12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Radyo Hêvî teklîfa reklamê ya HEDEP’ê red kir

Radyo Hêvî ku bi kurdî weşanê dike, teklîfa reklamê ya  Rêxistina HEDEP’ê ya Bajar a Stenbolê red kir û angaşt kir ku dayîna reklamên HEDEP’ê qedexe ye.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Bajar a Stenbolê wê di 12’ê mijdarê de 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê pêk bîne. Rêveberên HEDEP’ê yên Stenbolê, ji bo ku der barê kongreyê de reklameke wan biweşîne bi rayedarên Radyo Hêvî re ketin têkiliyê.  Rayedarên radyoyê teklîfa HEDEP’ê bi hinceta “qedexe” ye red kirin.

Komîsyona Çapemeniyê ya Rêxistina HEDEP’ê ya Bajar a Stenbolê, der mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt got: “Radyo Hêviyê diyar kir ku ‘qedexe’ ye û nikarin danasîna kongreyê bikin. Tevî ku hevalên me yên xebatên çapemenî û weşanê dimeşînin diyar kirin ku dikarin ji saziyên çapemeniyê re daxwazeke wiha bikin jî kesê li ser navê Radyo Hêviyê hevdîtin kiriye bi helwesteke tinazokî gotiye ‘hûn naveroka banga xwe bişînin em ê li binêrin’.

HEDEP’ê di berdewama daxuyaniyê de ev agahî da: “Radyo Hêvî ku îdia dike muzîka kurdî dike û xwedî li muzîk û zimanê kurdî derdikeve, bi feraseta desthilata ku hewl dide partiya me krîmînalîze bike tevdigere. Ev helwest li dijî feraseta rêgezî ya weşanê ye. Em vê helwesta li dijî partiya me şermezar dikin û qebûl nakin. Em vê yekê ji teqdîra gelê xwe re dihêlin.”