10 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê yên Gara Enqereyê di salvegera 10emîn de li cihê komkujî pêk hatiye ji aliyê sedan kesan ve hatin bîranîn

Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Odaya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê, di salvegara komkujiya 10ê Cotmehê de li cihe ku komkujî pêk hatibû bernameya bîranînê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û bi sedan kes tev li bîranînê bûn. Girseya li Metroya Ulusê kom bûn li wir heta cihê komkujiyê meşiyan. Girseyê pankarta “Em komkujiya 10ê Cotmehê ji bîr nakin” vekirin. Girsê li Stasyona Beta ya Garê dirûşmeyên, “Kujer DAIŞ hevkar AKPê”, “Bijî wekheviya gelan”, “Kujer dewlet wê hesab bide” , “Li dijî faşîzme mil bi mil”, “Şehîdên aştiyê nemirin” û “Dê roj be kujer dê hesabê bidin gel” berz kir. Girseyê li Stasyona Garê li ber bîrdariya qurbaniyên komkujiyê bernameya bîranînê pêk anî. Di serî de ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyekê rêzgirtin pêk hat.

‘Têkoşîna edalet û aştiyê didome’

Li vir metna daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Komeleya Astiyê ya 10ê Cotmehê Mehtap Sakincî ve hat xwendin. Mehtap Sakîncî destnîşan kir ku 10 sal in ew li pêy edaletê ne û wiha got: “10 sal in xeyala wan a aştiyê pêk nehat. Şerê li niha cihanê diqewimê jî nîşana pêvîstiya daxwaza wan a aştiyê ye. Daxwaza wan niha jî derbasdar e. Heta edalet pêkneyê aştiyeke rastîn nabe. Em têkoşîna xwe ya edalet û aştiye didomînin. Di van 10 salan de di doza komkujiyê de jî polîtikayên bê cezahiştinê dîsa pêk hat. Em ji vê pergalê re dibêjin, gotina me hê neqediya.”

Piştre jî malbatên qurbaniyan û nûnerên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB axivîn û daxwaza edaletê kirin û gotin heta edalet pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Heta aştî pêk were têkoşîna me wê bidome’

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî di bernameya bîranînê de axivî ev tişt gotin: “Heta edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dema aştî û civaka demokratîk pêk hat, hesabê vir jî wê bê pirsîn. Em soz didin ji malbatan re û qurbaniyan re ku heta aştî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Serokê Partiya Kedê (EMEP) Seyîd Aslan jî anî ziman ku ew ê têkoşîna edalet û aştiyê bidomînin.

Paralementerê Meletî yê CHPê jî bi lêv kir ku ew komkujî li ber çavan hat kirin û desthilat berpirsê komkujiyê ye.

Piştî axaftinan girsê dirûşm berz kirin. Bernameya bîranînê bi danîna qurnafîlan li cihê komkujiyê bi dawî bû. Piştî bîranîna li cihê komkujiyê girse xwest ber bi Edliyeya Sihhiyeyê meş li dar bixe. Polîsan destûr neda meşê û êrişî girseyê kirin.