12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qedexeya li Şirnexê hate dirêjkirin

Qedexeya ku dewleta tirk li ser 11 herêmên Şirnexê danîbû, ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin

Qedexeya ku li navenda Şirnexê û navçeyên wê li 11 herêman hate danîn, ji bo 15 rojan hate dirêjkirin. Walîtiya Şirnexê ragihand ku qedexe ji 30’ê Hezîranê heta 14’ê Tîrmehê hatiye dirêjkirin.

Walîtiya Şirnexê ji bo 11 herêmên navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ku xelkê herêmê lê debara xwe dike, di navbera 15 û 29’ê hezîranê de biryara qedexeyê ya ji bo 15 rojan dabû. Walîtiyê ev qedexey dîsa dirêj kir. Walîtiyê got ku ev qedexeye dê ji 30’ê hezîranê heta 14’ê tîrmehê bidome. Li gorî daxuyaniyê herêmên hatine qedexekirin wiha ne: “Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Kela Memê, Newala Serîn, Feraşîn, Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, Dulê û Tenîn.”