12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm çavkaniya debara çeteyan e

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, anî ziman ku armanca tayînkirina qeyûman nenaskirina vîna gel û jinê ye û got: “Dixwazin çeteyan finanse bikin û hêzên tarî li van bajaran şiyar bikin. Gel bi şev û roj li ber xwe dide û dê berxwedan bidome.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê kirin. 8 sal beriya wê jî bi darbeya siyasî Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 12 parlamenter û siyasetmedar girtin. Dewetê di 8 salan de 3 caran qeyûm tayîn kirin. Lê di hilbijartinan de kurdan dîsa şaredarî paşve stendin û li vîna xwe xwedî derketin.

Dewletê heta niha bi giştî qeyûm tayinî 147 şaredariyan kir. Di dema qeyûman de hat belgekirin ku qeyûman bi trîlyonan deyn li şaredariyê çêkirine û têra xwe dizî kirine. Lê dîsa di 4’ê mijdare de qeyûm tayînî Xalfetî, Mêrdîn û Êlihê kirin. Li dijî qeyûman bi taybetî gelê Êlihê ji 4’ê mijdarê ve li kolanan li ber xwe didin û dibêjin “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” û vîna  xwe diparêzin.

Ji 4’ê mijdarê heta niha gelê Êlihê li ser piyan li ber xwe dide. Hûn vê berxwedan û serhildana gel çawa bi wate dikin. Vê hêz û vî ruhî ji ku digire?

Gelê Êlihê 2 hefteye li ser piyan e. Ev berxwedan û têkoşîna tê dayîn têkoşînek gelek xurt û bi rêxistin e. Yên ku qeyûm tayînî şaredariyê kirin ne li benda bertekên wiha  bûn. Digotin dê 2 rojan li ber xwe bidin û biçin malên xwe. Lê li gorî fikra wan çênebû. Dijberî wê gel li ser piyan e û heta niha yek gav jî paşve navêtiye. Bi şev û rojan li kolanan li ber xwe didin. Ev berxwedan û piştgirî, me serfiraz û bi hêz dike. Gel li ser piyan e, em jî li ser piyan in. Heta ku ev biryara derhiqûqî paşve bê kişandin têkoşîna me dê bidome û em ê li ser piyan bin.

Polîs û çekdarên dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî girseyê dikin. Li kolanan îşkence dike û rojnamegeran direvîne binçav dike? Sedema vê yekê çiye?

Çend roj in polîs li kolanên Êlihê êrîşî gel dikin. Gel dixwaze mafê xwe yê herî rewa û zagonî bikar bîne. Ji şeveqê heta derengê êvarî li pêş şaredariyê kom dibin. Vîna gel hatiye binpêkirin û gel li vîna xwe xwedî derdikeve. Me pêş şaredariyê kiriye qada berxwedanê. Lê polîs li dijî bikaranîna vî mafî êrîş dikin. Dixwazin bi êrîş û binçavkirinan vê berxwedanê û vîna gel bişkînin. Di çapameniyê de jî hat dîtin ku kesên dixwazin mafê xwe yê demokratîk û bertekên xwe yên rewa bînin ziman jî bi awayekî bi îşkenceyê têne binçavkirin. Çapemeniya azad jî vê berxwedanê dide nişandan. Li aliyê din jî tundiya polîsan teşhîr dike. Ji ber vê yekê çapemenî di hedefa polîsan de ye. Ji ber ku naxwazin ev berxwedan û têkoşîna gel li tu deveran bê dîtin. Dixwazin îşkenceya ku li ciwanan û gel dikin veşartî bimîne û kes bi îşkenceyê nehise. Çapemeniya azad çav û guhê gel e. Ji bo gel ker û kor bikin dixwazin xebatkarên çapemeniya azad birevînin û bitirsînin. Bi vê yekê dixwazin gel ji hemû berxwedan û geşedanên heyî bêxeber bihêlin.

