Li ser vexwendina Bahçelî ku Birêz Abdullah Ocalan bê meclîsê û banga fesihkirina PKKê bike, salek derbas bû. Vexwendina Dewlet Bahçelî ne tenê ji bo ku Abdullah Ocalan banga fesihkirina PKKê bike bû. Li hember vê bangê di heman demê de sozên rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, bi rêya “Mafê Hêviyê” azadbûna fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bi gotinên “bira bê meclisê, di koma DEM Partiyê de biaxive” ji vekirina rê û rêbazên siyasetê ji bo Abdullah Ocalan jî di nav xwe de dihewand. Birez Abdullah Ocalan bersiva vê vexwendinê da û got ku: “Eger zemîna hiqûqî û demokratîk bê amadekirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez meseleya kurdan ji zemîna şer û tundiyê veguherînim zemîna hiqûqî û siyasî.”
Bi vexwendina Bahçelî û bi bersivdayîna bi xwe bawer a Abdullah Ocalan, pêvajoya aştî û civaka demokratîk dest pê kir. Vê carê ji nîqaşa ka kîjan alî gavekê bavêje an dora gav avêtinê ya kê ye, dest pê kir. Ji ber ku Birez Abdullah Ocalan rola xwe pêkbîne, di xwezaya xwe de divê hin gav bêne avêtin. Mînak, ji bo ku PKK kongreya xwe ya ku biryara fesixkirinê bigre, divê dewletê biryara agirbestê bigirta, tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakira û ji bo azadbûna fîzîkî û xebatên serbixwe, şertên azadbûna Ocalan pêk bianiya. Mixabin, dewletê heta niha yek gav jî neavêt. Di qonaxa yekem de, hemû gav ji aliyê Abdullah Ocalan û PKKê ve hatin avêtin. Birez Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de bang li PKKê kir ku ji bo kongreya xwe ya fesixkirinê bicive. PKK di 1ê adara 2025an de bi biryara agirbestê û bicihanîna banga Abdullah Ocalan bersiv da. Di 5-7ê gulana 2025an de kongreya xwe civand û biryara fesihkirinê girt. Lê ji bo çekberdanê, di hêla siyasî û hiqûqî de pêwistî bi hin gavên dewletê hebûn. Dewletê dîsa gav neavêt û barê giran dîsa danî ser milê Abdullah Ocalan û PKKê. Abdullah Ocalan, dîsa ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê bang li PKKê kir ku çek berdin an çekan bişewitînin. Li ser banga Ocalan, komeke endamên PKKê bi pêşengiya Besê Hozat bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di 11ê tîrmeha 2025an de li Şikefta Casenê çekên xwe şewitandin û daxwaza rê vekirina li siyasetê kirin. Lê ji ber ku zemînên hiqûqî û siyasî nehatibûn amadekirin, derfeta tekoşîna siyasî tune bû, dîsa vegeriyan wargehên xwe.
Mirov dikare bibêje ku dewlet di nav vê salê de, xwe ji cihê xwe neleqandiye û gavek neavêtiye. Tenê mehê carekê destûra ku şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike derketiye. Tenê carekê parêzer û malbatên girtiyên girava Îmraliyê karibûne hevdîtinê bikin. Lê tecrîd mixabin hê jî didome. Komisyonek/lijneyek li meclîsê hatiye damezrandin. Lê ew komisyon ne bi zagonê, bi înîsiyatîfa serokê meclîsê hatiye damezrandin. Lê li aliyê din, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango Rojava gef tên xwarin. Her çiqas PKKê xwe fesihkiribe û çek şewitandibe jî, bi rêya balafirên şer li qada PKKê şer didome û li her derên Tirkiyeyê siyasetmedarên kurd û HDP an DEM Partiyê bi hinceta HDK û Komelaya Rojava tên lêpirsînkirin. Ev gef, operasyonên şer û lêpirsînên bi rêya dozgeriyê yên siyasî, hemû li hember pêvajoya aştî û civaka demokratîk provokasyon in. Bi van hemû provokasyonan jî, bi înîsiyatîfa Abdullah Ocalan heta niha hat. Ji niha û pê ve jî pêvajo di qonaxa gavên duyemîn de ye.
Qonaxa gavên duyemîn çi ye gelo?
Qonaxa gavên duyemîn ne “Pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê” ye. Ji ber ku pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê mijara qonaxek an gavek din e. Qonaxa gavên duyemîn; pêvajoya avakirina bingeheke zagonî ji bo gavên ku heta niha Ocalan û PKKê avêtine ye. Ev jî bi giştî peywira dewletê û desthilatê ye. Abdullah Ocalan û PKK di vê qonaxê de bi serê xwe tiştekî ku bikaribin bikin tune ye. Mesela nikarin ji meclisê zagonan derbixin. Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk erka xwe bi cih anî, PKKê jî hewcedariyên bangewaziya ku jê re hatibû kirin pêk anî. Dor dora dewletê û desthilatdariyê ye.
Ji bo qonaxa gavên duyemîn: Divê di serî de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin. Li ser vê bingeha ku Abdullah Ocalan azad bibe, azad bijî, azad bixebite û bikeve rewşeke ku karibe siyaseta xwe bike, divê şert bêne avakirin. Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ji destûra hevdîtinê derkevin, ji bo ku Abdullah Ocalan karibe rola xwe di pêvajoyê de bilîze, divê hevdîtinên wî bi heyetên siyasî, ronakbîr û akademîsyenan re û bi aktorên civakî re werin misogerkirin û ev hevdîtin divê di bin înîsiyatîfa Abdullah Ocalan de bin. Lewra, hevdîtinên bi destûrê nayê wateya ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye rakirin.
Ya duyem jî, di çarçoveya entegrasyona demokratîk de, bi taybetî di warê hiqûqî de, derxistina zagonan e. Rêziknameyên hiqûqî û zagonî yên ku di çarçoveya entegrasyona demokratîk de bêne derxistin, divê ne tenê ji bo bi tevlikirina kesên çek berdane di nav sîstemê de sînordar bimîne, herwiha divê bi berçavgirtina cihê kurdan di nav komarê de bê kirin. Eger ku di qonaxa gavên duyemîn de ev her du gav werin avêtin, wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi lez û bi ewle ber bi armanca xwe, aştiyeke mayînde û komareke demokratîk ve bimeşe. Lê eger ev gav neyên avêtin û bi xwestin hemû bar biqelîbînin ser milê Abdullah Ocalan, wê demê ev tê wateya ku ev îrade vê pêvajoyê naxwaze. Ji ber vê yekê divê dewlet û desthilatdar mil bidin ber vê barê û pêwistiyên qonaxa gavên duyemîn bi cih bînin. Bila baş bê zanîn ku aştî, aramî û demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi çareserkirina mijara gelê kurd pêkan dibe.