Wênesaz Alî Zulfikar, bi navê “Qêrina azadiyê” wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kir û dê di 10’ê Cotmehê de li Berlînê li ser panoyên mezin bide pêşandan.
Wênesaz û hunermend Alî Zulfîkar wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tabloyên mezin xêz kir û dê di navbera 10’ê Cotmehê û 14’ê mijdarê de li navnîşana Junge Welt Maigalerie, Torstraße yên Berlînê bide nişandan. Hunermend Alî Zülfikar dê 40 berhemên xwe bi rêbazê ronahiyê li ser tabloyan bide teyisandin. Wênesaz û hunermend Alî Zulfikar dê pêşandana wêneyan bi navê “Cry for Freedom” (Qêrîna azadiyê” li ser panoyan bide pêşandan. Hunermend Zulfîkar, dê dîsa wêneyê aktivist Greta Thunberg, girtiyên siyasî Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş, kesên wekî Antonio Gramsci, Rosa Luxemburg, Nelson Mandela, Che Guevara ku pêşengên civakê bûn ji bide pêşandan.
Wênesaz û hunermend Alî Zulfikar anî ziman ku bi vê pêşandanê armanc dike ku balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Bi taybet ji bo ez balê bikşînim ser şertê tecrîda Abdullah Ocalan min ev wêne xêz kirin. Bi gelemperî jî ji bo ez balê bikişînim ser pira di navbera gelan de.
Hunermend Ali Zulfikar, der barê berhemên xwe de jî agahî da û wiha got: “Ez zarokê vê erdnîgariyê me. Min tevî meseleyên nasname, çand û politikayê yên kurdan ev mijar girt dest. Ez li meseleya esasi geriyam. Ez li nexşeyên kevn ên aynî erdnîgariya kurdan geriyam.”
Berhemên “Qerîna azadiyê” dê heta 11’ê cotmehê li ser bîlbordan bê pêşandan.