15 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên Komkujiya Garê bi bîr anîn

Kesên di Komkujiya Garêde jiyana xwe ji dest dabûn di 116mîn meha komkujiyê de hatin bibîranîn.

Di 10ê Cotmeha 2015an de DAIŞê li Qada Gara Trênê ya Enqereyê li dijî kesên beşdarî Mitînga Aştiyê bûbûn, êrişa bombeyî pêk anî. Di êrişê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, di meha 116mîn a komkujiyê de hatin bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de dirûşma “10ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hate berzkirin.

Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Komeleya 10ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik axivî û destnîşan kir ku ji bo aştî, demokrasî, xwişk-biratî û edaletê 116 meh in bênavber têdikoşin. Kocabiyik bi domdarî bal kişand ser danişîna doza bersûcên fîrarî yên komkujiyê ku dê di 17ê Hezîranê saet 10:00an de li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin û banga tevlibûnê kir. Kocabiyik, bi domdarî got: “Em ji bo doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê bang dikin; wer in em bi hevre mil bi mil ji bo aştî û demokrasiyê bimeşin.”