Li gor daneyên Rêxistina Mafê Mirovan li Îranê, sala 2025an, hezar û 500 kes hatine darvekirin. Li gor daneyên aborî pereyê Îranê riyal ê ku berî rejîma îslamî, sala 1979an, dolarek amerîkî 70 Riyalî bû, niha bûye 1.4 milyon riyal. Ambargoya navneteweyî ya li ser Îranê, jiyan li mirovan teng kiriye. Pêdiviya gelên Îranê bi aboriyeke xurt û azadiyeke gelemperî û parastina mafê jiyanê heye. Li Îranê rejîma îslamî mafê jiyanê û mafê azadiyê xistiye nav lêvên xwe û girtin û darvekirin kiriye parçeyeke domdar a jiyana gelên Îranê. Gel birçî, reben û hêsîr e; kêr gihîşt hestî û gel rabûn ser piyan.
28ê kanûnê bazarvan, dikandar û esnafan bi ketina riyal li hemberî dolarê amerîkî û xerabûna aboriyê deriyên dikanên xwe dadan û li sûka Tehranê daketin qadan. Hêzên ewlekariyê yên rejîmê bi tundî bi ser xwepêşandaran de çûn û zêdeyî sih kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Lê xwepêşandan ranewestiyan. Li gelemperiya Îranê belav bûn û gihîştin Kurdistanê. Li gor agahiyên dawî bajarên Îlam, Abadan, Kirmanşan bi tevayî ketin destê xwepêşandaran û dor hatiye Sinê, Pîranşar û Mahabadê.
Xwepêşandanên bi sedema xerabûna rewşa aborî dest pê kir, di demeke kin de veguhezîn daxwaza azadî, wekhevî û rizgariya ji koledariya îslamî. Xwepêşandaran guhertina rejîmê xwest. Dewletên li ser Îranê xwedîbandor ên wek Îsraîl û Amerîka destekeke pasîv da xwepêşandaran. Lê her kêlî dikare ev destek veguheze piştgiriyeke çalak jî.
Herî zêde hikûmeta Tirkiyeyê ket nav tirs û xofê. Ji ber ku dizane, piştî ketina rejîma Îranê êdî dor wê bê wê. Ji bo vê niha dengê xwe dernaxe û temaşe dike bê ka serhildan wê bi kîjan aliyî ve biçin.
Di vê navberê de çend partiyên siyasî yên li Îran û Kurdistanê daxuyaniyên hevbeş dan û daxwaza hilweşandina rejîma Îranê anîn ser ziman. Herçendî serhildana niha bi qasî serhildana li hember kuştina Jîna Amînî ya 2022yan, ne xurt û berfireh be jî, ji sedema rewşa aborî, zêdebûna dardakirinan, tengkirina derfetên azadiya mirovan, xeteraya li ser jiyana mirovan, dibe ku ber bi hilweşandina rejîmê ve biçe. Tirsa vê yekê di daxuyaniya Alî Hameney a ‘’bi xwepêşandaran re biaxivin’’ de jî diyar dibe.
Bi kinayî, li Îranê rewşeke daxwaza başkirina rewşa aborî û mercên jiyanê bi serhildanan daye destpêkirin. Ev yek berdawama nerazîbûnên gel ên bi salan e. Ji bo gelên li Îranê yên azerî, belûc û kurd dikare rewşeke azadbûnê bi xwe re bîne.
Gelê kurd ji sala 1639an û vir ve bindestê farisan û rejîmên Îranê ye. Gelê kurd her dem ji aliyekî ve li hember vê dagirkeriyê serî hildaye û ji aliyekî ve jî kurdîtiya xwe parastiye. Herî dawî di dawiya şerê cîhanê yê duyem de, sala 1946an, Komara Mahabadê bi rêveberiya Qazî Mohamed hat damezirandin. Lê bi xiyaneta rejîma Rûsyayê ev dewlet hat têkbirin û serokên dewletê, adara 1947an, hatin darvekirin. Pişt re rejîma Îranê sekreterê PDKê birêz Abdurehman Qasimlo tevî du endamên navendî Qasim Şemsedîn û Fadil Rasûl li ser maseya hevdîtina xweseriyê li Viyanayê, tîrmeha 1989an, kuştin û ev yek wek sûîkasta dîplomatîk derbasî tarîxa cîhanê bû. Ew roj û ev roj e, kurd nikarin baweriya xwe ne bi rejîma Îranê, ne jî bi rejîmên dagirker ên wek Tirkiye, Iraq û Sûriyê bînin. Li vir, divê were diyarkirin ku li rojavayê Kurdistanê jî niha bi êrîşkirina ser taxên kurdan ên li Helebê, heman xiyanet û sûîkast li hember kurdan tê kirin. Terorîstên DAIŞî yên bi ser Tirkiyê ve, bi kişdana xayînên wek Hakan Fîdan û MÎTê êrişî destkeftiyên kurdan dikin, armanca her çar dagirkeran, tunekirina kurdan û bindestkirina wan e. Yek ji wan jî naxwaze kurd bigihîjin mafên xwe yên bingehîn, azadiya jiyanê û aramiya civakî.
Ji bo vê kurd di demeke pir girîng û hesas re derbas dibin. Sala 2026an dikare ji bo kurdan bibe saleke gihîştina azadiya hesreta salan û dikare rêya têkçûnê jî li ber kurdan vebike. Ev yek ji daxwaz û îradeya dewletên dagirker zêdetir, di dest kurdan de ye. Divê kurd vê salê û derfetên derdikevin pêşberî wan pir bi hostayî, dîplomatîk, siyasî, leşkerî û ji sedî sed li gor berjewendiya giştî kurdan û gelên bindest ên bi kurdan re heman qederê dijîn, gelên wek asûr, belûc, durzî, azerî tev bigerin.
Pêdiviya kurdan îro ji her demê zêdetir bi hevkarî, yekîtî û xwedîderketina li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Îro Amed Mahabad e, Qamişlo ye, Hewlêr e. Îro Hewlêr Kirmanşan e, Efrîn e, Wan e. Îro Sinê Dêrsim e, Kobanî, ye Kerkûk e. Divê îro kurd tev yek dil, yek mêjî, yek hest û raman roj bîst û çar saet li qadan bin. Bi taybetî gelê kurd ê li Ewropa, Qafqasan, Tirkiyeyê û li her aliyê cîhanê her roj bi çalakiyan daxwaza azadiyê bilind bikin. Hemû dost, nas û cîranên xwe bi xwe re biherikînin qadan, azadiya Rojhilat, azadiya Rojava ye. Azadiya Rojava azadiya Bakur e, azadiya Bakur azadiya Başûr û giştî ya Kurdistanê ye.
Tevî pêvajoya aştiya li bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin û gavavêtinên girîng ên aliyê kurdan hatine avêtin jî, dewleta tirk hîn jî dev ji qirkirin, tunekirin û dek û dolabên xwe yên li ser qedera kurdan bernedane. Divê kurd bi zanistiya vê rastiyê tev bigerin, ji hev hez bikin, li hev xwedî derkevin, dest bidin hev, Rojava û Rojhilat bi tenê nehêlin. Ger pêdivî pê hebe hemû kurd biherikin Rojhilat û Rojava û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin; ciwan, jin, xort, keç tev ji bo azadiyê hene, kurd êdî li bilî azadiyê tiştekî din qebûl nakin. Çi azadiyên miletên din hebin, divê yên kurdan jî hebin. Divê jiyana kurdan êdî ji girtin, kuştin û dardakirinê were rizgarkirin, divê zarokên kurd jî bikaribin bi hest û ramanên ewle siberoja xwe xêz bikin. Ev mafê me yê herî bingehîn e. Azadî hatiye ber derî, lê kes diyarî nade me, divê em rabin û destê xwe dirêjî azadiyê bikin û bi hev re ber bi jiyaneke rûmetir, demokrat û wekhev ve bimeşin.
Divê rejîmên desthilatdar ên mafê jiyaneke azad ji bo gelan û bi taybetî ji bo kurdan wek maf nabînin û jiyanê li gelan û bi taybetî li kurdan dikin dojeh, êdî ew bi xwe bi dojehê şa bibin û gelên herêmê tev bi hev re azadiya xwe bi dest bixin. Tiştek ji azadiyê birûmetir tune ye û azadî mafê me ye. Îran bi kevneperestiya îslamî, Sûriye bi terorîzma DAIŞê, Tirkiye bi helandin û tunekirina bi kemalîzmê dixwazin serhildan û rabûna gelê kurd rawestînin û bitemirînin. Kurd wê bi îrade, biryardar û hevgirtina xwe ya neteweyî destûrê nedin vê yekê û bi ser bikevin.