Taybetmendiya van bajarên ku qeyûm tayînî wan kirine çiye. Dewlet polîtîkayek çawa li ser şaredariyên kurdan dimeşîne?

Ev bajarên ku qeyûm tayînî wan kirine, her yek xwedî taybetmendiyek e. Colemêrg, di sînorê bakur û başûr de ye. Ji ber vê yekê erdnîgariya wê stratejîk e. Di çapemeniyê de jî tê dîtin ku li wir çeteyên fihûş, tiryakê û çeteyên ku dixwazin ciwanan têxin nava sîxuriyê pir zêde ne. Şaredariya ku dikeve destê qeyûm van çeteyan finanse dike. Qeyum dibe çavkaniya debara van çeteyan. Şaredariyek din a Esenyûrtê bû. Her çend li ser navê CHP’ê ketibe hilbijartinê jî lihevkirina bajêr hebû. Gelê kurd, tirk û hemû bawerî û rengên ku li Esenyûrtê dijîn, hemûyan bi hevre xwe bi rêve dibir. Modeleke demokratîk bû. Ji ber vê yekê ew jî bû hedefa wan. Ya din dixwaze peyamê bide hilbijêrên CHP’ê û bibêjin ‘Hûn di navbera xwe û DEM Partiyê de sînor nekin, dê qeyûm tayînî we jî bike.’ Ya din dibêjin ‘Tu kurdekî teslîm nebûbe û ne hevkarê îqtîdarê be, tu li kijan partiyê siyasetê bike jî ez destûr nadim tu xwe bi rêve bibe. Dixwazin kurdan bi tenê bihêlin. 3 bajarên Kurdistanê ku di  4’ê mijdarê de qeyûm hatine tayînkirin, yek jê Mêrdîn e. Mêrdîn bajarekî dîrokî û kevn e. Kurd, ereb, suryan û gelek nasnameyên din bi nevre dijîn. Bi tayînkirina qeyûm dixwazin êrîşî pirzimanî û pirçandiya bajar bikin û feraseta yekperestiyê pêş bixin. Di esasê xwe de naxwazin gel xwe bi xwe bi rêve bibin. Li navçeya Xalfetiyê jî Hevserokek me Kurd e. Hevserokek me jî Turkmen e. Ev modela hevserokatiyê, modela neteweya demokratîk nîşan dide. Ji ber vê yekê Xelfetî kirin hedef. Bajarê Êlihê jî dîrokek wê ya rêveberiya herêmî heye. Dîroka Edîp Solmaz heye. Di sala 1979’an de yekem car gel xwe bi rêve bir. Di aliyê rêveberiyên demokratîk de modela yekem e. Lê wê demê hêzên tarî Edîp Solmaz qetil kirin û piştî 1999’an gelê Êlihê dîsa xwe bi rêve bir. Dîsa dixwazin li Êlihê hin hişmendiyên tarî şiyar bikin û têxin meriyetê. Ev hişmendî jinê wekî vîn nabîne. Dijberî wê tevgera jinan jî Êlihê wekî bajarê jinê dibîne. Tayînkirina qeyûm a Êlihê nenaskirina vîna jinê ye. Hem yekemîn şaredariya gel di 1979’an de hat stendin û hem jî îro dîsa di 2024’an de di pêşengiya jinê û felsefeya Jin Jiyan Azadî de rêveberiyen herêmî didin avakirin. Ji ber vê yekê Êlihê dikin hedef. Bi giştî tayînkirina qeyûm bi giştî nenaskirina vîna gelê kurd û vîna jinê ye.

Berê bi operasyonên KCK’ê hevşaredar kelepçe kirin û girtin. Ji 2016’an heta niha jî 147 qeyûm tayîn kirin. Çima di qeyûman de israr dikin?

