12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

RAJIN, MKG û DGF’ê êrîşa li dijî rojnamegeran şerşezar kir

RAJIN, MKG û DFG'ê êrîşa dewleta tirk a li dijî rojnamegeran ku bû sedema kuştina 2 rojnamegerên jin û birîndarkirina 6 rojnamegeran bi tundi şermezar kirin.  

Koordînasyona RAJIN’ê êrîşên Dewleta Tirk a li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê a li ser wesayîta Şîrketa Medya ya Çetir kir û du rojnamevan hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn şermezar kir. RAJIN’ê anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî kurdê azad di rastiya ragihandina  azad de îro jî dewam dikin û got: “Hevreyên me Gulîstan Tara û Hîro Behdînan jî bûn hedefa êrîşên. Hevrê Gulîstan Tara ji sala 2000’an ve weke kedkara çapemeniya azad li gelek qadan têkoşîn da meşandin. Ji sala 2018’an ve jî li başûrê kurdistanê xebatên xwe domand. Li başûrê kurdistanê her kêliyeke xwe ji bo ku rewşa jinên kurd li başûrê kurdistanê, rastiya êrîşên dewleta tirk ya li ser gelê kurd û tevgerên işkalê yên ku ji aliyê dewleta tirk ve têne pêşxistin, rastiya îxanet û gemariya nûkeriya ku di şexsê PDK de tê jiyan kirin bi hemû kar û xebatên xwe ve hewil da ku vêna ji raya giştî re eşkere bike. Hêro Behadîn jî weke rojnamevaneke ciwan di ragihandinê de xebat dida meşandin. Ev her dû hevalên me îro bûn hedefa êrîşên dewleta tirk û şehîd bûn. Ev buyer me pir xemgîn kir û em di destpêkê de sersaxî ji bo malbatên wan, hevalên wan yê rojnemvanên ragihandina azad û gelê kurd dixwazin.

MKG û DFG’ê jî êrîş şermezar kir

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê êrişa li ser rojnamegeran şermezar kirin û destnîşan kirin ku êrişa li ser rojnamegeran derveyî mirovahiyê ye. MKG’ê û DFG’ê wiha got: “Ev êrişa ne ya ewil e ku li Silêmanî li dijî rojnamegeran pêk hatiye. Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, Akademisyen û Rojnameger Nagihan Akarsel bi êrişa çekdarî ya li ber mala xwe hat qetilkirin. Nagihana ku nûçegihantiya jinê kir û li ser vê yekê lêkolîn kir bi salan li Silêmaniyê dijiya. Li vir di heman demê de ji bo ‘Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê’ jî xebat dida meşandin.  Êrişa li dijî rojnamegeran tenê bi Silêmaniyê sînordar nemaye. Di 20’ê Mijdara 2022’yan de Tirkiyeyê êrişa hewayî li Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn ji bo alîkariya birîndaran derketibûn rê. Di 24’ê Tebaxa 2023’yan de Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî wesayita xebatkarên JIN Tv’yê ya di navbera rêya Qamişlo-Amûdê kir. Bi vê êrişê Necmeddin Feysel Hecî jiyana xwe ji dest da. Dîsa Tirkiyeyê di 8’ê Tîrmeha 2024’an de bi SÎHA’yê êrişî Şengalê kiribû. Bi vê êrişê nûçegîhanê Çira TV’yê Murad Mîrza Îbrahim jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê êrişê xebatakara Çira TV’yê Mydia Hussen her wiha kedkar Khalaf Khdir jî birîndar bûbûn.”

MKG û DFG’ê bang li hemû saziyên navneteweyî kir û got: “Li dijî êrişan peywira xwe bi cih bînin. Ji bo kesên van êrişana li dijî rojnamegeran pêk tînin bê ceza nemînin em ê têkoşîna civakî û hiqûqî dewam dikin. Em vê yekê niha ji raya giştî re radigihînin. Em li hember bîranîna Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Îsam Ebdullah, Necmeddin Feysel Hecî, Murad Mirza Îbrahim û Nagihan Akarsel bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”