Qeyûm, berhema diktatorî, aqilê enstrumental e, asosyal e, kiryareke lîberalîzma faşîzan e û antîdemokratîk e!
Desthilatdariya AKP/MHP’ê, desthilatdariya çil heramiyan e. Li Tirkiyeyê rewşeke trawmatîk heye û welat jî ketiye rewşeke timarxeneyê. Tu nirxên însanî û civakî nas nakin û hafizeya wan jî, dagirkerî û metîngerî ye. Sed sal in ku zext û zor, derew, teşqele û qirkirin bûye amûrên desthilatdaran. Siyaset jî înkar û tunekirin e; înkar zor e, tunekirin jî qirkirin e.
Li cîhanê du peymanên navneteweyî hene: 1; Peymana mafên medenî û siyasî yên hilbijartin û hilbijirînê 2; Peymana mafên civakî, çandî û aborî. Li Tirkiyeyê herdu peyman jî tên binpêkirin û mafê kurdan yê rêveberiya herêmî tê xespkirin. Qeyûm jî, xespek e, darbeyek siyasî ye. Li gor destûrname û qanûnên Tirkiyeyê jî, ji bilî serdemên awarte, qeyûm nayên tayînkirin. Lê AKP/MHP’ê, bi refleksa tirsa heywanî ya dirinde, vê siyaseta ku ne meşrû ye pêk tîne. Tirs û refleksa heywanî ya desthilatdariyê rengê serketina gelê kurd e.
Balkêş e, desthildariya ku xwe wek pêşengê ola îslamî bi nav dike, di bikaranîna ‘qeyûm’ê de şirk û kûfrê dike. Qeyûm navekî ji navên Xweda ye, di Qur’ana pîroz de, bi hay û hu dest pê dike. Hay û hu silava Xwedê ye, xêr e, xwedîlêderketina li ‘Esmaul-Husna’yê ye, di wateya parastina îrade, azadî, dana riziq, girtina li ser piyan û hebûnê de ye. Anku ne xespkarî ye û bi tu behaneyan jî bi navê Xweda li dijî îradeya mirovan û civakan nayê bikaranîn. Qeyûmê di mijara aborî de jî, ne siyasî ye ji bo parastina riziq û malê hevparan e.
Di qanûnên Tirkiyeyê de jî, tenê di dema serdemên awarte de qeyûm tê tayinkirin. Rewşên awarte jî li dijî îradeya gelan e. Îradeya gelan, di ser qanûnan, desthilatdarî û meclîsan re ye. Herdu peymanên navneteweyî di vê wateyê de ne.
Ilya Ehrenburgç di bîranînên xwe de dibêje, “eger aqilmend, (feylesof, akademisyen, nivîskar, helbestvan û rojnameger) bêdeng bibin, faşîzm serdest dibe.” Mînaka Şoreşa 14’ê Tîrmeha 1789’an a Fransayê dide û dibêje; “Gelê Parîsê, bi hêsanî ket Zindana Bastîlê, lê ji dilxweşî û serketina xwe, êş û azar ji hev cuda nekirin û li pêşengên xwe xwedî derneketin.” Ev gotin herçiqasî ji aliyê ehlaqî ve hatibin bikaranîn jî, gelê Fransa yê homojen, bi aqiliyet û psîkolojiya hegemonik a metîngeriyê tev geriya. Bi gotina Jean Paul Sartre: “Zilma faşîzma veşartî ya kapîtalîzmê, serdestî bi dest xist.”
Ev gotin, rengê siyaseta desthilatdariya AKP/MHP’ê ya qeyûm û tecrîdê aşkere dikin. Ji bo vê jî, divê em hinek tiştan li moxilê bixin, hûr bikolin, hûr bihêrin. Mijar jî wekheviye mîratzedeyên dewşirme û naziyan e. Îdeologê paşayên osmanî, xwediyê mêjiyê xesandî Ziya Gokalp e… Îdeologên Hitler jî hiqûqnasê ku bi berçavikên bergilan li cîhanê dinêre, Carl Scmîtt e…
Bi du-sê gotinan; tecrîda li Îmraliyê, pergala kampên naziyan e. Di navbera serdema me û serdema naziyan de, 76 sal hene, agirê êtûnê nîn e, lê çarmixa li ser milên Cenabê Îsa nehatiye danîn. Cudatî di îmaj, marjînalî û îstîsnayê de ye!..
Yanî û teqez, hovîtiya Îttîhat û Terakkî, di kesayeta Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd di partîkê de ye.
Paşayên osmanî antîmesîhî bûn, piştre gelên misilman ereb û kurd jî qirkirin.
