27 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Mêrdînê rêya gund çê nake gundî mexdûr in

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê rêyên xerab ên mezraya Mawanêmê ya gundê Birînyê ya navçeya Şemrexê çênake û şêniyan mexdûr dike.

Bi sala ye rêyên mezraya Mawanê ya gundê Birînyê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê nayên çêkirin. Rêya gund, dikeve ber qada Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û welatî dixwazin rêyên wan bên çêkirin. Welatiyan got ku ambulans jî nikarin biçin gundê wan û mexdûr dibin. Şêniyên ku ji bo çêkirina rêyê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de dan, tu encam bi dest nexistin. Li ser vê yekê alîkarî ji Şaredariya Şemrexê xwestin. Li ser vê yekê Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk û endamên meclisa şaredariyê tevî amirên yekeyan çûn serdana Mezraya Mawanê û lêkolîn kirin.

Şandeyê, bi şêniyên gund re hevdîtin kirin û li daxwazên wan guhdarî kir. Şêniyan got ku gelek caran serî li Şaredariya Bajarê Mezin dane, rêyên gundê wan xerab in û bi taybet jî di zivistanê de gelek zehmetiyan dikişînin.

Hevşaredar Kudret Uçukê jî got ku ew gelek caran ji bo vê meseleyê ketine nava hewldanan lê encamek jê negirtine. Kudret Uçukê got ku ji bo vê mexdûriyetê bi dawî bikin ew ê hewldanên xwe bidomînin.