13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyrana postmodernîzmê

Zanista dîrokî ya nû deriyên navberê vekir; çavkaniya dîrokî (di bin bandora ramanên M. Foucault de) dest bi dekonstrukasyonê, danîna sedem û şert û mercên xuyabûna wê kir;  her wiha cihê wan di çarçoveya dîrokî de, ji bo lêkolînên dîrokî jî girîng bû

Welatên Rojhilat di nîzama siyasî ya cîhana nûjen de her ku diçe roleke girîng dilîzin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku bala xwe bidin nîqaşên teorîk û metodolojîk ên ku di van demên dawî de di hawîrdora lêkolînên dîrokî û rojhilatnasiyê yên navxweyî de û her wiha di nav pisporan de pêş ketine. Têkiliyên navneteweyî û lêkolînên rojhilatnasiyê yên di vî warî de bi awayekî kevneşopî di bin bandora metodolojiya zanista dîrokî de ne. Li gorî vê yekê, her çiqas di nav dîsîplînê de bûn jî, ew ji pirsgirêkên ku dîrok pê re rû bi rû ne, ji wan derbas nebûn.

Bi geşbûna çend qeyranan li Rojhilata Navîn û girtina wan ji aliyê postmodernîzmê, di nav lêkolînerên navxweyî yên têkiliyên navneteweyî de, pirsa derbasbûna navneteweyî ya nûjen hate kirin. Têkiliyên ji rewşa postmodernîteyê heta neomodernîteyê (yan jî bi kurtî li ser krîza postmodernîzmê). Hêjayî gotinê ye dema ku lêkolîner li Rojhilata Navîn a nûjen analîz dikin, rewşa heyî weke serdema “vejîna” pêşmodernîteyê bi nav dikin ku pirrengiya karakterîstîk a postmodernîzmê diparêze ku di şert û mercên pirjimariyê de derfetan ji arkaîzman re vedike. Lê dîsa jî ji ber parastina şopên takekesî yên mîrateya serdemên modern û postmodern, ev hîna jî me digihîne derbasbûna qonaxa din – neomodernîteyê. Di vî warî de em dikarin behsa pirsgirêkên weke bêîstîqrariya dewleta veguhêz an jî tûjbûna pirsa nasnameyê bikin.

Di neomodernîteya paşerojê ya diyarkirî de (yan hîn jî rewşeke cuda ya postmodernîteyê ye), ji ber gazîkirina neomodernîstan li ser kokên dîrokî û çandî û şaristanî, dîrokparêzî tê aktîfkirin. Em ê neçin bikaranîna dîrokê ji aliyê hin hêzên siyasî yên li çaraliyê cîhanê ve ji bo ku di şert û mercên postmodernîteyê de vegerin ser rasyoneliya modernîteyê. Ji bo me girîng e ku em vê lêgerînê rasterast di çarçoveya geşepêdana cîhanê de veqetînin, ji ber ku neomodernîzm hê jî nehatiye, her çend lêkolîner bixwazin wê vebêjin jî. Ev me vedigerîne nîqaşa li ser postmodernîzmê û zanista dîrokî bixwe di çarçoveyeke berfireh de ye.

Li gorî nêzîkatiya postmodern, dîroknas çiqasî nêzî têgihîştina jêderê – metnê be jî, li gorî perwerde û ezmûna xwe subjektîf e. Ev hemû jî dîrokê bi edebiyatê re têkildar dike û di encamê de di çarçoveya paradîgmaya postmodern de “dîrokeke rewşenbîrî ya nû” ava dibe.

Di salên 1990’î de Pirsgirêka “di lêkolîna dîrokî de vegotin û objektîv” lawaz nebû, bi hûrgilî û bersiveke teorîk bû. Bê guman, yek ji bersivên zanista dîrokî di pêdiviya tevlêbûna wê ya bi teorî û metodên zanistên din ên mirovatiyê re, gihîştina navdîsîplînîzmê ye (mînak, rêbazên ji civaknasî û zanista siyasî, di nav de yên mîqdar, bi berfirehî bikaranîn). Lê dîroknasan bersivên din ji “pirsgirêka postmodern” re dîtine. Ji ber vê yekê, dîroknasên kevneşopî bawer dikin ku di dawiya salên 1990’an de ji aliyê postmodernistan ve tu lêkolînên dîrokî yên girîng tune bûn. Piraniya berheman ji wêjeya rasterast ji dîroknasiyê zêdetir nêzîk bûn.

Lêgerîna cihekî ji bo zanista dîrokî dibe sedema pêkhatina wêneya wê ya nûvekirî – “zanistiya dîrokî ya nû”. Zanista dîrokî ya nû deriyên navberê vekir; çavkaniya dîrokî (di bin bandora ramanên M. Foucault de) dest bi dekonstrukasyonê, danîna sedem û şert û mercên xuyabûna wê kir;  her wiha cihê wan di çarçoveya dîrokî de, ji bo lêkolînên dîrokî jî girîng bû. Lê ya herî girîng ji bo me vegera li dîroka siyasî ya serdemên pozîtîvîstan. Riya ku zanista dîrokî di sedsala XX’an de girtiye, şahidiya destpêkirina pirrengiya metodolojîk a di dîrokê de dike.