Ne cara yekem e ku qeyûm tayînî şaredariyan dikin û êrîşî vîna gel dikin. Di dîroka siyaseta kurd a 50 salan de dem bi dem êrîş dikin. Dixwazin ku kurdan ji holê rakin. Yek ji van operasyonên KCK’ê bû. Bi van operasyonan siyasetmedarên kurd girtin. Di 2016’an de qeyûm tayînî nêzî 100 şaredariyên kirin. Dema desthilat asê dibe û nikare tiştekî bidin gel û gel ji hemû vir û derewên wan têr dibe, êdî ji bo emrê xwe dirêj bike êrîşî siyaset û vîna gelê kurd dikin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye. Çiqas tengav dibin vê pirsgirêkê dixurînin. Li ser vê pirsgirêkê xwe didin jiyandin. Sedema êrîşên wan ji ber tengavbûna wan e. Xwe liser qirkirina kurdan didin jiyandin û emre xwe dirêj dikin.

Ji 1999’an heta 2016’an gel şaredariyên xwe bi rêve bir. Piştî 2016’an qeyûm dest danî ser vina gel. Dema mirov serdema rêveberiyên gel û qeyûm bide ber hev, hûn dikarin ferqa van herduyan çawa vebêjin?

Dema mirov serdema qeyûman û rêveberiyên gel dide ber hev, di pratîkê de tê dîtin. Di şaredariyên gel de deriyên wan ji gel re vekirî ne. Hemû xebat û karên wan ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê ne. Xebatên wan ji bo pirsgirêka jin û ciwanan e. Bi gel re çareser dikin. Lê di serdema qeyûman de ev tişt tê guhertin. Deriyê şaredariyê li gel digirin û şaredariyan dikin biryargeheke qeyûman. Her kes jî dibînin ku bi sedan û bi hezaran polîs li ber deriyê van şaredariyan disekinin û qeyûman diparêzin. Dîwarên beton di nava gel û şaredariyan de ava dikin. Ev wêne nîşan dide ku şaredariyên gel ji qeyûman çiqas cûdatir in. Di serdema qeyûman de bi awayekî şênber gel û şaredariyê ji hev qut dike. Li pişt van dîwarên beton û mertalên polîsan, di şaredariyan de dizî û talan tên kirin. Piştî qeyûm di 2016’an de tayîn kirin û gel di 2019’an de şaredarî ji destê gel derxist, me wê carê talankirina wan dît. Me dît ku qeyûm çawa şaredarî talan kiriye û xistiye bin deynan. Ji 2019’an heta 2024’an ku qeyûm dîsa tayîn kirin, ev talan û diziya di şaredariyan de kûrtir kirin. Hin şaredariyan 10 qat deynê şaredariyan zêde kiriye. Hin şaredariyên me heta 10 salan tu xebatê nekin û qet pere xerç nekin jî dê nikaribin wan deynan bidin. Şaredariyên gel azadî ne. Şaredariyên ku qeyûm tayîn dikin jî talan e. Qeyûm talan e, şaredariyên gel azadî ne.

Di serdema qeyûman de, berî her tiştî saziyên jinan  û çandê girtin û ziman qedexe kir? Çima?

Yek ji armanca tayînkirina qeyûman jî ew e ku çand û zimanê kurdî ji holê rake. Em çima vê yekê dibêjin. Çawa qeyûm hatin dayînkirin, ewil di malperên şaredariyan de zimanê kurdî rakirin û malper kirin yek zimanî. Ji 2016’an heta 2024’an li tu başaran nehiştin ku çand û hunera kurd bê pêşkêşkirin. Rê li pêşiya çand û hunera kurdî girtin. Tabelayên kurdî tev jê birin û tirkî li ser nivîsandin. Ew jî dizanin ku nikarin bi awayekî fizikî kurdan qir bikin ji ber vê yekê dixwazin di aliyê çand û ziman de kurdan qir bikin. Dîsa yek aliyê ku di hedefa qeyûman de bûn saziyên jinan bûn. Serdest û hemû hêzên îktîdarê xwe li ser tunebûna vîna jinê didin avakirin. Ew baş dizanin ku dema jin azad bibin û xwe bi rêve bibin, nikarin pergala xwe bidin jiyandin. Ew pergala wan a li ser tundiyê ava dibe dê ji holê rabe. Ji ber vê yekê qeyûman hemû saziyên jinan girtin û xwestin jin di nava malê de asê bimînin û bi pirsgirêkên xwe re eleqeder bibin û ji polîtîkayê dûr bikevin. Ji ber vê yekû tuqad ji jinan re nehiştin û saziyên jinan girtin.

