiha got: “Çekdarên girêdayî dewleta tirk ên ku navê Artêşa Niştimanî li xwe dikin daxuyaniyek weşandin û gotin ku tu têkliya Ehrar El Şîerqiye bi wî serçeteyê ku hatiye kuştin tune ye. Lê çavkaniyên me teqez dikin ku bi taybetî di nava vê koma çekdar de gelek çeteyên DAIŞ’ê hene. Her wiha em baş dizanin ku gelek serçeteyên DAIŞ’ê li deverên di bin dagirkeriya dewleta tirk de hatine bicih kirin. Ji xwe haya istixbarata dewleta tirk jî ji wan heye û wan bi xwe hezaran bi çete ji sînorê xwe derbasî Sûriyeyê kirin da ku şoreşa gelê Sûriyeyê têçk bibin û wan ji xwe re bidin bikaranîn.”