Wezîrê Karên Hundir ê Dewletê di şeva 22’ê mijdarê de qeyûm tayinî Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê û Şaredariya Pulurê ya CHP’î kirin. Walî Bulent Tekbiyikoglû wekî qeyûm tayinî Şaredariya Dêrsimê bû. Walî-Qeyûm karê ewil der û dora şaredariyê bi bariyerên ebtonî girt.
Wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û parlamenteran îro tayinkirina qeyûman bê protestokirin.