30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qefl û mifte

We her der bi zilmê girtiye, kilît kiriye. Dem vekirina vê qefla-girtina xwînxwarî û zilmê ye. Dem dema edalet, wekhevî û biratiyê ye. Ew mifte di destê rêzdar Ocalan de ye.

Peyvek erebî ye tişta ku dizanim. “Qefil” girtin e, “mifte(h)” , “fetih” jî vekirin e. Qefl û mifte(h) tê wateya tişta, navgîna girtin û vekirinê. Wek herêm dibe ku me ji Erebî girtibe û Kurdiya wê nizanim, biborînin. Tiştekî nûh ku bibêjim, navgîna “girtin û vekirinê” belkî “kilît” be nizanim, lê ev jî tê wateya girtinê, “vekirok” jî çêkiriye, bi min ne xweş e. Ez ê Mifte(h)ê bêhtir bi kar bînim û derdê min bi vekirinê, bi mifte(h,9 bi miftê re ye.

Girtin û vekirin bi derve û hundir re têkildar e. Ji hundir ber bi derve yan jî ji derve ber bi hundir; girtin asê, şer û dijwarî, vekirin jî aştî, aramî û rihetî ye. Deriyê girtî redkirin, qewirandin; deriyê vekiri qebûlkirin anku pejirandin e, belkî jî kîn û hezkirin; girtin xesp, kîn vekirin azadî, hezkirin e. Wek mînakên girtîgehan ên heps û zindanan.

Deriyê girtî û vekirina wî deriyî tiştekî sosret, zor, zehmet û dijwar e. Bifikirin ku deriyê bedena (Sûr) Amedê, ji hesinekî nizanim çend qat e. Vekirina wî bi sedsalan bi tanq, top, nizanim serê beran û her cure alet û edawatan, bi zorê vekirin pir dijwar; şer, mirin, qetlûqitûl, tacîz, talan û tecawiz bi xwe re aniye. Gava ku deriyê mala we girtî be, mifte(h) tunebe, şikandina derî tê aqil; lê ku mifte hebe, tiştekî pir hêsan û xweş e. Deriyê koşk û seraya bi navgîneke biçûk, xweşkok tê vekirin, îca çêkirina wê mifteyê, hostetî, qalib, ji heqderketin û teknîkê dixwaz e. Ked û zaneyiyê, eşq û evînê jî dixwaze. Baş e deriyê ji mirovan re girtî dê çawa vebe. Ka evîndar dê deriyê dilê evîndara/ê xwe çawa veke. Hostetî, şiyarî û gotinên xweş ên wêjeyî lazim e, derdê giran. Lê evîn li çareyê digere.

Îca em werin ser derdê min, derdê me; ev du hezar sal in li Rojhilata Navîn; ji aliyê Tirk, Ereb, Faris û sergirdeyên dinyayê ve derî tev li me Kurdan girtî ne. Deriyê jiyanê, deriyê hebûnê, deriyê xwebirêvebirin û azadiyê girtî ne. Deriyê aştî û evînê li me girtî ne; lewra azadî; (h)aştî, aramî, hezkirin û pêşabûna jiyanê ye. Lê ev du hezar sal in, beriya ku em ji diya xwe re bibin jî em hêsîr in, derî tev bêyî me, bê haya me, bê sûc û sebeb li me girtî ne. Deriyê dînî, yê hikûmatê, yên civakî, çandî, wêjeyî, dibistanî. Tev, tev girtî ne. Tev girtî. Ne zar, ne ziman, em lal in, ne exlaq deng dike, ne îman, ne siyaset, ne hiqûq.

Ev çi bela ye. Xwedêyo, erdekî hişk, asîmanekî bilind, ma ev ne zilm e lo. Ev sûcdariya çi sûcî ye. Me çi guneh kiriye. Me ne Adem (haşa) ji Cinetê qewirandiye, ne diranê Mihemed(A.S) şikandiye, ne Îsa (Rihme lê be) daye ber şimaqan! Me rê li ber Mûsa (Rihme lê be) jî asê nekiriye. Çima hebûna me sûc e? Hûn çi ji me dixwazin? Çima em in spî-reşikên li ser rûyê dinyê?

