24 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qereyazî

Mûsa Şanak

Şikefta Cûniyê li gundê Beyroyê ye. Gorî ku mamoste radigihîne cîhekî dîrokî, cîhekî bi nav û deng e. Li ser vê pênasekirina wî me mereq kir û biryar da ku biçin vê şkeftê bibînin. Seyareya me ji Qereyaziyê bi rê ket û ber bi Beyroyê ve bi pêş de çû

Ji Mehelebaşiya Yakutiyeyê li mînîbûsa Qereyaziyê siwar bûm û bi rê ketim. Ji min re gotin ku rêwîtiya te dê bi qasî du saetan bidome. Salek berê tevî du hevalan hatibûm Erziromê. Kekê Remezan gotibû; “Li vir nasekî min heye. Em biçin wî bibînin, silavekê bidinê, pev re çayekê vexwin û rabin.”  Ew hevalê wî esnaf bû, dikana wî jî li Mehelebaşiyê di nav otogara mînîbûsan de bû. Tekane cîhê ku min nas dikir ev der bû û ez jî li wir li mînîbûsa Qereyaziyê siwar bibûm. Seyare di nava bajêr de hinekî fetilî û berpêyî armanca xwe bû. Bi kelecan bûm û min bi awirên mereqdar li derdora xwe temaşe dikir.  Bi min wisa dihat ku erdnîgariya ku rê tê re diçe, her ku diçe bilind dibe. Bilindahî bê dar û ber bûn. Rût bûn. Lê pal û berpal hê hêşîn bûn. Debir hê kipkesk bûn. Pêjna biharê derdibû ji xwezayê.

Rê difetilî û dirêj dibû. Cîh cîh hildikişiya jor, cîh cîh jî serberjêr dibû. Darqewaxên ku li ber best û newalan bilind dibûn li ber bayê Serhedê direqisîn û ditewîn. Vî dîmenê nuwaze hênikahiyek ava dikir di nava mirov de. Qey ketibûn pêşbaziyê mînîbûs û av. Dem dem newal bi newal diherikîn bi hevaltî. Av jiyan bû. Wek her tiştî wê em jî ber bi xwe ve dikişandin. Baş bû ku best û geliyên vir ne kûr bûn!.. Saet bi pêş de çû çiya û deşt, gund û mezre li pey me man, rê û dûryan li pey me man û em gihîştin Qereyaziyê.

Dema mînîbûs ket nava sûkê û di tekane cadeya navendî ya navçeyê de bi pêş de çû min bi baldarî li avahiyên li vî alî û wî alî rêz bûyî nêrî. Cara pêşîn bû ku ez dihatim vê navçeyê. Lê navê wê bi saya çend heval û hogirên min ên hêja ji mêj ve neqişîbû bîra min. Avahî û hewaya wê, bi taybetî jî rûyê mirovan bi min nas dihatin. Axir erebe gihîşt ber derê avahiya Demê û sekinî. Peya bûm. Heval li benda min bûn. Me hev hembêz kir. Qey gihîştibûm malê…

Şkefta Cûniyê

Şikefta Cûniyê li gundê Beyroyê ye. Gorî ku mamoste radigihîne cîhekî dîrokî, cîhekî bi nav û deng e. Li ser vê pênasekirina wî me mereq kir û biryar da ku biçin vê şkeftê bibînin. Seyareya me ji Qereyaziyê bi rê ket û ber bi Beyroyê ve bi pêş de çû. Em ji Goma Beyro borîn, berî ku bigîhêjin Beyroyê ber bi milê çepê ve zivirîn û ketin neqebekê û bi seyarê heta ber devê şkeftê çûn. Gundiyekî pêşî li avê girtibû û berê avê dabû ser rê. Rê wek cihok bi kar anîbû û av tê re biribû berdabû ser mêrga xwe. Di vegerê de seyareya me zor derket ji wê heriyê. Şikefta Cûniyê dêreke dîrokî bû. Di dilê zinarekî de hatibû avakirin. Defînegeran bela xwe lê dabû û gelek wêne û sembolên li ser dîwarên wê jê biribûn. Kesên ku çûbûn serdana wê jî navên xwe neqişandibûn serê. Hîn li ser pêyan bû, lê bêxweyîtiya wê mirov xemgîn dikir.

Li gorî ku mamoste digot, wek dêr Şikefta Cûniyê û Manastira Sumelayê gelekê dişibin hev. Li gorî rîwayetan dema hewarîyên Hz. Îsa belav bûne komek Îsewîyan hatiye vê herêmê û ev dêr ji alîyê wan ve hatiye çêkirin. Paşê ji vir jî komek çûye alîyê Trabzonê û îcar jî wan Manastira Sumelayê çêkiriyê. Lewra ye ku ev her du dêrên dîrokî dişibên hev. Nexwe ji heman destan derketine. Akademîsyenên beşa dîrokê ya Zanîngeha Atatirk li ser vê şkeftê lêkolîn çekirine. Dema min dîroka vê dêrê mereq kir û xwest ku xwe bigihînim wan lêkolînan, hevalekî ew ji gogilê berhevkirin û ji min re şandin. Di dîmenên berê yên di gogilê de gelek resim, îşaret û sembolên li ser dîwarên dêrê xuya dikin. Lê yek ji wan jî nemaye îro.

