30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

 Qêrîna bêdeng a aştiyê: Dayika Mizgîn

Niha Dayika Mizgîn êdî ne li vê dinyayê ye, lê ew ê her dem di bîranîn û duayên me de be. Navê wê dê di her banga aştiyê de ku dê li kolanên Nisebînê were bibîranîn, deng bide. Li salona civînê, di meclîsa jinan de, di hêsirên dayikekê de... Ew ê her dem li wir be.

Mizgîn Denîz di hilbijartinên herêmî yên 2024an de wek endama meclîsa şaredariya Nêsibînê hat hilbijartin. Navê wê ne tenê nûnertiya siyasî; navê berxwedan, hêvî û rûyê germ ê dayikê bû.

Diya Egîd û Elîfê bû. Egîd navê şervanekî ku li vî welatî dihat naskirin bû. Egîd navê xwe li ser rêya kesên ku bi xewna azadiyê ber bi çiyayan ve dimeşiyan nivîsî. Li aliyê din Elîf niha di girtîgehê de, di navbera çar dîwaran de ye. Dayika Mizgîn kenên zarokên xwe yên neqediyayî di çavên xwe de digirt. Bi salan baweriya xwe ya bi aştiyê winda nekir. Dema ku her kes bêdeng bû axivî; dema ku her kes diwestiya dimeşiya. Duayên wê ji bo aştiyê, ji bo siberojên ku zarok nemirin û dayik negirîn bûn.

Û êvarekê… Di wan saetan de dema ku roj li pişt çiyayan diçû û kolanên Nisêbînê hênik dibûn, êşek hat ber deriyê me. Dayika Mizgîn danê êvarê dema ji kolanê derbas dibû qeza derbas kir, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Wê gavê ne tenê kesek, hêviyek, bîranînek ji dil jî ji vî bajarî derket. Dayika Mizgîn çû…

Piştî wê, bêdengiya ku bi hêstiran şîn bû li taxê ket. Her kes bêdeng ma. Ji ber ku çûyîna wê ne tenê qezayeke trafîkê bû, lê şikandina destên dayikekê bû ku digihêje aştiyê. Ew destên ku bi salan ji me hemûyan re dua dikirin, ew çav çavên ku bi nebûna Elîf û bêdawîtiya Egîd re sebir dikirin bûn. Ew dil dilê dayikekê bû ku tevî her tiştî jiyan û bawerî berdewam dikir.

Niha Dayika Mizgîn êdî ne li vê dinyayê ye, lê ew ê her dem di bîranîn û duayên me de be. Navê wê dê di her banga aştiyê de ku dê li kolanên Nisebînê were bibîranîn, deng bide. Li salona civînê, di meclîsa jinan de, di hêsirên dayikekê de… Ew ê her dem li wir be.

Vê axê ew wek dayikekê nas dikir, lê ew jî wek mamosteyekê bû. Wê hînî sebr, dilovanî, dadmendî dikir. Nebûna wê ne tenê valahiyek e, di vê civakê de kêmasiyek e. Ji ber ku Mizgîn Denîz dayika me hemûyan bû. Ew jinek bû ku di dilê me de bi dilovaniya xwe, bi qîrîna bêdengiya xwe û bi helwesta xwe ya rast ve hatibû xemilandin.

Piştî Dayika Mizgîn, erka me ew e ku em rêwîtiya aştiyê ya ku dest pê kiriye bidomînin. Divê em bi navê wê bêtir aştiyê bixwazîn û bi xeyalên wê van rêyên tarî ronî bikin. Em ê di her hêsirekê de, di her bêdengiyê de duayên wê bibihîzin. Ji ber ku dilê wê wijdanê hevpar ê vî gelî bû.

Îro dayik dîsa êşa herî kûr hîs dikin. Dayikên ku bi salan e bi hesreta zarokên xwe dişewitin, bawer dikin ku aştî wê rojekê li derî bixe. Dayik di vê pêvajoyê de yên herî westiyabûn, lê yên herî hêja bûn. Li hemberî mirinê jî jiyan parastin û di her şînê de aştî mezin kirin. Dayika Mizgîn yek ji wan dayikan bû.

Niha, piştî wê, deynekî me yê din heye: Ne bes e ku em tenê aştiyê bixwazin, pêdivî ye ku em wê ava bikin û di rêza herî pêş a vê avakirinê de divê dayikên ku herî zêde rêz, edalet, herî zêde aştî heq dikin bin. Ji ber ku ew herî zêde giriyan, lê dîsa jî herî zêde bawer kirin.

Oxir be, cîhê te bihuşt be Dayika Mizgîn. Tu ji dayikekê wêdetir bûyî, em te ji bîr nakin.

Diya Egîd, hesreta Elîfê

Te herî zêde bi aştiyê bawer dikir.

Û em bawermendên wê baweriyê ne.