12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê operasyonên Birûska Cizîrê bi dawî kir

HSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona xwe ya ‘Birûska Cizîrê’ ya li dijî DAIŞ’ê ku beriya 8 rojan dabû destpêkirin bi dawî kiriye. HSD’ê da zanîn ku di operasyonê de 154 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 29’ê kanûna 2022’yan de li dijî şaneyên DAIŞ’ê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê ‘Birûska Cizîrê’ dest bi operasyoneke berfireh kir. Di encama operasyonên xwe yên 8 rojan de HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyona xwe ya ‘Birûska Cizîrê’ bi dawî kiriye û dest bi qonaxeke nû ya operasyonên ewlehiyê kiriye.

Daxuyaniya HSD’ê bi giştî wiha ye:

“Hêzên me di 29′ê Kanûna 2022′yan de bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Koalîsyona Navneteweyî Operasyona ‘Birûska Cizîrê’ ji bo serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst ên li herêmên çolistanê, gundewaran û mezrayên sivîlan bi navê tevgerî xwe veşartine, da destpêkirin. Operasyonê 8 rojan berdewam kir. Operasyon li 55 gund, mezreyên Holê, Til Hemîs û Til Birakê û hin cihên li 3 bajarokan û rûberên fireh ji sînorê Sûriyê-Iraqê pêk hat.

Pêwîstiyên demkî

Plan bû ku operasyon di mijdara par de pêk bihata, lê bi sedemên êrişên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên me li hember van êrişan hate derengxistin.

Rêxistina terorîst êrişên dawî derfet girt û hewl da kapasîteya xwe ya tevgerîna li herêmên çolistanê yên nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê geş bike, li herêmên niştecihan bi taybet li Hol, Til Hemîs û Til Birakê xwe bi cih bike. gelek alavên bombebarkirî hatin amadekirin, çek û cebilxaneyên mezin ji bo amadekirina êrişên terorane yên muhtemel hatin depokirin. Hêzên me di demeke beriya niha de ev mîqdara mezin ji wan girtin û gelek êrişên wan têk birin.

Şaneyên rêxistina terorîst alavên bombebarkirî mîna ya di Çileya 2022′yan de pê êrişî girtîgeha Sîna kiriye û deriyê girtîgehê teqandine amade kiribûn, lê hêzên Operasyona Birûska Cizîrê 3 çeteyên beşdarî peydakirina desteka lojistîk û amadekirina alavên bombebarkirî ji çeteyên DAIŞ′ê re yên êrîşî girtîgeha Sîna kiribûn girtin. Wan li kampa Holê û li Til Hemîsê xwe vedişart.

Şaneyên rêxistinê plana gelek êrişan dikirin ku herêmên Qamişlo û Hesekê di şahiyên cejnên Neolê û Sersalê de hedef bigirin. Lê Operasyona Birûska Cizîrê derbeyeke pêşîn û ji nişka ve li wan dan û êrîşên muhtemel têk birin û gelek planger girtin û şahî di rewşeke ewle de hatin lidarxistin.

Li kêleka serdegirtina şaneyên rêxistina terorîst de hêzên operasyonê gelek sûcdarên beşdarî kiryarên krîmînalîzekirinê ku şêniyên herêmê û rûspiyên wê bûbûn, girtin.

Pêwistiyên dem dirêj

Operasyona Birûska Cizîrê mîna berdewama têkoşîna leşkerî ku hêzên me li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst pêk tînin û di çarçoveya plana li gorî pêwîstiyan pêk hat. Operasyon li herêmên Hol, Til Hemîs û Til Birakê bi sedema hewla hin şaneyên terorîst a şantajkirina şêniyan ku îdeolojiya xwe ya tundraw li ser wan ferz bikin û endamên nû bikişînin nava xwe bi rêya peyam û xîtaba çapemenî, pêk hat. Di vê yekê de hin kesên dijberî Rêveberiya Xweser bûn alîkar, ew hatin girtin û torên wan ên leşkerkirinê, torên leşkerkirina kesên temen biçûk jî hatin girtin.

Rêveçûn û encamên operasyonê

Operasyon ji gelek aliyên ve di saetên destpêkê de hate destpêkirin. Da ku endamên xeternak ên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bigirin. Hêzên hevbeş encamên yekser bi dest xistin û gelek çeteyên beşdarî gelek êrişan bûne girtin. Her wiha gelek kesên beşdarî hêsankirina êrişên terorane bûne girtin.

Dûre operasyon berfireh bû û hemleyên lêgerînê li gund û herêmên tê de şaneyên terorîst tev digerîn û hewl da ji ber çavên hêzên hevbeş birevin pêk hatin û hewlên wan têk birin. Hêzan gelek nuqte û veşartgehên taybet bi şaneyan wêran kirin. Gelek çek û cebilxane, belgeyên îsbatkirin û cilên leşkerî ku çeteyan di veşartina xwe de bi kar dianîn girtin.

Hêzên hevbeş gihaştin sînorê Sûriyê-Iraqê û parçeyên mezin kontrol kirin. Di operasyonan de lêgerîn û serdegirtina cihên teroran de, hêzên me 154 çeteyên beşdarî plangerî û pêkanîna êrîşên terorane bûne girtin. Her wiha çeteyên ku êrîşên rêxistina terorîst hêsan kirine û yên sûc krîmîlazkirinê li dijî şêniyan kirine. Hejmara endamên şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst û yên guman ku hatine girtin; 102 endam in, ji wan 3 beşdarî amadekirin û gihandina erebeyên bombebarkirî ji şaneyên terorîst re bûn ku di Çileya 2022′yan de êrîşê girtîgeha Sîna bûne.

Gelek kesên destê wan di peydakirina destekê ji şaneyên rêxistina terorîst re hebûn, mîna desteke lojistîk û propagandayê hatin girtin; 27 kes. Gelek kesên destên wan di sûcên krîmînalîzekirina li dijî şêniyan de hene. Ji wan rewşên talankirin, revandin û şantaja darayî, 25 kes in.

Di dawiyê de, em hêzên hevbeş ên beşdarî Operasyona Birûska Cizîrê bûne, helwesta şêniyên me li herêmên Til Hemîs, Til Birak û li kampa Holê ku destek û piştgiriyên guncav dane hêzên em pîroz dikin, her wiha spasiya rûspî û şêxên eşîran dikin ku dengê xwe li hember şaneyên DAIŞ′ê yên terorîst bilind kirin û alîkariya hêzên me di tevahî qonaxên operasyonê kirine. Em radigihînin ku hemleya lêgerînê ya Operasyona Birûska Cizîrê bi dawî bû. Her wiha dê hêzên me têkoşîn û serdegirtina şaneyên terorîst bi rêya operasyonên ewlehiyê li gorî pêwîstiyê dewam bikin.”