Wezareta Karên Hundir di 4ê Mijdara 2024an de waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Rêveberiya qeyûm, ji roja destpêkê ve ye bênavber xebatkaran ji şaredariyê diavêje. Hema hema her hefteyê komeke xebatkarên şaredariyê ji kar tên derxistin. Di nava du hefteyên dawî de jî 65 karker ji kar hatin derxistin. Qeyûm, karkerên di dema rêveberiya DEM Partiyê girtine kar ji kar derdixîne. Rêveberiya qeyûm her wiha kesên piştî biryara dadgehê dîsa li kar hatine vegerandin jî hedef digire.
Qeyûm, beriya niha di dîrokên cuda de 236 karker ji kar derxistibû. Bi derxistina 65 karkerên dawî re hejmara karkerên di nava 3 mehan de ji kar hatin derxistin bû 301. Hat zanîn ku hêj jî karker ji kar tên avêtin û karker amadekariyan dikin ku serî li dadgehê bidin.