Cigirê Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di dema propagandaya ji bo hilbijartinê de, behsa pirsgirêka mûçeyê karmendên başûrê Kurdistanê kir.
Qubad Talebanî got ku pirsgirêka mûçe nehatiye çareserkirin, ya heyî tenê pîneyeke û dawiya salê jî, wê heman pirsgirêk carek din serî hilde.
Talebanî got ku divê pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Federal a Kurdistanê de, li gorî destûrê bê çareserkirin.
