Dewleta tirk a dagirker bi desteka rêxistinên qeterî û yên îxwanî (Birayên Misilman) demografiyaya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî diguhere. Dewleta tirk bi alîkariya rêxistinên navborî bi hincetên cuda yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên di bin kontrola xwe de ava dikin.
Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmê avahiyên mêtîngeriyê ava kirine û îdia kir ku ev avahî ji bo koçberên Sûriyeyê ne.
Heyva Sor a Qeterê diyar kir ku wê bi hevkariya dewleta tirk avakirina 13 mêtingehan li bakurê Sûriyeyê bi dawî kiriye.
Ji wêneyên hatine belavkirin, diyar dibe ku Heyva Sor a Qeterê, mêtingehan di zeviyên zeytûnan û darên berhemdar de ava dike.