Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci di nava 7 mehan de bi bihayê 2 milyar TLyî 100 neguhêzbar firot. Qeyûm, herî dawî jî 19 neguhêzbarên li taxên Eskîcamî û Yenîcamî yên navçeya Artemêtanê bi bihayê 240 milyon TLyî da ber firotinê. Erseya herî erzan bi 7 milyon TLyî ye û ya herî biha jî bi 26 milyon TLyî ye da ber firotinê. Bi vê yekê ev dibe îhaleya 5emîn ku qeyûm di nava 7 mehan de dike.
Walî û Qeyûmê Wanê Ozan Balci, heta niha firotina 100 neguhêzbarên ku bihayê wan ê texmînî 2 milyar TL derbas kiriye, îmze kir. Şaredariyê, beriya niha jî 47 neguhêzbarên li Artemêtanê bi 929,3 milyon TLyî dabû ber firotinê.
Yekitiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ji bo betalkirina firotina neguhêzbaran, amadekariya vekirina dozê dike.