Ev zêdeyî sedsalî ye, em derdê xwe dibêjin, lê dinya ker û lal e. Çi qetlîam nema ku nehat serê me; Dersîm, Zîlan, Helepçe û jenosîda van çil salên dawî. Em ji Asya Navîn nehatine û me dest danenîye ser xaka kesî, serê kesî bi şûran nefirinadiye, bi hezaran kes di çalan de ser neseyandine. Em ji Erebîstanê nehatine û me kes li qazixan nexistiye, serjênekiriye û bi bîsthezaran jinê wan nebirine û ewqasî mêr jî nedaliqandine. Wek desthilatdariya rihgeniyan li xaka qedîm a Ariyan bi ked, xwîn û daliqandina mirovan, daliqandina Kurdan û kuştina jinan xwedînebûne  heyra, bi qurbana Jîna Amînî bin. Kedxwarî, xwînxwarî û talan ne karê me ye.

Çawa ku em berê xwe didin meseleyê; em xwe sûcdar dikin; kêmasiyên me, kêmasiyên hundirîn, rêxistina ne saxlem, xayintî û nizanim çi, tev rastin. Lê heyra ma qet sûcê serdest, êrişkar, zordar, dagirker û mêtingeran tune. Wek ku Melê Menşûr gotiye, “Ma qet sûcê diz tuneye!” Ka mirovîn! Ma ne ji Şoreşa Parîsê vir ve Daxuyaniya Mafê Mirovan hat îlankirin û mafên mirovîn ên ji zayînê hatin pejirandin. Paşê pejirandina Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, Rêgezên Wîlson, demokrasî, Şoreşa Sovyetê; Mafê Neteweyan ê Tayînkirina Çarenûsa Xwe, hê zêdetir. Çima ev tev ji me re tunene. Tew bi rihetî axa me, dilê me, bêyî me bû çar parçeyan. Ka mirovahî pêşve diçû, wehşet li paş dima! Şaristaniya Hemdemî! Tewlo.

Û îro; ma ewqasî xwîn, mirin, ked, zilma li ser me ne bes e!

Vê xakê têra xwe xwîn vexwar ji dewsa avê. Êdî baran jî nabare, vê nehletê rakin!

Va piştî ewqas derd û elem, ked, xwêdan û xwîn. Ji dîrok, felsefe, civaknasî, derûnnasî miftehek, yanî navgîna vekirinê hatiye çêkirin û bi roja dîrokî, bi dema dîrokî li ber we mirovan, li ber we sergirdeyan e. We her der bi zilmê girtiye, kilît kiriye. Dem vekirina vê qefla-girtina xwînxwarî û zilmê ye. Dem dema edalet, wekhevî û biratiyê ye. Ew mifte di destê rêzdar Öcalan de ye. Xwe wir de vir de nebin. Kî weke wî dikare xwe bike mifte, gelê xwe bike mifte! Ma xwekirina miftehê wisa hêsan e, ne me çiqasî berdêl da, berdêla bi xwîn, ked û rezaleta bindestiyê. Berpirsiyariya dirokî li stûyê we ye. We qatilekî ku aşkere mirov serjêdikirin, kedxwarî, zilm û tecawiz ji xwe re dikir kar bi hempayê xwe, di du rojan de ji lîsteya terorê derxist. Li Sûriyeyê kir paşe, xaliyên sor raxistin ber lingên wî.  Lê gelê Kurd li Bakur-Başûr-Rojhilat kedkarê azadiyê ye, bi salan têdikoşe, nexasim jî îro li Rojava dengê azadî û wekheviyê ye. Bi serkêşa keda jinan ku ew jiyan in. Hûn kîn in(girtin), deriyê pola yê zilmê ne, em hezkirin (aşti-arami-vekirin) in, wijdanê mirovahiyê ne.

Êdî wextê gotinê qediya, gotin qediya! Dev ji xapandinê berdin!

Îro mifte Kurd in, di destê Öcalan de, bi çêkirina hostetiya wî, em şopdarên wî. Bila ew deriyê mirovahî, biratî û aştiyê veke, nebin asteng!

Bizanibin; înkar, red, kilît-qefilandin mirov dike kevir, kevirê hişk ê mîna mermer, lê bi çakûç û horsê rastiyê, bi Çakûçê Kawayî parçe parçe dibe. Wisa nebin, wisa nekin!

Lê vekirin, qebûl, aştî nerm e, parvekirin û mirovîn e, rê li ber vekirinê, li ber mifte(h)ê vekin. Cî ji miftehê re di derî de çêbikin, bila li gorî miftehê be! Ev demeke dîrokî ye, ji bo civaka me, ji bo bi hev re jiyanê! Yan na siberoj parçebûn e, ev firsend dê here!

Mifte(h) em in! Em bi hev re, her kes bibin mifte. Mifte(h)a aştiyê!

Em ji Rojava destpê bikin!

Me û xwe, gelê me û xwe bes bixapînin.

Bila êdî aştî bê vê xakê wek roja Kurdan bibiriqe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê