3 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên Komkujiya Sêwasê hatin bibîranîn

Li Sêwasê bi hezaran kes di salvegera 32yemîn a Komkujiya Otela Madimakê de 33 qurbanî bi bîr anîn. Di bîranînê de hat gotin ku ew ê komkujiyê ji bîra nekin.

Li Sêwasê bi pêşengiya sazî û komeleyên elewiyan 33 qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn. Di salvegera 32yemîn a Komkujiya Otela Madimakê de kujer hatin şermezarkirin û qurbanî hatin bibîranîn. Ji bo bîranînê bi hezaran ber bi Otela Madimakê ve meş li dar xistin û wêneyên qurbaniyan hatin hildan.

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû û şandeya bi wan re, nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û bi hezaran welatî tev li merasîma bîranînê bûn.

Di meşa bîranînê de dirûşm hatin berzkirin, kujer hatin şermezarkirin û navê 33 qurbaniyan hat xwendin.

‘Mafên gelan û baweriyan qebûl bikin’

Piştî meşê bi hezaran kes li ber otela Madimakê civiyan û daxuyanî li vir hat dayîn. hevserok Tulay Hatimogûllari axivî û got: “Em her dem daxwaza elewiyan a welatîbûna wekhev tînin ziman. Di pêvajoyek aştî tê axaftin de divê mafên hemû bawerî û gelan werin qebûlkirin û bên mîsogerkirin. Me gelek êş kişandin. Ji bo ev êş bi dawî bibin werin em hemû bi hev re bimeşin û ji bo pêşxistina pêvajoya qanûnî û qanûna bingehîn têbikoşin. Em bikin ku bila Otela Madimakê bibe muzeya şermê.”

 ‘Em ê ji bîr nekin’

Serokê  PSAKDê Cuma Erçe jî li ser navê saziyên elewiyan axivî û qurbaniyan bi bîr anî. Erçe destnîşan kir ku 32 sal in ew ji bo qurbaniyên komkujiyê li edaletê digerin û got: “Kujeran serbest berdan. Niha di nav me de ne. Yên ku kujeran parastin û wan berdan xwedî heman zîhniyetê ne. Em carek din soz didin qurbanî û canên xwe ku em ê we ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê nehêlin ku ev welat teslîmî tariyê bibe.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.