Di lêkolînan de tê gotin ku ev îşaret û sembol pênc tîpên alfabeya rûnîk a ku ji aliyê Gokturkan ve hatîye bikaranîn dihewîne. Û tê îdîakirin ku ew jî amaje pê dike ku tirk di serdemeke hê zû ji Asyaya Navîn hatine Anatolyayê. Ev yek jî rewşa zanîngehên Tirkîyeyê radixîne ber çavan, bê ka çiqas ji heqîqet û zanistê bi dûr ketine. Ev hişmendiya nijadperest di her berhemeke dîrokî de îşareteke Tirkîrîyê dibîne û xwe wek avakar û afirînerê hemû xweşikîyên dîrokî pênase dike û dipesîne. Piştî gera di hundirê Şikefta Cûniyê û derdora wê, me da ser rê. Em ji wê neqebê derketin, di nava Beyroyê re derbas bûn û berpêyî Newala Çixirxanê bûn.

Newala Çixirxanê

Newala Çixirxanê cîhekî xweşik, cîhekî xwezayî û dîrokî yê Qereyaziyê ye. Ji berpalê  Memedîka dest pê dike, di nava gundên wekî  Eldik, Memedîka, Kewax re derbaz dibe û her ku diçe kûr dibe. Her du aliyên newalê bi darên bîhê hatine xemilandin. Her ku kûr dibe, şaxên nû tevlê dibin û ava wê zêde dibe û daristan jî ji perê avê bigire heta qûntarên bilind berfirehtir dibe. Milê çepê yê Newala Çixirxanê jî ji alîyê xweşikî û dîrokîbûnê ve ne kêmî milê wê yê rastê ye. Mamoste li pey hev behsa Dîwarê Qertala, Cîhê Qrêl, Mêrsenem û Mixara Eyo dike. Gorî ku dibêje, Senem jinek ermenî bûye. Ji ber ku pir jêhatî bûye, di nava gel de wek Mêrsenemê deng vedaye û mohra xwe li wî cîhî xistiye. Eyo jî mêrekî ermenî bûye. Ev jî amaje pê dike ku wextekê li vir gelê ermen dijiya.

Seyareya me di rêya asfalt a li milê çepê ya ku hevaltiya newalê dike de hêdî hêdî bi pêş de diçe. Naxwazim bilezîne. Lewre hewl didim xweşikiyên wê xwezayê bineqişînim bîra xwe.  Li milê rastê xuşexuşa avê ye. Bêrawestan dilorîne û dilûbîne. Bi sewta xwe geh Evdal, geh Resoyê Gopala, geh Şakiro bi bîr dixîne. Tu dibê qey serkaniya dengbêjiya Serhedê ye. Li milê me yê çepê û li raserî me paceyên pêriyan ên soregewr û bilind rêz bûne. Heçko li benda hatina me ne. Wek hunermendên li ser dikê ne. Bi min wisa tê ku direqisin li ber wê newaya ku ji newalê bilind dibe. Ne mimkun e ku mirov mest nebe li hember vê xuyanga efsûnî.

Em hinekî din bi pêş de diçin û dikevin nav rûpelên dîrokeke kevnar. Îcar jî şikeftên dîrokî û tevlên hespan me pêşwazî dikin. Em xwe wek karwanek çend hezar sal e di rê de ye hîs dikin. Xwe bi xwe dibêm, gelo ev rê çend hezar sal e dişixule? Ev barê li ser milê me, yê çend hezar sala ye? Bi baldarî guh didim ser derdorê. Dibêm, dibe ku ew newala li jêr, an jî ev zinar û şkeftên li raserî me bên zimên û bersîvekê bidin min.

Rênîşê me mamoste ye. Bi qasî ku dizane, hewl dide ku bersivê bide pirsên min. Lê pirsên min her ku diçe zêde dibin. Ji bersivên wî hîn dibim ku li ser dîroka wan şikeft û bermahîyan tu lêkolîn nehatine kirin. Berî arkeolog û dîroknasan defîneger ketine vî gelî yî. Wan ew cîhên dîrokî qulqulî kirine. Ji bo wan jî ya girîng zêr û zîv in; xezîne û dewlemendiyên çandî û dîrokî ne xema wan in.