Generalên nazî antîsemîtîst bûn, piştre gelên li Balkanan jî qirkirin.
Herdu hişmendiyên dogmatik, faşîzm in, rûdana dîroka îronî ne; hem liberal in, hem minimalist in û dixumamiya metafîzîk de, li tiştên derî xwezayî digerin. Bi gotina Filozofê amerîkî Cahrles Peîrce, (3) gumanbarên ku ji gumanên xwe, serî li derew, teşqele û tiştên nebûyî dîdin. Bi gotina kurdan ‘derewên çilp tazî’ dikin… Lê şaşiya hişmendî û hewngîriyê, li gor xiş û hesabê mîratzedeyên dewşirme, derew jî rast in, nîq û teşqele jî rast in. Vê rastiya nerast, bi zorê didin qebûlkirin.
Reîsê epîlepsîk Erdogan jî, bi nexweşiya antîkurd û antîsemîtîk ketiye. Rêbazên îdeologê Hitler, Franz Six bi kar tîne. Komek ji siyastemedar, akademisyen, rojnameger, hunermend û feylesof, di radeya ‘îbadeta mabud’ de li dor xwe kom kirine, her gotina xwe weke ‘kelama îlahî’ bi rêya wan ji raya giştî re deklere dike.
Dewlet Bahçelî jî, gotinên xwe yên beriya niha dubare kirin. Gotinên Ziya Gokalp yên beriya 110 salan niha dubare kirin. Di nava 110 salan de, nijadperestiyeke ji ‘Quleya Babîl’ê mezintir hatiye avakirin. Ev qulê, bi raporên Şerq Islahetê hat bihêzkirin, bi ‘kelehqol’an’ tê parastin.
Lê kurd ne kurdên beriya
110 salan e!..
Quleya Babîlê jî, kelehqol jî helbestên dirihî ne, mînak jî qeyûm in!… Lê Erdogan, rêbaza Hitler ku pêşî bangî hiqûqnas û filozof Carl Schmitt dikir û piştre ferman dida, dike pratîkê. Erdogan pêşî bangî dozgeran dike, bi wan re diaxive, dilqewînî û piştgiriya xwe ji wan re dibêje û dibêje, bikin.
Ya balkêş ew e ku sîstema dewşirme, weke ku Jan Philpp Reemstma dibêje “ji bo te her tişt em in” bi kar tîne. Prof. Dr. Taner Akçam jî, ev gotin, di destpêka pirtûka xwe ya ‘Di Kultura me ya Siyasî de Zulûm û Îşkence’yê de bi kar aniye.
Sîstema dewşîrmeyan dîroka mirinê ye. Ev sîstem jî zanistiyên sosyolojîk û diyalektîka dîrokê dûr e.
Îmaj û kiryarên mîratzadeyên dewşîrmeyên serdema me, vegera sedsala navîn e û aqilê kuştin û wêraniyê ye. Ev rewş encama ‘aqilê klîşe’ ye. Jiber e ku dibêjin; ‘pirsgirêka kurd nîn e û nayê qebûlkirin.” Ev gotin ‘kilîd’e. Qeyûm jî, hem psîkoza windakirinê ye, hem sêyemîn dîwarê parastina Quleya Babilê ye. Quleya Babilê, zulmeta tahkîmkîrî ya sed salî ye, lê li ber têkçûnê ye… Lewma psîkoza windakirinê, desthilatdariya AKP/MHP’ê aniye radeya heywanên dirinde û di atmosfereke ‘kîn û fesadî’ de êrîşan dike.
Ev psîkoza gunehkar û sucdaran e, lewma min gotina ‘40 Herami’yan bi kar anî.
Li dijî desthilatdariya heramî û dirinde, li dijî siyaseta înkar û tunekirinê, ku rewşeke kaotik derxistiye holê, pêdivî bi sê tiştan heye: Yek, yekrêziya kurdan… Du, yêkrêziya muxalafetê, rêxistiniya civakî bi kurdan re, ku herdu bask-alî, weke potansiyala guhertinê tev bigerin. Sê, têkoşîna li derveyî welat û dîplomasiyekel xurt… Hingî, vegera li salên 1921’ê misoger dibe, misogeriya dewleta kurd û tirkan a demokratîk û komara di radeya cemawerî de pekan dibe.
Çavkanî:
1- International Covenant on Civil and Political Rights
2- International Covenant on Economic, Social and Cultural Rights
3- Cahrle Sanders Peirce (1839-1914), pêşengê bîrdoza paragmatîk e. Hem Arîsto, hem Kant referans girtiye.