Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” berdewam kirin. Li Stenbolê jî Dayikên Şemiyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê di binçavan de hatibû windakirin pirsîn û doza edaletê kirin.
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 828’an a çalakiya xwe de, car din li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li Rezanê, li hev civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de, çîroka Îhsan Haran hat xwendin ku 25ê Kanûna 1994an li Amedê polîsên Tirk ew ji înşaeta ku lê dixebitî, binçav kirin û piştre winda kirin.
Nûnerê ÎHDê yê herêmê Mehmet Tahir Saçakli yek ji damezrînerên ÎHDê Husnu Ondul ê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Saçakli diyar kir ku ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, şer didome û got: “Beriya 2 rojan di bombebarana balafira Tirkiyeyê de, 2 rojnamevan (Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn) hatin qetilkirin.”
Hevjîna Îhsan Haran, Nesîbe Haran ragihand ku 30 sal in ew bi ÎHDê re ji bo aqûbeta hevjînê xwe bizane, di lêgerînê de ye.
Endamê Şaxa ÎHDê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Îhsan Haran xwend.
Dayika Taybet bi bîr anîn
Li Êlihê endamên ÎHDê û xizmên windayan, di hefteya 664an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan, li hev civiyan. Endamên Şaxa OHDê ya Êlihê, rêveberên Şaxa MEBYA-DERê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHDê Huseyîn Elçî çîroka Taybet Înan xwend ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hate hiştin.
Xwestin kujer bên darizandin
Endamên Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 154an a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de hate xwestin ku kujerên Eyup Karabey û Mahir Karabey bên darizandin ku di sala 1995an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin binçavkirin û piştre hatin qetilkirin.
Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş daxuyanî xwend.
Akbaş anî ziman ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema ku li Rojava karê xwe yê rojnamevaniyê dikirin, ji aliyê balafiran bêmirov ve hatin qetilkirin û xwest ku kujerên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bên darizandin.
Li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
Endamên Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya “bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê lidar dixin, li ber Sumerbank a berê ya li navçeya Konakê lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî hate pirsîn ku 24ê Kanûna 1994an li Stenbolê hate binçavkirin û piştre hate windakirin.
Daxuyanî ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hate xwendin.
Doza edaletê kirin
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo kiryar bên darizandin cara 1030emîn çalakiya xwe li Meydana Galatasarayê li dar xistin. Xizmê windayan û parazvanên mafê mirovan bi wêne û qerenfîlan li meydanê hatin gel hev.
Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê hatibû windakirin, pirsîn.
Masîde Ocak a xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hatibû windakirin, daxuyanî xwend. Dayikên Şemiyê bi gotina, “qurenfîlên me ji bo Îsmaîl Bahçecî û ji bo tevahî rojnamevanan e” qurenfîlên xwe danîn meydanê.
Dayikan ji bo Îsmaîl Bahçecî û ji bo hemû hatine qetilkirin doza edaletê kirin.