Defînegeran şopên dîrokî xera kirine. Rûyê wan cîh û warên dîrokî dişibin rûyê kesekî ku qezayek xedar derbaz kirî û forma xwe wenda kirî. Xemgîn dibim û li ser sedemên vê malkambaxiyê difikirim. Neyarên me bi sedan salan bi rê û rêbazên cuda li hemberî xweza û dîroka me jî şerek meşandine. Şopên civakên xwecîhî yên li ser kevir û zinarên vê erdnîgariyê jê birine. Yan na dê çawa bikaribana mêtîngeriya xwe bidomînin.

Berî ku biçin şikeftên ku di nava gel de wek Şikeftên Çilpencerê tên nasîn, em diçin Çixirxana Jorîn û li malekê dibin mêvan.  Qasekê em li ber derê malê rûniştin û me li ser xweşikî û dîroka herêmê sohbet kir. Li wir hîn bûm ku li ser xebat û hewldana komek xwezahez, dîrokhez û welathez ev herêm wek “Sît Alani” hatiye qebûlkirin û çendek berê ji aliyê Partiya desthilatdar û walîtiyê ve li wir festîwalek hatiye lidarxistin.

Dema mirov ji aliyê Qeryaziyê ve dikeve newalê, Çixirxana Jorîn dikeve milê çepê yê newalê. Di têketana gund de Çira Çixirxanê heye. Deh-panzdeh sal berê birûskê li zinarê ber çirê xistiye û çend perçeyên mezin jê qetandine. Wan xuyanga çirê xera kiriye. Digel vê yekê jî wê xweşikiya xwe parastiye heta radeyekê. Li ber çirê me bi du zarokan re forografek kişand.

Me ji gund rênîşek hilda û berê xwe da Şikeftên Çilpencerê. Ev dikevin milê rastê yê newalê. Em bi seyareyê derbasî wî aliyê newalê bûn û ber bi Çixirkana Jêrîn ve bi pêş de çûn. Seyareya me ji gund derbas kir, hinekî din bi pêş de çû û rastî duryanekê hat. Me di wê duryanê de berê xwe da qiyame. Şikeftên Çilpencerê yên qat qatî yên di nîveka zinarê mezin de li pêşberî me bûn.

Seyare heta derekê çû. Jê û pê da diviyabû ku em bi peyatî biçûna. Em ji seyareyê peya bûn û berpêyî armanca xwe bûn. Rênîşê me ji bo me çaya qaçax dem kiribû. Me termosê çayê û çenteyê xwe jî hildan û hêdî hedî ber bi jor ve hilkişiyan. Şiverêyekê em gîhandin ber zinarê mezin. Em bibûn pezkovî û bi zinaran ketibûn. Hêdî hêdî û bi baldarî ji zinêr ve hilkişiyan jor. Axir em gihîştibûn şikeftê.

Me di deriyê şikeftê de li manzareaya hember nêrî. Bi rastî jî xuyangek pir nuwaze bû, mirov jê têr nedibû. Em ketin hundirê şikeftê. Çend qatî bû û her qat jî ji çend beşan pêk dihat. Em di odeyekê re derbasî yeka din dibûn û digihîştin balkonekê.  Em hemû heta qata duyem çûn. Lê qata sêyem gelekî asê bû, tenê rênîşê me û hevalakî karîn biçin wir û ji bo me çend dîmenan bikişînin.

Gorî ku rênîşê me dibêje, dîroka şikeftan -bi qasî tê texmînkirin- herî kêm digîhêje dema Romayî û Bîzansiyan. Şikeft berê xwezayî bûne, bi demê re odeyên nû lê hatine zêdekirin. Dema meriv li bilindahî û pergala wan dinêre, li rewşa xwezayî ya herêmê dinêre, mirov dikare bibêje ku ew şikeft ta ji Serdema Kevirîn a Navîn û bi vir de ye ku hatine bikaranîn. Tenê têketaneke wan heye, li cîhekî asê û bilind e, derdor tev xuya dike, nêzî newalê ye. Him ji bo ewlehiyê, him jî ji aliyê debarê û xwe xweyîkirinê ve cîhekî pir guncav e. Zivistanê germ û havînê jî hênik e. Bi saya vê guncavbûnê, klanan karibûye ku di her çar demsalan de jî li wir bihêwirin…

Piştî gera di hundir de dor hatibû vexwarina çaya qaçax. Me çaya xwe vexwar û da ser rêya vegerê. Em gelekî westiyabûn. Me bi kêfxweşiya wê ger û geşta xweşik xwe gîhand Qereyaziyê.

Gorî ku  rênîşê me dibêje çend cîhên xwezayî û dîrokî yên din yên Qereyaziyê hene. Yek ji wan Kela Zîrç; yek Kela Altûntext; yek Mixara Memita; yek Mezala Evdalê Zeynê; yek jî Zîyareta Aryan(Ûrî) Baba ye. Bi hêviya çûyîna wan deran bimînin di xweşiyê de.