Hate ragihandin ku Artêşa Hindistanê weke çend şevên beriya niha bi çekên sivik êrîşî yekîneyên Pakistanê ên li Kaşmîrê ku xeta sînorî ya di navbera her du welatan e, kiriye.
Artêşa Hindistanê da zanîn ku yekîneyên wê ‘bi pîvan û bi bandor bersiv dane provokasyonan.’
Delhiya Nû da zanîn ku tu kesî jiyana xwe ji dest nedeya lê belê Pakistanê hê daxuyaniyek nedaye.
Rageşiya di navbera Hindistan û Pakistanê de ji êrîşa 22yê nîsanê ya li Pahalgam a herêma Kaşmîrê ve ye zêde dibe ku di êrîşa berbehs de 26 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn.
Delhiya Nû bêyî ku Pakistan têkildarî bûyerê daxuyaniyekê bide ew weke berpirsê bûyerê girt.
Pakistanê jî diyar kir ku tu eleqeya wê bi êrîşê re tune ye û bang kir ku bûyer bi awayekî bê alî were lêkolînkirin.
Her du welatan bi êrîşan bersiv dan hevdu û fermana girtina sînoran dan. Hindistanê jî bang kir ku bila welatiyên Pakistanê heta roja dêşemê ji Hindistanê derkevin.
Li gorî pisporan ev daxuyaniyên şerî wê rê li ber operasyonên leşkerî vekin.
Kaşmîra ku piraniya wê ji Misilmanan pêk tê, di sala 1947an de di navbera Hindistan û Pakistanê de hatibû parvekirin. Ji wê demê ve ye her du welatên navborî dixwazin kontrola herêmê bidest bixin. Her wiha ji sala 1989an ve ye di navbera serhildêrên serxwebûnxwaz û yekîneyên Hindistanê de şer pevçûn rû didin û bi deh hezaran welatiyan jî di encamê de jiyana xwe ji dest dane.