Ramazan Karataş di sala 1993yan de hatibû girtin. Di doza hatî darizandin de, cezayê girtîgehê yê muebetê lê hatibû birîn. Ramazan Karataş ê ku li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbol, Balikesîr û Konyayê ma, di sê salên dawî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregli ya Konyayê girtî dima. Mîna gelek girtiyên din, berdana Karataş jî ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” red kiribû, 4 caran ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin.
Karataş 11ê Nîsanê hate berdan û ber bi warê xwe navçeya Panos a Agiriyê ve bi rê ket.