Li rojavayê Kurdistanê, piştî geşedanên çirûska şoreşê, ew agirê berxwedan, şehadet û wêrekiyê xwe berdida her malê û di her malekê de sembola ruhê neteweyî û xwînê li dar ket. Li her bajarekî bi awayekî êş û zehmetî kişandine. Carinan mirov ji xwe pirs dike ‘’Ma qet ev bajarên te newestiyane? Şehîdên te êdî nayên hejmartin ku bi hezaran sûretên wan di malên te de daliqandî ne?”
Di her bajarekî de bi mehan şer, têkoşîn û berxwedan lê rûdaye. Di sala 2018’an de gava ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiriyê ve û dewleta dagirker a Tirkiyeyê êrîşî bajarê Efrînê kir, êrîşeke hov ku nayê aqlê mirovan anîn serê darên zeytûnan. Bi awayekî hov û dijminane darên zeytûnan birîn.
Lê şervanên YPG’ê û YPJ’ê karibûn di heyameke 58 rojan de li ber xwe bidin û di ber ax û zeytûnên kesk de canê xwe bikin qurbanî. Hingê piştî berxwedaneke bênavber di dîroka 18’ê adara 2018’an de bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin û bû sedema ku bi hezaran malbat dev ji warên xwe berdin û li bajarên din ên rojavayê Kurdistanê derbider bibin.
Hingê li vir gelek kurdên wêrek dev ji Efrînê bernedan û li ser axa xwe man. Çendî zehmet e ku li ser axa xwe bî û bi şev û roj rastî talan û binpêkirinan werî? Wan malbatên kurd bi mebesta ku di mala xwe de, li ser axa xwe bijîn, li cih û warên xwe man tevî vê yekê îro bi sedan belge didin diyarkirin ku çendî revandin, wêrankarî, kuştin û dizîn ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyayê ve têne kirin.
Herî dawî jî di 20’ê adara 2023’yan de di şeva Newrozê de komek malbatên Cindirêsê ku dixwestin li ber mala xwe agirê Newrozê bikin, ji aliyê çekdarên Ehrar El-Şerqiye ve hatin êrîşkirin. Çekdaran Ehrar El-Şerqiye, di vê êrîşê de çar kesên ji malbatekê şehîd xistin û çend kesên din birîndar kirin. Ev yek bû sedema ku kurdên Cindrêsê û yê herêmê biteqin û bi taybet jinên kurd. Gava ku me di dîmenan didît ku çendî wan jinan gurzên zeytûnê li eniya xwe digerandin û bi dengekî bi kerb û qîrîn di rûçikê gemara mirovahiyê de diqêriyan ‘’Ji warê me derkevin, em azadiyê dixwazin’’.
Li aliyekî din gava ku rojnamegerekî dixwest bi dayikekê re bi zimanê erebî hevdîtinê bike. Wê bi kerb û bi êş digot ‘’Ez bi erebî deng nakim û ez dev ji zimanê xwe bernadim. Ez dayika şehîdan im’’. Em niha fêm dikin ku di ber parastina zimanê kurdî de çiqasî jinan karibû li ber xwe bide û çawa her tişt di ziman de kom dibin; çand, ax, wêrekî û hebên zeytûnan, hemû di hundirê zimanê dayikê de dibin girêk û di rûçikê çeteyan de diteqe.
Tiliyeke dayika kezebşewitî bi ser kefenê kurê wê de ye û tiliyên wê yên serkeftinê jî li jor in. Eger kesek din bûya ji zû ve miribû lê ji ber ku dayika kurd e, ew her demê jîndar e. Dilê wê carinan kevir e, fîşek e, darê berxwedanê ye ku pey serê dijmin dişikîne.
Wan bi xwe jî digot ‘’Tenê dera ku agir lê radibe dişewite’’, tenê xwediyê êşê bi êşê dizane û dîsa jî li hemberî van kiryarên dij-mirovahiyê bêdengî heye. Ger ne qêrîna wan jinan bûya belkî ev komkujî li ber deriyan û di quncik û qewêlan de bi dizî bihata vegotin û hinekan bigotana ev çîrok rast bû ya ne rast bû. Tenê wan jinan bi qêrîna dengê xwe ji mirovajiyê re aşkera kirin bê rastî çi ye.