Qeyûm çima dîwaran û polîsan li dora xwe dipêçe? Çima deriyê xwe li gel digirin û polîs wan diparêzin?

Çima polîs qeyûm diparêze. Ji ber ku qeyûm ne rewa ye. Bi hukmê zorê hatiye. Hêzên ku ne rewa be, ruyê wan ê têkeve nava gel tune ye. dixwazin xwe ji gel biparêzin. Ji ber ku li pişt dîwarên betonî û polîsan dizî û talanê bikin. Ji bo dizî û talanê bikin û vê yekê ji gel veşêrin divê polîs wan biparêzin. Ji bo ku pereyê ji gel tê li dora xwe parve bikin divê polîs wan biparêzin.

Dema Hevşaredar ji gel tê hilbijartin, dîwaran radike. Çima? Ev di nava gel de têkiliyek çawa pêş dixe?

Dema şeredar ji gel tên hilbijartin, ew şaredar parçeyekî gel in. Şaredar li ser wê axê ji dayik bûne. Kesên nava civakê û rewa ne. Şaredar, şaredariyê wekî mala gel dibînin û li gorî wê nêzîk dibin. Ji ber ku parçeyekî gel in û di nava gel de mezin bûne dema tên hilbijartin jî pêdivî bi parastinê nabînin.

Niha xwedîderketina gel a li Şaredariyan li gorî salên berê zêdetir e. Ev çavkaniya xwe ji ku digire? Mirov dikare bibêje di 8 salên dawî de rastiya qeyûm a li dijî vîna gel bêtir aşkere bû?

Ev ne cara yekemîn e ku qeyûm tê tayînkirin. Lê vê carê gel bi awayekî xurt bertekên xwe anî ziman. Gel dibêje êdî em qebûl nakin. Her carekê bi vir û derewekê qeyûm tayîn dikin. Gel dibêje em dizanin bingeha qeyûm a hiqûqî tune. Ev biryareke siyasî ye. Ji ber vê yekê em ê li dijî hemû biryarên keyfî û polîtîk heta dawî berxwedana xwe ya herî rewa û politik nîşan bidin. Em ê vê carê rê nedin qeyûman. Gel dibêje em careke din destûr nadin ku dîroka qirkirinê û qeyûman li ser kurdan dubare bibe.

Ji bo hûn mafê xwe û gel ê vînê biparêzin, ji niha û şûnde bernameyek çawa li pêş we ye.

Ji 4’ê mijdarê heta niha bi şev û roj em li ber xwe didin bi gel re nin. Ji îro û pêve jî em ê li ber xwe bidin û her dem li qadan bin. Em ê di 17’ê mijdarê de li Êlihê mîtînga mezin pêk bînin. Em ê heta 17’ê mijdarê li aliyekî xebatên mîtîngê bimeşînin, li aliyê din jî li qada berxwedanê, li pêş Şaredariyê têkoşîn û berxwedanê bidomînin da ku em şaredariyên xwe rizgar bikin.

Gulistan Sonuk kî ye?

Di sala 1993’an de li navçeya Kozluk a Êlihê ji dayik bûye. Heta lîseyê li Kozlukê xwend. Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanista Siyasetê wend. Di 2019’an de bû Hevşaredara Bekiran a Kozlukê. Di hilbijantina Rêvberiyên Herêmî ya 31’ê Adara 2024’an de bû Heşaredara Êlihê. Di hilbijartinê de ji sedî 64,52 dengê gelê Êlihe stend. Demek dirêj din ava xebatên TJA’yê de cih girt.