27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rahmanî: Ji bo civakê bitirsîne mirovan darve dikin

Rojnameger Bahram Rahmanî anî ziman ku di salên dawî de li Îranê rêjeya darvekirinê zêde bûye û got: “Rejîma Îranê ne ji bo cezakirina sûc, ji bo tirsandina civakê mirovan bi dar ve dike. Darvekirin kiriye amûra hêzê.”

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem aşkere kir ku di sê salan de Rejîma Îranê 2 hezar û 910 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dar ve kirine. Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ destnîşan kir ku rejîma Îranê di 20 rojên borî de 164 kes bi dar ve kirin.

Rejîma Îranê her roj mirovan bi dar ve dike. Li gorî raporên saziyên mafên mirovan her mehê bi dehan mirov têne darvekirin. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê jî rejîma Îranê di ilonê de, li rojhilatê Kurdistanê 47 kes bi dar ve kirin.  Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem, bi boneya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Amînî û destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ amarên darvekirinê yên ji sala 2022yan ve par ve kirin.

Li gorî daneyên ku Mehmud Emîrî kom kirine, ji 26ê îlona 2022yan ve 2 hezar û 910 kes li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Ji vana 83 jin, 37 girtiyên siyasî ne û 14 kes jî xwepêşander bûne. Li gorî daneyan 4 ji wan zarok in.

Li gorî daneyên Mehmûd Emîrî di xwepêşandanên sala 2022an de 551 kes hatine kuştin. Ji wan 68 zarok bûn. Li gor daneyan, tenê di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li bajarê Îranê Zeyîdan zêdetirî 104 kes hatine kuştin û 14 ji wan zarok û 4 jî jin bûne.

Meha tebaxê 197 kes

Li gorî daneyên mafên mirovan rejîma Îranê ,meha tebaxa, 197 kes bi dar ve kirin. Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ diyar kir ku meha tebaxê 197 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ di 83yemîn hefteya xwe de li dijî cezayê darvekirinê yên li rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir. Bi daxuyaniyê hat diyarkirin ku di meha tebaxê de 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Kampanyaya “Sêşemên ji Darvekirinê re Na” di 9ê çileya 2023an de wek nerazîbûnek li dijî darvekirina girtiyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate damezrandin. Her roja sêşemê endamên kampanyayê dest bi çalakiya birçîbûnê dikin.

38 jin hatin darvekirin

Komîsyona Jinan a Encûmena Nîştimanî ya Parastina Îranê di raporeke xwe de bal kişand daneyên darvekirina jinan a di 9 mehên 2025an de. Komîsyona Jinan destnîşan kir ku di 9 mehên 2025an de li rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 175 kes hatine darvekirin. Komîsyonê da zanîn ku ji vana 38 kes jin in û ev agahî parve kir: “Ji 30yê tîrmehê heta 30yê îlonê 14 jin hatine darvekirin.”

Li gor amaran di salên borî de hejmara jinên ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin wiha ye; sala 2022yan 15 jin, sala 2023yan 26 jin, sala 2024an 34 jin û ji sala 2007an ta niha jî zêdetirî 300 jin li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Ne ji bo cezakirinê, ji bo tirsandinê ye

Nivîskar, rojnameger û analîstê polîtîkayê Bahram Rahmanî, têkildarî darvekirinên li Îranê pirsên rojnameya me Xwebûnê bersivandin. Rojnameger Rahmanî destnîşan kir ku di salên dawî de rejîma Îranê ji bo civakê bitirsîne mirovan bi dar ve dike û got: “Ne ji bo cezakirina sûc, ji bo tirsandina civakê mirovan bi dar ve dike. Rejîm darvekirina mirovan kiriye amûra hêzê.’’

Bahram Rahmanî da zanîn ku dema mirov li kolanan çalakiyan li dar dixin û dema jin li qadan dibêjin “Jin Jiyan Azadî” an jî dema kurd, belûc û ahwazî mafê xwe dixwazin, rejîma Îranê darvekirina mirovan zêde dike û wiha axivî: “Dewlet ji bo mirovan têxe fermana xwe her tim bi kuştinê ditirsîne. Ji ber ku pergala hiqûqê ya Komara Îslamî ya Îranê xwe dispêre şerîatê, cezayê darvekirinê wekî bîrdozî ‘rewa’ dibîne. Ol zexta siyasî wekî zexteke pîroz dide xuyakirin.”

Rahmanî destnîşan kir ku amûra hilberîna travmaya kolektîf e û wiha axivî: “Rejîm bi înfazên veşarî ku li zindan û kolanan dike, peyama ‘binêrin dewlet dikare hem we bide jiyandin û hem jî dikare we bikuje.’ Bi vê tirsê dixwaze mirov her tim qels û sist bin. Dixwaze baweriya mirovan a li hemberî hev bişkîne. Lê li pêş çavê cîhanê Îran ne dewleta edaletê, dewleta tirsê ye.”

Di qeyranên aborî û siyasi de zêde bi dar ve dikin

Bahram Rahmanî bal kişand ser pergala darazê û got: “Dadgeh bi pirani bê delîl dadirizîne. Destûr nade ku parêzer parastinê bikin. Li ser îtirafan ceza dike. Li şûna edaletê ewlehiya rejîmê diparêze. Cezayê darvekirinê ji bo rejîmê wekî operasyona paqijiyê ye. Sala 2022an, di serhiladana Jîna Amînî de û sala 2024an jî qeyrana aborî darvekirin zêde kir. Rejîm, ji bo hêrsa civakê bitepisîne polîtîkayên tirsê û şokê dixe meriyetê û darvekirinê zêde dike. Serê sibê bi dar ve dikin û medya dewletê di nûçeyên xwe de dibêje ‘encama berxwedanê darvekirin e.’ Piraniya kesên tên darvekirin, kesên belûc, kurd, ahvazî û ereb in.”

Her sal darvekirin zêdetir dibe

Bahram Rahmanî bal kişand ser rêjeya darvekirinên salên borî û wiha lê zêde kir: “Di 2024an de herî kêm 975 mirov hatin darvekirin û di 2023yan de herî kêm 853 kes hatin darvekirin. Di 2023yan de ji sedî 20ê darvekirî belûc bûn. Sala 2024an herî kêm 31 jin hatin darvkirin û di heman salê de 108 belûc, 84 kurd hatin darvekirin.’’

Li dawiya nirxandinên xwe, rojnameger Bahram Rahmanî li ser nêzîkatiya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî axivî û got: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) her sal rapora darvekirinên Îranê bi raya giştî ya cîhanê re par ve dike. Kampanya taybet a “Stop Executions in Iran” bi rê ve dibe. Li Netewêyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê xebatên lobiyê dikin. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raporên derbarê pergala Îranê parve dike. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) û mekanîzmayên taybet ên NYê, bang dikin ku derbarê rayedarên Îranê lêpirsîn bidin destpêkirin.’’