14 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qubad Talabanî: Divê Tirkiye vê fersendê baş bikar bîne

Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî diyar kir ku PKKê berpirsyartiya xwe bicih aniye û divê Tirkiye vê firsendê baş bi kar bîne.

PKKê biryarên 12emîn Kongreya xwe duh bi raya giştî re parve kir. Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî têkildarî biryarên kongreyê peyamek parve kir.

Peyama Qubad Talabanî wiha ye: “Partiya Karkerên Kurdistanê bi kongreya xwe ya 12emîn berpirsyartiya xwe ya li beramberî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi cih anî û derî li pêş qonaxek nû de vekir. Hêvîdarin hikûmet, saziyên yasayî û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî sûd ji vê derfetê bibînin daku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi rêyên yasayî û aştiyane bê çareserkirin.”