Piştî çûyîna te… hemî qevdeyên gûlan bila li cihên xwe bin çenteyê te jî, bila li cihê xwe be. Radyoya te jî… siya te jî…
Bêdengiya te… şerê te… dilnizmîya te… kenên te… rêya te, rûmeta şaristaniyê ye Berwar…
Gava Kurdan got Berwar… divê li çiyayên xwe şad bin…
Û
Ez ê jî qevdek kûlîlkên çiyayan, qevdek nêrgîzan bibim û daynim ber deriyê mala her Kurdekî ku bêjîm, ev daxwaza jinek gerîla ya Kurd a çiyayî ye…Ez ê bêjim, ji bo qewma xwe… ji bo neteweya xwe, bi salan e rê û rê meşiyaye hatiye. Hevrêya min, delala li ber çiyayên xwe…tu saxmayina hemî zemanan didî, rêya xwe. Tu saxmayina hemî çîrokên nîvcoyî..Tu helbesta ebedîteya me yî Berwar….
Tu despêka afirandinê tînî li ber bîra min dixînî. Em ji heman esmanê bûn û em ji heman serzemîna erdê jî. Bi xwedê, em ji heman çiya û bajarîbûn. Bi serê te, bi serê te…. Îca dar û kevirên kîjan şaristaniyê re şînekî li dar bixim. Tu rêyên Dêrsimê, rêyên ber bi çiyayên Gilîdaxê ve çûne hemî serboriya gerîlayan tînî ber hişê min..Berfên sedsalan çawa di paxila çiyayan de heliyane…çend bihar hatine..Tu rêyên dirêj, rojnivîsa hemî gerîlayan li ber bîra min dixinî. Tu çavkaniya hezkirinê, çavkaniya lehengiyê jî, Erê… hevrêyên te li cihê xwe. Heyv li cihê xwe. Fîqînîya şevê li cihê xwe, stêrk li cihê xwe dimînin. Çi li ser erdê hebe, bo xwedê bila li cihê xwe bimînin, Berwar.
Dê min hîna qala demsalên zer yên kuli newalan werbûne bikiraya. Dê min hîna qala çîrokên ku di berfê de mane bikiraya. Di vê meha Tebaxê de xeber hat ku Berwar û jinan dil dabû çiyayan çûye. Jiyîn… ax… jiyîn…
Em ketine wê serdemê, em ketine wê sedsalê ku êdî kes qise nake, serboriya xwe jî, ji me re nabêje…
yên çûn, dil dabûn, xeyalên xwe yên ku şeveqa ronahiya xwe xwestibûn. Yên çûn, mirinê bilintir, jîn û jiyan emanet kirin û wer çûn…
Gava Berwar çû…
Min sê caran got, a xweda û tu eslê jinên Kurd wekî tovegûlan li ser rûyê erdê bireşîne…
Ew Berwara ku mifteya çiyayan di bin çenteyê xwe de her digerand.
Gava min xebera şehadeta wî bihîst, min dîsa got a erd û esman, çi di cihê xwe de hebe, bila kêm nebe. Ne çiya… ne jî çiyayî…
Kesên ku te… nasnekirin… kesên ku te nas kirin… hilma bayekî nermî dikşînin ber mala xwe… li ber kolana xwe… li bin esmana ku tê de dijîn û nefesekî distînin. Erê Bermal, ji bêhna girîyên min, bêhna gerdûnekî mezin jê difûre…
Piştî çûyîna te… hemî qevdeyên gûlan bila li cihên xwe bin çenteyê te jî, bila li cihê xwe be. Radyoya te jî… siya te jî…
Heylê…caran wisa…kî dizan e kî dide ser şopa kê…
Kî hemî kevirokên çiyayan, newal û gelîyan re hizirî
Tu ew jina çiyayî ya sedî salan ya rûmeta şaristanê. Ew jina ku xwîn û xwêdana xwe di ser her çiyayekî de berdaye û ew tûyî Berwar.
Te hemî rêyên çiyayan, di nav destên xwe de jimartin. Tu şahidê heyva xwe, şahidê rêya xwe, şahidê xeyalên xwe bûyî..
Te hemî demsal dianîn welatê me, te sal, roj, wext û hêvîya sibehên xweş dianîn, li ber bîra me…
Çi êgir, çi kemîn û çi nema ku tu û hevrêyên xwe di nav de derbas nebûn.
Erê Berwar,
Tu emanetê kûlîlka çiyayên xwe
Tu bûyî ronahiya rêya min û ya hevrêyên me….
Er ê bila hemû hevrêyên min pê bihesin ku Berwar çûye û bila bêjin Berwar çûye…qevdek kûlîlk daynin li ber derîyê her malekê…